Jinên banga tevlîbûna Newrozê kirin: Dê Newroza 2022'yan bibe Newroza serhildanê

  • 09:07 15 Adar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Ji bo Newroza dê bi rihekî serhildêr li Anitparkê bê pîrozkirin jinan banga tevlîbûnê kirin û wiha gotin:"Di serî de li Kurdistanê, li her qadên Tirkiyeyê tevî hemû zextan Newroza 2022'yan wê bibe Newroza serhildaneke mezin."
 
Ji bo Newroza ku ji bo kurdan sembola serhildanê ye rojên kêm man. Li Bakur û Tirkiyeyê plansaziya Newrozê diyar bû û amadekarî jî bi coşeke mezin tên kirin. Hêzên Demokrasî û Kedê têkildarî mîtînga Newrozê ya wê 20'ê Adarê saet di 13.00'an de li Anitparka Enqereyê çêbibe banga tevlîbûnê kirin. 
 
'Em ê bi hemû rengên xwe li qadên Newrozê bin'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pakize Sinemilioglu, da zanîn wê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" dê Newroza 2022'yan pîroz bikin û wiha got:"Em xwe amade dikin ku agirê Newrozê li her aliyên Kurdistan û Tirkiyeyê bi coşeke mezin pîroz bikin. Wekî her derê em ê li Enqereyê jî agirê Newrozê vêxin. Em bang li gel dikin ku li dijî faşîzmê serhildanê mezin bike û agirê Newrozê gur bike. Em ê bi hemû rengên xwe û coşa xwe li qadên Newrozê bin. Jin bi gotina xwe li kuçeyan bûn wê di Newrozê de jî bi heman coşê hemû gel dê li qadên Newrozê bin. Dê Newroza 2022'yan bibe Newroza serhildanê. Ji bo jinên girtî bên berdan û li dijî qirkirina jinê û ji bo edalet demildest pêk were em gel vedixwînin qadên Newrozê."
 
Banga tevlîbûna Newrozê
 
Endama Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) Zarife Kamala diyar kir ku li dijî êrişên dewletê yên li dijî karker, kedkar, gelan Newroz sembola serhildana mezin e û wiha got:"Jinan 8'ê Adarê bi coşeke mezin pîroz kirin. Serhildan û raperîna jinan îradeya li hember îktidarê ya dibêje bese ye. Ev îrade dê di Newrozê de jî xwe nîşan bide. Hêrsa gelan a li dijî kaşkirina ber bi întiharê ya Garibe Gezer, girtina Aysel Tugluk, zêde dibe. Loma em bi dirûşma 'Em bibin yek em ê bi ser bikevin' hemû kesî vedixwînin qadên Newrozê."