Platforma Jinan a 8’ê Adarê: Hêza me ya guherînê heye

  • 09:09 2 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Platforma Jinan a 8’ê Adarê amadekariyên "Hevdîtina  Jinan a Mezin" a 8’ê Adarê piranî temam kiriye. Endama Platformê Ezgî Gurer got: “Em bi hêza xwe ya ku wê guherînê bike bawer dikin û di vê mijarê de têkoşîna me bilind dibe. Em hemû jinan vexwendiyê bernameyên xwe dikin."
 
Li Stenbolê amadekariyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bê navber didome. Îsal bi pêşengiya Platforma Jinan a 8’ê Adarê wê li Rihtima Kadikoyê, bi dirûşma "Em li dijî xizanî, şîdet, bipêkirinê têkoşînê mezin dikin" wê "Hevdîtina Jinan a Mezin" pêk bê. Endamên platformê li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê  bernameya civînê deklere kirin û piştre belavok belav kirin û banga hevdîtina di 6’ê Adarê de saeat di 13.30’an de pêk tê kirin.
 
Di vê çarçoveyê de endama Platforma Jinan a 8’ê Adarê  Ezgî Gurer axivî.
 
‘Bi destê dewletê pêşiya şîdetê vebû’
 
Ezgiyê diyar kir ku piştî feshkirina Peyamana Stenbolê û derxistina qanûnên înfazê re şîdeta li hember jin, zarok û LGBT’iyan zêde bûye û dewlet krîza ku niha têde ye bi êrîşa li hember jinan diçewisîne û wiha vegot: “Dewlet ji hêza jinê ditirse. Polîtîkayên desthilatdariyê şîdeta li ser jinan zêde kiriye.  Biryara vekişîna peymanê jî bandorek mezin li ser êrîşan kir.”
 
‘Jin gotina xwe dibêjin’
 
Ezgiyê daxuyand ku desthilatdarî Qanûna hejmar 6284 û Peymana Hejmar 190 a ILO pêk nayne û wiha dirêjî dayê: “Di rewşa heyî de krîza aborî gelek girane û xizaniya jinê jî girêdayê vê zêde dibe. Jin nikarin xwe bigihînin dermanên kontrola welidînî. Her wiha mafê xwegîhandina ped û tamponan tê astengkirin. Bi pêkata darzê ya 6’emîn re, li dijî mafê nefeqeya jinan êrîşek mijara gotinê ye. Tevî hemû astengî û êrîşan têkoşîna jinê gotina xwe dibêje. Dengê xwe bilind bike. Em ê her tim li kolanan bin û dengê xwe bilind bikin.”
 
Di têkoşînê de dibin yek
 
Ezgiyê daxuyakirin ku jin ji hev hêzê digirin û heta ku ev yekitî hebe wê pêngavên saxlem bên avêtin û wiha bi lêv kir: “Em niha di zemîneke ku xeteke hevpar ava bikin de ne. Bêguman em ji hev hêzê digirin. Em di têkoşînê de dibin ye. Platforma 8’ê Adarê jî yek ji van e. Divê em hêza xwe bilind bikin û em vê gelek girîn dibînin.”
 
‘Daxwaz hevpar in’
 
Ezgiyê balkişand ser daxwazên hevpar yên hemû saziyên jinan û wiha rêz kir: “Astengkirina kuştinên jinan, vekirina navendên pêşîgirtina şîdetê, xizmetên tenduristiyê yên bê pere, zêdekirina kreşan û bê pere, avakirina îstîghema jinan. Ev daxwazên me yên hevpar in. Armanca dirûşma ‘Em li dijî xizanî, şîdet, bipêkirinê têkoşînê mezin dikin’ ev e ku em xwedî li xwişkên xwe derdikevin. Hêza me ya ku em têkoşînê mezin dikin, heye.”
 
Ji bo qada 8’ê Adarê bang
 
Ezgiyê di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir ku bi coş, serhildan, daxwazên xwe di 6’ê Adarê de saet di 13.30’an de Îskeleya Beşîktaşê ya Kadikoyê bên gel hev û li dijî zextan û ji bo daxwazên xwe dengê xwe bilind bikin.