Li Qamişloyê Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dest pê kir

  • 14:58 1 Adar 2022
  • Rojane
QAMIŞLO -7’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê ve bi dirûşma “Jin kulîlka buhara çandê ye” dest pê kir. 
 
Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyek çapemeniyê di 23’yê Sibatê de starta 8’ê Adarê dan. Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi kelecanek mezin 8’ê Adarê pêşwazî dikin û gelek çalakiyê bi reng li dar dixînin. Îro jî Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê bi dirûşma “Jin kulîlka buhara çandê ye” mîhrîcana Wêje û Hunera jinê ya 7’emîn dan destpêkirin. Dê ev mîhrîcan 2 rojan dewam bike û di mîhrîcanê de gelek hunerên jinan bên pêşandan. 
 
‘Ev mîhrîcan nirxa tevahî jinan e’
 
Axaftina vekirinê ji aliyê Hevseroka Encûmana Zagonsaz a Herêma Cizîrê Arya Ehmed ve wiha hate gotin: “Bi tevlîbûna bi hezaran jinan ev mîhrîcan tê lidarxistin. Ev mîhrîcan afrîneriya jinê derdixîne holê. Mîhrîcana jinê bi nirx e û ev nirx jî nirxa tevahî jinan e. Jin di hundirê xwe de evîn û qimetê dihewine û ev yek jî bandorê li civakê dike. Jin jiyan e û stûna civakê ye û di avakirina civakê de rola bingehîn dileyîze. Jin roj bi roj destanên afrînerî û serkeftinê dinivîsînin.”
 
‘Jin bi ked û hunera xwe beşdarî mîhrîcanê bûn’
 
Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Botan Hoşê wiha qala Mîhrîcanê kir: “Mîhrîcana 7’emîn a Wêje û Hunera Jinê bi tevlîbûna jinan dest pê kir. Ruxmê pêvajo pir giran e, lê bi bîr û baweriya jinê ev mîhrîcan hate lidarxistin. Bi sedan jin bi ked û hunera xwe beşdarî mîhrîcanê bûn. Hemû jin bi hêviyek mezin amadekariya mîhrîcanê kirin. Jin dê huner û wêjeya xwe divê mîhrîcanê de bide pêşandan. Jin bi kedek mezin amadekarî kir û wê bi hezaran tişt divê mîhrîcanê de bê pêşandan, hemû jî ked û xweşikiya jinê dide nîşandan. Em dikarin bêjin ku bi tevlîbûna jinê re, reng û dengê jinê derket holê.”
 
Paşê Koma Gere Stêrk a bajarê Hesekê stran pêşkêş kirin. Her wiha koma Yursoyo govend gerandin. Helbestvan Roşa helbestek bi zimanê Suryanî û helbestvan Nêrgîs Îsmaîl helbestên xwe xwendin. Koma Şano ya şehid Eziz Ereb, şanoya xwe pêşkêş kirin. Her wiha fîlîm hate pêşandin.