Jinan ji Kadikoyê bang kir: Em azadiyê dixwazin û em ê bidest bixin!

  • 16:40 6 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Bi hezaran jinên ku li Kadikoyê hatin gel hev, diyar kirin ku ew serhildana xwe berdewam dikin û ji bo girtiyên nexweş ku bên berdan banga hestiyariyê kirin. Jinan got, "Em di serî de ji bo Aysel Tugluk ji bo hemû girtiyên nexweş azadiyê dixwazin û em ê bi dest bixin."
 
Di pêeşengiya Platforma Jinan a 8'ê Adarê de, bi dirûşma "Em li dijî xizanî, tundî û çewisandinê têkoşînê mezin dikin û Hêza me ya guhertinê heye"" Hevdîtina Mezin a Jinan" li Qada Îskelê ya Beşîktaşê ku li Kadikoyê ye hat lidarxistin.  Jin heta qadê li gel dorpêça polîsan û hewaya sar meşiyan û hevdîtina  xwe pêk anîn.  Li ketina qadê xwestin pankartin ku wêneyên Garîbe Gezer li serin nexin qad û dirûşmên ji bo wê tên berzkirin asteng bikin. Lê jinan îtîraz kir û bi pankart û dirûşmên xwe li qadê cih girtin. Di dowîz û panakartên ku li qadê hatin vekirin de daxwaza girtiyên nexweş bila bên berdan û Peymana Stenbolê û azadiyê li ser wan nivîsî hatin hilgirtin.  
                        
Daxwaz li ser pankartan hatin nivîsandin
 
Li qadê Tevgera Jinên Azad (TJA) bi pankarta bi dirûşma "Dem dema azadiya jinê ye" ,  Meclisa Jinan a HDK'ê bi dirûşma "Em di berxwedanê de ne û em ê biguherin",  Meclisa Jinan a HDP'ê ya Stenbolê bi dirûşma "Em ê bi hev re biguherin niha dema jinê ye" û Meclisa Jinên Ciwan a HDK'ê jî bi drûşma, "Dem dema vejîna jinên ciwan e" tevli hevdîtinê bûn. 
 
Piştre li ser navê Platforma Jinan a 8'ê Adarê daxuyanî hat dayîn. Metnên daxuyaniyê ku bi sê zimanan hatibûn nivîsîn yê kurdî Mercan Gul Xwend.
 
Bi dirûşman û bi meşê ji qadê derketin
 
Hevdîtina Mezin a Jinan piştî ku bi govendê bi dawî bû, bi hezaran jin li gelek kuçeyên kadikoyê belav bûn û meş li dar xistin. Jin bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" , "Em dest ji peymana Stenbolê bernadin" belav bûn.