Li Geliyê Zapê agirê Newrozê hat pêxistin

  • 16:06 15 Adar 2022
  • Rojane
ŞIRNAK - Li Geliyê Zapê ya li sînorê Herêma Federal a Kurdistanê agirê Newrozê hat pêxistin. 
 
Newroza îsal bi dirûşma "Dem dema azadiyê" tê pîrozkirin. Îro starta pîrozbahiyên Newrozê li navçeya Elkê ya Şirnexê hat dayîn. Bi coşeke mezin li quntara Çiyayê Katoyê Newroz hat pîrozkirin. 
 
Piştre jî bi tevlîbûna Heserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay, parlamenterên HDP’ê, aktîvîstên TJA’yê li geliyê Zapê agirê Newrozê hat pêxistin. Piştî agir hat pêxistin govend hat gerandin.