‘Çareserî bi azadiya Ocalan pêkan e’

  • 09:06 4 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Aktîvîsta TJA’yê Remziye Tek  diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ligel girtiyan bandorê li ser civakê jî dike û daxuyakirin ku divê li dijî tecrîd û polîtîkayên şer rêxistinbûn hebe. Remzyeyê got yekane çareseriya pirsgirêkan, bi azadiya Abdullah Ocalan pêkane.
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal e di bin tecrîda giran de tê girtin û bêguman tecrîda li Îmraliyê bandor li ser hemû girtîgehan û civakê kiriye. Li girtîgehan binpêkirinên mafan roj bi roj zêdetir dibin û bêdengiya rayedaran jî li dijî vê didome.
 
Aktîvîsta TJA’yê Remziye Tek der barê tecrîdê de nirxandin kir. Remziyeyê daxuyakirin ku dema Abdullah Ocalan anîne Tirkiyeyê roja wan tarî bûye û got Gelê Kurd berxwedana ku berê nîşan daye divê li dijî polîtîkayên tecrîdê jî nîşan bide û wiha vegot: “Saleke ji Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Ne tenê Gelê Kurd divê hemû cîhan li dijî vê derkeve. Em rewşa wî mereq dikin. Em dixwazin agahiyê bigirn.”
 
‘Rizgarî bi Birêz Ocalan pêkane’
 
Remziyeyê  balkişand ser tecrîda li ser Abdullah Ocalan û got tecrîd dijhiqûqî ye û tecrîdê ne tenê li ser Gelê Kurd li ser hemû gelan bandor kiriye û wiha nirxand: “Bi tecrîdê re di qadên aborî de jî pirsgirêk derketin holê. Tecrîd nehatiba meşandin wê welat evqas neketiba zorê.  Bi tecrîda li ser Birêz Ocalan re xizanî û birçîbûnê dest pê kir. Heta Birêz Ocalan neyê berdan wê Tirkiye neyê ser xwe. Ev zehmet e. Riya rizgariya welat Birêz Ocalan e.”
 
‘Dijhiqûqî pêk tê’
 
Remziyeyê balkişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û got binpêkirinên mijara gotinê girêdayê tecrîda li ser Ocalane û ev tişt anî ziman: “Heta Abdullah Ocalan azad nebe girtî jî azad nabin. Li şûna fabrîka û cihên kar bên vekirin, girtîgeh tên çêkirin. Tirkiye bûye bajarê girtîgehan. Li girtîgehan jî dijhiqûqiyên mezin pêk tên û mafên hevalên me ji destê wan tên girtin. Girtiyên nexweşên giran nayên berdan. Hewcedariyên wan pêk nayên. Ev rezîlî û dijhiqûqiyek çawa ye. Gelo cîhan vê nabîne. Di bûyerek herî biçûk de her mijar di çapemeniyê de rû dide. Lê dema mijar dibe kurd kes nabîne.”
 
‘Divê her kes bibîne’
 
Remzyeyê di berdewamiyê de nirxandina xwe wiha domand: “Polîtîkayên şer û tecrîd girêdayê hev in. Polîtîkayên tecrîd herî zêde bandorê li jinan dike. heta şîdeta li ser Ocalan hebe wê şîdeta li ser jinan jî zêde bibe.  Hewldana çewisandina kurdan encam neda niha bi xizanî û birçîbûnê terbiye dikin.  Ciwanan dikin çirava  hişbirê. Şîdeta li kolanê ya li hember jn û zarokan zêde bûye. Li mizgeftan tacîz zêde bûye.  Divê her kes bibîne ku li Kurdan çi tê kirin. Tecrîdê bandorek giran li ser jinan jî kiriye.  Tecrîd tecawiz û şîdet hemû girêdayî hevin.”
 
‘Divê serokatî azad be’
 
Remziyeyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku li dijî şîdet û tecrîdê xwe rêxistin bikin û wiha vegot: “Li dijî tecrîdê divê jin serî hildin. Ji bo vê banga me ji bo Gelê Kurd û jina ye. Divê bibin yek serokatiyê azad bikin û heta mafên xwe bigirin li qadan bin. Em bang li cîhanê jî dikin. Bila destê xwe bidin ser wijdana xwe û li dijî vê rewşê bêdeng nemînin.”