Jinên Şengalê dê bi çand û hunera xwe 8’ê Adarê pêşwazî bikin

  • 16:14 1 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞENGAL - Koma Hêviya Jinên Şengalê wê îsal jî bi kilibeke nû  8’ê Adarê pêşwazî bikin. Sitrana bi navê "Ew YJŞ ne" ya ku tê de qala Hêza Yekineyên Jinên Şengalê dike ji aliyê komê ve ji bo 8’ê Adarê hatiye amadekirin.
 
Li Şengalê piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an jinan têkoşîna xwe ya ku ji dîrokê heya roja îro ya heyî roj bi roj mezintir û berfirehtir kirin. Jinan di tevahî qadên jiyanê de reng û hêza xwe bi awayê herî bedew nîşan dan. Ji van qadan yek jî qada Çand û Hunera Êzidxanê ye ku piştî fermanê li Şengalê hatiye avakirin. Kar û xebatên Kevana Zêrîn li Şengalê jî weke xweser ji aliyê jinê Şengalê ve bi navê çand û Hunera Sitiya Nexşan tên birêvebirin. Di çand û hunera Şengalê de li gel komên dîlan, şano, wêne yê komên sitranan jî heye, yek ji wan koman jî Koma Hêviya Jinên Şengalê ye. Ev koma ku ji jinên ciwan pêk tê her sal bi sitranek nû derdikevin.
 
Koma Hêviya Jinên Şengalê wê îsal jî bi kilibeke nû  8’ê Adarê pêşwazî bikin. Sitrana bi navê "Ew YJŞ ne" ya ku tê de qala Hêza Yekineyên Jinên Şengalê dike ji aliyê Komê ve ji bo 8’ê Adarê hatiye amadekirin.
 
Endama Koma Hêviya Jinên Şengalê  Çimen Berces di derbarê wate û giringiya rojê de wiha gotin: “Em weke jinên Êzidî roja jinên Kedkar a Cîhanê li tevahî jinan piroz dikin. Her wiha bi taybet em li jinên Êzidî yên ku ketine destê çeteyên DAIŞ’ê pîroz dikin. Em bi sitrana xwe dixwazin ku ji dijmin û aqilê mêr re bêjin ku  li ser axa pîroz a Êzidxanê carek din dîrok bi destê jin û bi keda jinê tê nû kirin.” 
 
Endama din a bi navê Canê Murat jî wiha got: “ Ji ber 8’ê Adarê roja berxwedan û têkoşîna jinê ye me jî weke jinên Êzidî êşên mezin di fermanan de kişandiye lê hêza YJŞ'ê ji bo tevahî jin û civaka Êzidî bû hêviya vejînê, ji bo wê me xwest em li ser van jinên leheng sitranekê çêbikin. Em jî bi vê boneyê ji niha ve roja 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz dikin.”