'Bi peyama yekîtiya jinan wê 8'ê Adarê bê pîrozkirin'

  • 09:01 5 Adar 2022
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
QAMIŞLO - Jinên ji pêkhateyên kurd, ereb û suryan ên bajarê Qamişloyê, 8'ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kirin û wiha gotin: "Di pîrozbahiya 8'ê Adarê de wê her jinek bi çand û hebûna xwe beşdar bibin û bi yekîtiya jinê vê rojê pîroz bikin."
 
Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê pêk hat, hemû pêkhateyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn derbasî pergala netewa demokratîk ku hemû civakê di nava xwe de bi reng, deng, çand û hebûn dihewîne, bûn. Pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avakirin, ji bo civakê bû îlham. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re Tevger û Rêxistinên jinan dest bi pêşwazîkirina 8'ê Adarê kirin. Her wiha her pêkhateyek dê bi cil, berg û çanda xwe beşdarî vê rojê bibe. Bi rasthatina vê rojê jinên ji pêkhateyên kurd, ereb û suryan nêrîna xwe parve kirin.
 
'Jin wê bi hev re ji bo bidestxistina azadiyê têbikoşin'
 
Hala Faris a ji pêkhateya ereb e, ji bo 8'ê Adarê wiha got: "Şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê, şoreşa azadî û wekheviyê ye. Berî şoreşa Rojava, mafê jinê nedihat bidestxistin û bi taybet ji bo jina ji pêkhateya ereb em dikarin wiha bibêjin ku mêr tenê ew wekî amûreke ji bo zarokanînê didît. Tevî ku jin di malbatê de di her aliyî de pêşeng bû, lê dîsa rola wê dihate windakirin. Piştî şoreş li Rojavayê Kurdistanê pêk hat, jinan dikaribûn rola xwe bileyîzin. Di warê leşkerî, siyasî, aborî û dîplomasiyê de gavên erênî biavêjin. Her wiha dikaribûn mafê xwe û yê tevahî jinan biparêze. Şoreşa jinê, azadî da jinên hemû pêkhateyên ereb, kurd, suryan, ermen û hwd. Ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkiliyek pir xurt di navbera jinan de heye. Bêguman projeya Rêveberiya Xweser li ser bingeha netewa demokratîk hate avakirin. Vê projeyê hêz da jinê ku bibin yek dest û bêcudahî bijîn. Bi nêzîkbûna 8'ê Adarê re peyama min ji hemû jinan re ew e ku pêwist e em bi hev re li ser rêya bidestxistina azadiyê têbikoşin. Her wiha divê em li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin, ji ber azadiya me bi hev re teqez e."
 
'Em bi cil û bergên suryanî beşdarî çalakiyan dibin'
 
Corcêt Bersomo ya ji pêkhateya suryan e roja 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha pê de çû: "Roja 8'ê Adarê ku wekî roja jinê ya cîhanî tê pênaskirin, berhema tekoşîna hemû jinên cîhanê ye. Roja jinê ya cîhanî ji sala 1956'an bi saya xwepêşandanên jinan dest pê kir û di encama wê tekoşînê de 8'ê Adarê wekî roja jinan a cîhanî di konfransa jinên cîhanî de hat ragihandin. Em wekî jinên suryan, serbilind in bi vê rojê û wekî mîladeke nû ji jinan re tarîf dikin. Jinên suryan di dirêjahiya dîrokê de, rastî gelek komkujî û binpêkirinan hatin, ji  bo vê yekê 8'ê Adarê ji bo me xwedî wateyeke mezin e, ji ber ku piştî şoreşê jina suryan dikarîbû li ser piya bisekine. Bi boneya 8'ê Adarê em wekî rêxistinên jin ên suryan, bernameyên nû ji bo pêşxistina kar didin amadekirin û beşdarî hemû çalakiyên ku rêxistinên jinan pê radibin, dibin. Em gelek kêfxweş in em bi cil û bergên suryanî beşdarî çalakiyan dibin, ji ber cil û bergên me çand û şaristaniya me diyar dike. Jina suryan bi hezkirina ji çanda xwe re tê naskirin. Em vê rojê li tevahî jinên têkoşer, dayikên şehîdan û jinên ku ji bo doza azadiyê di zindanan de têdikoşin pîroz dikin. Daxwaza min ji jinên cîhanê re ew e ku ji bo doza azadiya jinê di her warî de têbikoşin. Pêwist e jin rola xwe bileyîze da ku pêşerojek ewle, bi edalet û wekhev bê avakirin."
 
'Bi peyama yekîtiya jinan wê 8'ê Adarê bê pîrozkirin'
 
Salîha Keleş a ji pêkhateya kurd e 8'ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir û wiha got: "Bi boneya 8'ê Adarê em roja tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi taybet ez vê rojê li Rêber Apo pîroz dikim, Rêber Apo hişt ku jin tama azadiyê bigirin. Em wek jin xurt in û divê em her dem asta berxwedan û têkoşînê xurt bikin. Divê em jinên ku nehatine birêxistinkirin û perwerdekirin, xwe bigihêjînin wan û perwerde bikin. Jinên ku hatine perwerdekirin dikarin li beramber her cure êrîşan û tundiyan têbikoşin. Jin dikare ji tevahî jinan re bibe bersiv, ji ber îro hebûna jinê mîsoger e. Me dît îro şoreş li Rojava pêk hat û ev şoreş veguherî şoreşa jinê. Hemû jinên cîhanê, jina kurd ji xwe re dikin mînak. Îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di hemû kar û xebatan de cih digirin û ev yek bandorê li jinên cîhanê dike. Ger îro em hemû jinên cîhanê bibin yek, desthilatdarên ku dixwazin hebûna jinê tune bikin, nikarin. Loma wê bi peyama yekîtiya jinan wê 8'ê Adarê bê pîrozkirin. Dema pergala Rêveberiya Xweser hate avakirin, hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hembêz kir. Starta 8'ê Adarê jî hate dayîn û me biryar da ji 1'ê Adarê heta 8'ê Adarê em cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe bikin. Tişta herî girîng a ji bo civakê, dîrok û çanda wê ye û divê em çand û dîroka xwe biparêzin. Divê em wek jin bibin yek û divê em xwe zane bikin. Ger em xwe zane nekin, em ê her dem bên tunekirin. Em wek jinên kedkar û têkoşer rê nadin desthilatdaran ku jinê tune bikin."