Li Mêrdînê jinan ji bo 8'ê Adarê çalakiya lêxistina erbaneyê li dar xistin

  • 16:30 5 Adar 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - TJA û Platforma Jinan a Şahmaranê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de li Mêrdîna kevin bernameya lêxistina erbaneyê li dar xistin.
 
Tevgera Jinên Azad(TJA) û Platforma Jinan a Şahmaranê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Mêrdîna kevin bernameya lêxistina erbaneyê li dar xistin. Jin bi cil û bergên xwe yên gelêrî tevlî bernameyê bûn. Jinan bi stran û awazên kurdî li erbaneyê xistin û gelek caran dirûşmên “ Jin jiyan azadî” ,  “Bijî berxwedana jinan”, “ Bijî 8’ê Adarê” berz kirin.
 
Çalakîya jinan rastî bal û eleqeyek mezin hat û bername bi lîrandin û bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.