'Jin têkoşîna xwe bi 8'ê Adarê re dikin yek û mezin dikin'

  • 09:01 4 Adar 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê û aktivîsta TJA’yê Perîhan Agaoglu têkildarê xebatên 8’ê Adarê yên li Mêrdînê tên meşandin û xalên ku li ser werin rawestîn bi me re parve kir. Perîhanê di axaftina xwe bal kişand ser tecawiz  û tundiya her ku diçe li Mêrdînê zêde dibe û wiha got: “Weke rêxistina TJA’yê em hewl didin ji van pirsgirêkan re bibin bersiv. Lewra îqtidara ku li dadgehan, li kolanan û di mal de jin bi tenê hiştiye îro ji ber armancên me yên azadiya jinê jî êrişî TJA’yê jî dike.”
 
8’ê Adarê mîrateya têkoşîna jinê ye û jinên kurd jî têkoşîna xwe ya azadiyê bi 8’ê Adarê re dikin yek û mezin dikin. Pêkhateyên jinan û bi taybetî jî Tevgera Jinên Azad (TJA) 8’ê Adarê wê bi rih û kelecana têkoşînê pêşwazî bikin. Di 25’ê Sibatê de bi dirûşma “Dem Dema Azadiya Jinê ye”  li navçeya Kerborana Mêrdînê start hate dayîn û îro jî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li 38 navendan xebat berdewam dikin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û aktivîsta TJA’yê Perîhan Agaoglu têkildarê jinên Mêrdînê û xebatên wê werin meşandin bi ajansa me re axivî.
 
‘Jinên kurd modela azadiyê ne’
 
Perîhan Agaolu di destpêka nirxandina xwe de têkoşîna jinên kurd û êrişên li dijî wê têkoşînê tên meşandin wiha diyar kir: “Jinên kurd bi têkoşîna xwe re ji bo hemû jinên cîhanê bûn modela azadiyê. Ger em ji bo vê mînak bidin jî herî nêzîk jinên Rojava ji bo azadiya xwe û axa xwe rihê xwe danîn holê û bi cesaretek mezin serî hildan. Li her çar parçeyên Kurdistanê jî jin xwe bi vê rêbazê bi rêxistin dikin. Li Bakurê Kurdistanê jî jin li dijî hişmendiya DAê têkoşînê didin meşandin. Êrişên li dijî destkeftiyên jinê, xizaniya jinê, polîtîkayên êrişên taybet û qeyranên di nava civakê de bê navber berdewam dikin. Bi vê re jî hewil didin nasnameya jina kurd tune bikin. Ger em bi taybetî jî Mêrdînê bigirin dest jî, bê guman weke her bajarê Kurdistanê rastî heman polîtîkayan tê.”
 
‘Jin bi tenê hatin hiştin’
 
Perîhanê bi taybetî jî li ser pirsgirêkên ku jinên Mêrdînê dijîn jî wiha axivî: “Mêrdîn bajarekî dîrokî ye ku xwedî rengên cuda cuda ye. Bi gelek olan û gelek nîjadan de kes hene. Li gorî vê pirrengiya xwe jî di berê de xwedî jiyanek aramtir bû. Piştî îqtidara heyî û şerên tên jîyîn her ku çû pirsgirêkên bajêr mezintir bûn. Li gelek navçeyên me xizaniya jinê di pêş de ye û ev jî bê guman bi xwe re pirsgirêkên nav malê û derûnî ji tîne. Jin bi tenê tên hiştin û di xaniyên ku herî zêde tê de tên qetilkirin de hatin hepiskirin. Li rexa din jî polîtîkayên êrişên taybet ên ku li herêmê û bajêr tên meşandin jî bandoreke mezin li aramiya civakê dike. Xizaniya heyî jî yek ji van polîtîkayan e ku li ser vê axê tên meşandin.”
 
‘Her roj jinek tê qetilkirin’
 
Perîhanê da zanîn her roj jinek tê qetilkirin û wiha got:"Ger me got jin bi tenê hatin hiştin jî ne tenê bi êrişên li ser tên meşandin re jî sînordar e. Her wiha bi awayekî hiqûqî dixwazin darbeyê li jinê bidin û em di encamê de jî dibînin ku kujerên jinan an jî tecawizkar bi polîtîkayên bêcezatiyê re tên xelatkirin. Ev jî hêz dide mêr. Bi vê ve girêdayî jî tecawiz, qetilkrina jinê û bi taybetî jî tecawiza di nav malbatê de her ku diçe zêde dibe. Bifikirin ku li bajarekî her roj jinek tê qetilkirin an jî tecawiz lê tê kirin. Ev jimarek girîng e û divê hêsan neyê girtin."
 
‘Hewl didîn ji pirsgirêkan re bibin bersiv’
 
Perîhanê di berdewamiya axaftina xwe de jî pirsgirêkên jinên li Mêrdînê dijîn wiha nirxand: “Weke TJA û cuda weke Meclîsa Jinê ya HDP’ê jî têkildarê van mijarana me xebatên kolanan dan meşandin. Cuda jî em mal bi mal digerin an jî bi pirsgirêkên rû didin re em eleqeder bûne. Herî zêde xalên ku min di serî de anîne ziman jî jin ji me re parve dikin. Bi taybetî jî jin têkildarî xizaniyê dibêjin em mafê xwe nastînin. Jin li her qadê rastî tundî û mobîngî tên. Her wiha dema rastî tundî yan tecawizê tên ji dadê bawer nakin an jî ji malbata xwe ne piştrast in û nikarin li dijî wan serî hilbidin. Em hewl didin bibin çareserî û têkildarê wê jî em çalakiyên cur bi cur li dar dixin.”
 
‘Me bi coş dest pê kir’
 
Perîhanê bal kişand li ser xebatên 8’ê Adarê û wiha got: “Girêdayî pirsgirêkên heyî me di çarçoveyek berfireh de xebatên xwe dan destpêkirin. Herkes bû şahidê bûyerên di girtîgehan de diqewimin. Bê guman yek ji nîşaneyên tecrîd û îşkenceya li girtîgehan jî Garîbe Gezer e. Di kesayeta wê de li dijî hemû êrişên nîjadperest û zayendperest em li Kerboranê kom bûn û me starta xebatên li Mêrdînê û li herêmê wê werin meşandinê da. Me bi coşek mezin dest bi xebatan kir û em ê bi reng û dengê Mêrdînê jî vê coşa xwe bidin berdewamkirin. Beriya wê bi hefteyan jî me hevdîtin bi jinan re kir.”
 
‘Sedsala 21’emîn sedsala jinê ye’
 
Girêdayî wê jî wê li hemû navçeyên Mêrdînê serdanên malbatên girtiyan werin kirin. Li gûndê Xursê yê girêdayî navçeya Qoserê ye wê şahiya dengbêjan were lidarxistin. Li Artûkliyê şahiya stran, muzîk û helbestan wê bê lidarxistin. Wê bi jinên nivîskar re hevpeyvîn were kirin. Wê herî dawî ji hevdîtinên jinan û li Nisêbînê jî şahiya fînalê pêk were. Herî dawî jî weke me got wê sedsala 21’emîn bibe sedsala jinê û em ê di 8’ê Adarê de jî vê nîşan bidin. Jin têkoşîna xwe bi 8'ê Adarê re dikin yek û mezin dikin, digihînin lûtkeyê.”