Fehîme Poyraz: Ji bo jin û kurdan edalet bê, wê ji bo her kesî bê

  • 09:09 4 Adar 2022
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Fehîme Poyraz da zanîn ku ew û gelek jiinên din dê di 8’ê Adarê de edaletê bixwazin û da zanîn ku ger ji bo kurd û jinan edalet bê wê ji bo hemû kesî bê.
 
Jin ji bo Denîz Poyraz a di êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê de ji aliyê gumanbar Onur Gencer ve hat qetilkirin, edalet pêk bê û hêzên pişt gumanbar derkevin holê têkoşîna xe didomînin. Fehîme Poyraz ku piştî komkujiyê çû cihê bûyerê û got ‘Denîzek çû wê hezar Denîz bên’, yek ji kesên ku têkoşina herî mezin dabû.
 
Fehîme ya ku keça wê hat qetilkirin û du zarokên wê jî girtîne, bi têkoşîna xwe ji gelek aliyan re dibe îlham. Fehîmeyê di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de ji bo hemû jinan edalet xwest û got dewlet aştiyê naxwaze, gumanbar ji dewlet û bêcezahiştinê hêzê digirin. Fehîmeyê wiha vegot: “Yên tên qetilkirin ne tenê kurd in. Tirk jî hemû mirov jî tên qetilkirin. Em ne tenê mafê kurdan mafê hemû gelan diparêzin.  Ji bo kurd û jinan edalet bê, wê ji bo hemû gelan jî were.”
 
‘Çete dewletê  bi rê ve dibin’
 
Fehîmeyê destnîşan kir ku li her derê cîhanê yên ku têkoşîna edaletê didin hene û wiha anî ziman: “Gel ji ber komkujî, nelirêtî û xizaniyê rabûn ser piyan. Ji ber dewlet naxwaze, ji bo aştiyê gavê navêje. Çeteyên dijminê kurdan dewletê bi rêve dibin. Înfaza girtiyan tên şewitandin. Girtiyên nexweş nayên berdan. Cenaze ji girtîgehan derdikevin. Du zarok û hevjînê Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin. Kurekî wê girtiye. Yê kur û hevjînê Emîneyê qetil kir jî niha li meclîsê ye. Yên biryarê didin dewlet e. Emîne Şenyaşar nexweşa şekir û tansiyon e. Bila hemû dayik û hemû alî xwedî li Emîne Şenyaşar derkevin”
 
‘Kuştinên jinan’
 
Fehîmeyê di axaftina xwe de wiha bal kişand ser kuştinên jinan: “Dayik, xwişk û zarokên me tên qetilkirin. Gumanbar çend salan tên girtin û piştre tên berdan. Ev ne edalet e. Gumanbarên tên berdan dîsa sûc dikin. Divê cezayên giran bidin kujerên jinan.”
 
Fehîmeyê bi lêv kir ku keça wê Denîz li avahiya HDP’ê hatiye qetilkirin, polîsan mudaxale nekiriye û ev tişt daxuyand: “Mêrê çavsor bi tena serê xwe ev nekir. Bi tena serê xwe cesareta wî tune ye. Yên li pişt wî hene. Li dadgehê pir rehet axivî. Ne tenê ji bo keça xwe ji bo hemû jinan edaletê dixwazim. Bang li gel dikim ku me bêxwedî nehêlin. Em ne tenê mafên gelê kurd em mafê hemû gelan diparêzin. Jixwe edalet ji bo kurd û jinan bê wê ji bo her kesî bê.”