‘Bila girtiyên nexweş bên berdan, tecrîd bê rakirin’

  • 09:05 3 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Jinan der barê tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û rewşa girtiyên nexweş axivîn û diyar kirin ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û tecrîd bê rakirin.
 
Li her derê cîhanê jin 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi heman daxwazan pêşwazî dikin. Erdnîgariya ku jin lê dijîn cuda be jî berxwedan wek hev in. Tevgera Jinên Kurd jî 8’ê Adarê  bi rihê têkoşînê pêşwazî dike. Yek ji rojevên sereke ya jinên Kurd a di 8’ê Adarê de tecrîda Îmraliyê, şîdeta dewlet-mêr, sedemên şer in.
 
Tecrîda giran ya 23 sal in li Îmraliyê tê meşandin, bandor li hemû girtîgehan û hemû civakê dike. Li Amedê jinan bi wesîleya 8’ê Adarê der barê tecrîd û binpêkirinên mafan de nêrînên xwe anîn ziman.
 
‘Heta em ranebin ser piyan wê çareserî pêk neyê’
 
Xwendekar Rosîda Arslan destnîşan kir ku tecrîd ne pêkanînek nûye û bi tecrîdêre zextên li hember girtiyan mijara gotinê ye. Rosîdayê wiha dirêjî da nirxandina xwe: “Li ser girtiyan zextek mezin a psîkolojîk û fîzîkî heye. Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Nexweşên giran hene. Roj bi roj rewşa wan giran dibe. Divê li derve bên dermankirin. Divê mirov bertek nîşanê vê bidin. Divê her kes li ser çapemeniya civakî vê parve bikin û bertek nîşan bidin. Heta gel ranebe ser piyan çareserî jî ne pêkane. Ji ber ku bêdengî mirine.”
 
‘Divê em piştgiriyê bidin hev’
 
Xwendekarek din Meryem Karahan jî balkişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha balkişand ser tercîdê: “Ji bo girtiyên nexweş tecrîd mirine. Divê tecrîd demildest rabe. Rewşa girtiyên nexweş her diçe xera dibe. Divê girtiyên nexweş azad bibin. Em bibin dengên wan. Em kurd divê xwedî li girtiyên xwe derkevin. Malbat niha di nobetê de ne. Divê em jî piştgirî bidin malbatan. Em bibin yek em ê ji hev hêzê bigirin. Divê em li dijî tecrîdê bibin yek û piştgiriyê bidin hev.”
 
‘Divê em rê nedin zilm û zextê’
 
Ayser Yalap ya teqawîte jî polîtîkayên tecrîdê ya li girtîgehan nirxand û got ev polîtîkayeke şaş e û wiha dawî lê anî: “Li cihê ku azadî û demokrasî hebe divê ev tunebe. Ez vê pêkanînên şaş dibînim. Divê sererastkirinên qanûnî bên kirin. Ya rast eve ku mirov di riya rast de biçin. Divê girtiyên nexweş bên berdan û dermankirin. Divê em destur nedin zext û zilmê. Rayedar di vê mijarê de demildest bila peywira xwe bikin.”
 
‘Gelek kes rastî îşkenceyan tên’
 
Sekreter Şehrîban Tugay jî bang kir ku divê girtiyên nexweş demildest bên berdan û wiha dawî lê anî: “Girtiyên nexweş bernadin û ev şaş e. Ez dibêjim ku divê girtîgeh bên girtin. Divê malbat ji bo girtiyan di lêgerîna maf û hiqûqê de bin. Ji ber mirov li wir îşkencê dibînin.”