Dem dema azadiya jinê ye (6)

  • 09:11 5 Adar 2022
  • Rojane
Jinên 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Jiyanek azad û wekhev
 
Rozerîn Gultekîn-Gulîstan Dursun
 
STENBOL - Jinan der barê 8’ê Adarê de ji ajansa me re nirxandin kirin û diyar kirin ji ber li Tirkiyeyê dijîn ne kêfxweş in, yekane tişta ku wan kêfxweş dike têkoşîn û berxwedan e.
 
Jin îsal jî li dijî şîdeta dewlet mêr wê li qadên 8’ê Adarê bin. Jin li dijî şîdeta mêr dewletê li her qadê bi hêza parastina cewherî berxwedana xwe dimeşînin û ber bi azadiyê ve dimeşin. Beriya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhane me mîkrofon dirêjî jinan kirin û jinan diyar kirin ku li Tirkiyeyê ne kêfxweş in û binpêkirinên mafan rêz kirin. 
 
‘Yekane tiştê me kêfxweş dike têkoşîn e’
 
Xwendekara Zanîngehê Hîvda Selen da zanîn ku wek her jin û LGBTÎ’yî ew jî ne kêfxweş e û sedema bêzarbûnê jî polîtîkayên faşîzane yên dewletê ne. Hîvdayê wiha daxuyand: “Jinên lîseyê bi perwerdehya zayendperest û zextên îdareyê re tên rû hev. Xwendekarên zanîngehê jî bi nêzîkatiyên serdest ên mêr re tên rû hev. Jinên karker keda wan tê binpêkirin. Jinên kedkarên malê keda wan nayê dîtin.Yanî şert û mercên jinan wisa ne. Li ser vê axê pirsgirêka azadiya jinan heye. Mafê me yên çalakî û rêxistinbûnê tune ne. Ji bo em mafên xwe bigirin têdikoşin lê rastî êrîşan tên. Em li kolanê bi rehetî nikarin bimeşin. Ya me kêfxweş dike têkoşîn û mezinkirina piştevaniyê ye. Têkoşîna jinê mekanîznameyên parastinê nîşanê me didin. Her roj bi gotinên jinên nîvaqil, bi namûs, makûl, bi îfet, şîdetê rewa dikin.”
 
‘Şîdet bi destê dewletê tê afirandin’
 
Hîvdayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên dijminê jinê li girtîgehan jî didome û qetilkirian Garîbe Gezer bi bîr xist û wiha dirêjî dayê: “ Zextên li hember girtiyên jin encama polîtîkayê ye. Di têkoşînê de, ji derveyê têkoşînê li malê li her derê bi destê dewletê şîdet li ser jinan têkirin. Dewlet polîtîkaya bêcezahiştinê rewa dike. Ez wek jinek kurd û sosyalîst dixwazim azad bijîm. Ez jî parçeyeke ji têkoşînê me. Em dikarin wan rojan bi hev re biafirînin. Divê em têkoşîna xwe di 8’ê Adarê de mezin bikin.”
 
‘Jin bi dilê xwe nikarin bijîn’
 
Ela Yeşîlkaya daxuyakirin ku ew li Tirkiyeyê ne aram e û êrîşên li hember jinê roj bi roj zêde dibin û wiha daxuyand: “Demên min ên herî kêfxweş, dema ku em têdikoşine. Jin bi dilê xwe nikarin bijîn. Dewlet destdirêjî û tecawizê her tim rewa dike. Jin ji ber têdikoşin tên girtin. Ez dixwazim li Tirkiyeyek demokratîk bijîm. Ez bawer dikim ku em ê vê bi jinan re ava bikin. Ez bang li hemû jinan dikim ku di 8’ê Adarê de em serhildana xwe mezin bikin.”
 
‘Ez ne kêfxweş im’
 
Xwendekar Melîsa Akay jî nêrînên xwe wiha îfade kir: “Ez li Tirkiyeyê kêfxweş nînim. Ji ber civaka baviksalar jiyana jinan pir zehmet e. Jin li her derê di plana dawî de ne. Di qada kar de tên binpêkirin. Di qada aborî de nayên îstîhdamkirin. Nêzîkatiyên zayendperest hene. Desthilatdarî bi zimanê ku bi kar tîne, dijminahiya li hember jinê empoze dike. Dibêjin tu jin î tu nikarî vê saetê derkevî derve. Qanûnên ku mafên jinan diparêzin divê zêde bibin. Divê Peymana Stenbolê ji nû ve bikeve meriyetê. Pergala hiqûqê divê pêk bê. Ez dixwazim di civakek wekhev û demokratîk de bijîm. Ji bo me cudakarî, piştevanî girîng e.”
 
‘Desthilatdarî cesaretê dide mêr’
 
Xwendekar Nazelîn Ari jî der barê mijarê de wiha daxuyand: “Zîhniyeta serdest bandor li ser hemû civakê kiriye. Ger ku kujerên jinan bihatana cezakirin wê niha rewş wisa nebûna. Zimanê desthilatdariyê cesaretê dide mêran û mêr ji ber vê xwe rehet hîs dikin û xwe li jor jinan dibînin. Ez jî dixwazim di jiyanek wekhev de bijîm. Di 8’ê Adarê de divê hemû jin li qadan bin û nîşan bidin ku xurt in.”
 
‘Em nikarin li derve rehet rûnin’
 
Zehra Bozkurt jî behsa rewşa newekhev a li Tirkiyeyê kir û bi lêv kir ku ew jî wek hemû jinan ne kêfxweş e û wiha anî ziman: “Em di pêvajoyek zehmet de dijîn. Êvarê saet ji 18.00’an şûnde em nikarin derkevin derve. Em jin nikarin her tiştî bijîn. Dibêjin tu jinî nikarî bikî, nikarî bixwinî yan jî bixwînî divê bizewicî. Jin wek obje tên dîtin. Jin ji temenê biçûkatiyê re rastî binpêkirinên mafan tên. Jin bi tena serê xwe nikarin li teqsiyê siwar bibin, li cihekî rûnin.”
 
‘Mexdûrên şer jin û zarok in’
 
Songul Erdogan jî bal kişand ser îstîsmar û bandora şer a li ser jin û zarokan û wiha dirêjî dayê: “Aborî jî ne baş e. Divê edalet bi siyasetê neyê pîvan. Li Tirkiyeyê her tişt bi siyasetê tê pîvan. Mexdûrên şer wek her tim dîsa jin û zarok in. Divê şert û mercên jinan jî wek hev bin. Li Tirkiyeyê polîtîka bêcezahiştinê pêk tê. Zilma li ser jin, zarok û sewalan sînor bezandine. Divê jin piştgiriyê bidin hev. Ji ber ku ji bilî wan kes piştgiriyê nadin wan. Gelek tiştên em bi têkoşînê bi dest bixin hene. Divê her roja me wek 8’ê Adarê bi nirx û girîng be.”