Jinên elewî: Em ê destûrê nedin çanda me tune bikin

  • 09:12 5 Adar 2022
  • Rojane
STENBOL  - Jinên elewî diyar kirin ku divê malên cemê ne wek bazirgaxane wek îbadestxane bên qebûlkirin û dersên olî yên ferzkirî bên rakirin û wiha vegotin: “Desthilatdariya di her mijarê de Elewiyan jibîr dike di bacê de jibîr nake. Em ê destur nedin tunekirina çanda Elewî.”
 
Elewî ji ber baweriya xwe bi gelek astengiyan re tên rû hev.  Desthilatdarî ku xwedî feraseta yekparêziyê ye, li pêş elewiyên ku dixwazin baweriya xwe bijîn dibin asteng. Bi perwerdehiya olî rê li ber asîmîlasyonê vedikin. Her wiha malên cemê yên îbadetxaneya elewiyane wek îbadetxane qebûl nakin û ev jî nêzîkatiya yekparêz a desthilatdariyê nîşan dide. Elewiyan li dijî vê pêkanînê û fatureyên zemê serî li darazê dan û biryara ji darazê jî bê tê mereqkirin.
 
‘Dixwazin elewiyan tune bikin’
 
Sîbel Kiraz da zanîn ku bi salane elewî tune tê hesibandin û ji bo hebûna xwe bi salane bedel dane û wiha vegot: “Em dixwazin ev pêkanînên li hember Elewiyan û dersa olî ya ferzkirî bê rakirin. Ji ber em vê qebûl nakin me tune dihesibînin.Dema hilbijartinan sozê didin elewiyan. Em naxwazin malên cemê bibir bazirgaxane. Bila wek îbadetxane qebûl bikin. Ji bo fatureyên malên cemê ji aliyê dewletê ve bên dayîn me serlêdan kirin. Lê em nizanin wê biryarek çawa bê dayîn.”
 
‘Em ê destûr nedin tunekirina çanda elewî’
 
Sîbelê di dawiya axaftina xwe de desthilatdarî li gorî daxwazên xwe tevdigire, daxwazên elewiyan nabînin û wiha dawî lê anî: “Zarokên min perwerda olî ya ferzkirî dîtin. Lê em li dijî vê ne. Yên li dijî vê derketin anîn asta ku ji dibistanê bavêjin. Dîsa puanê xwendekaran xistin. Em li dijî dersên ferzkirî ne. Em ê her tim jî li hember vê bin. Çi dibe bila bibe em ê dest jê bernedin. Em elewîne em hene.”
 
‘Em wekheviyê dixwazin’
 
Fîlîz Ozdemîr  jî destnîşan kir ku divê her kes wekhev û azad be, bacên tên komkirin divê wekhev bê belavkirin û ev tişt daxuyand: “Divê malên cemê, dêr, mizgeft wek hev bin. Divê ji bo hemû kesî butçeyek wekhev bê veqetandin. Em dixwazin dengê xwe bidin bihistin. Em bertek nîşan didin lê kes me nabîne, nabihîze. Lê wisa nabe. Em ê dengê xwe bilindtir bikin. Em her tim ji bo aştî û wekheviyê têdikoşin. Daxwaza me wekheviye.”
 
‘Divê diyanet bê girtin’
 
Fîlîzê bi lêv kir ku hewl tê dayîn zîhniyeta yek al, yek ol û yek ziman bêjiyîn û wê jî bi van axaftinan dawî lê anî: “Desthilatdarî baweriyek din qebûl nake. Li vî welatî yek ol tune. Ermenî, Suryanî û baweriyên din hene. Divê ev bên dîtin. Li vî welatî hiqûq heye. Lê em bi edeleta wan bawer nakin. Ji ber vê bawer nakim serlêdana me erênî bi encam be. Divê diyanet bê girtin.  Ji bo wekhevî û aştiyê divê her kes xwedî li hev derkeve.”
 
‘Dixwazin Tirkiyeyek tarî biafirînin’
 
Aysel Ozturk jî balkişand ser heman mijarê û ev nirxandin kir: “Desthilatdariya ku di her mijarê de elewiyan jibîr dike dema bacê digire jibîr nake. Elewî li Tirkiyeyê wek çîna duyem tên qebûlkirin. Ev me xemgîn dike. Malên cemê ne bazirgaxane ne. Me nas nakin, wê demê çima bacê ji me digirin. Dixwazin Tirkiyeyek tarî biafirînin. Butçeya Diyanetê pir mezine. Divê her kes li hember baweriyan rêzdar be. Bila li hember me jî rêzdar bin. Li zarokên me zextan dikin. Bi vî awayî wê heta ku derê herin.”