Ji hiqûqnasan ji bo Aysel Tugluk bang

  • 09:05 28 Sibat 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hiqûqnasan diyar kirin ku rapora ku ATK’ê der barê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de ya weke ‘dikare di girtîgehê de bimîne’ daye, pêkanînek polîtîk a ne li gorî etîka hiqûq û tipê ye. Hiqûqnasan her wiha ji bo berdana Ayselê banga hewldanên pêwist li Yekitiya Baroyê kir.
 
Saziya Tipa Edlî (ATK) ya girêdayê Wezareta Dadê ye carek din der barê siyasetmedara kurd Aysel Tugluk de rapora ‘dikare girtî bimîne’ da. Tevî teşhîsa nexweşiya demansê ya li Ayselê hatiye danîn, rewşa wê nayê dîtin.
 
Ji bo Ayselê çalakî
 
Rewşa Ayselê di şertên girtîgehê de roj bi roj giran dibe û di girtîgehê de dermankirina wê ne pêkan e. Rêxistinên jinan, rojnameger, akademîsyen, rewşenbîr, parêzvanên maf û hunermedan bertek nîşanê rapora ATK’ê dan û kampanyayên cuda dan destpêkirin û bang kirin ku Ayselê demildest bê berdan.
 
Hiqûqnasên ji ajansa me re axivîn diyar kirin ku rapora ATK’ê biryarek siyasî ye û bang li ATK’ê kir ku raporên adîlane bidin û her wiha banga hewldanên pêwist li Yekîtiya Baroyan kir.
 
‘Desthilatdarî zextê li ATK’ê dike’
 
Parêzer Gul Altay destnîşan kir ku ew bi salane Aysel Tugluk nas dike û wiha domand: “Raporên ATK’ê yên der barê Aysel û girtiyên din yên nexweş, hatine dayîn, di encama zextên desthilatdariyê de tên dayîn. Mixabin hiqûq pêk nayê. Girtiyên nexweş nikarin di girtîgehê de bimînin û hewcedariya wan bi dermankirinê heye. Divê ligel malbatan bin. Her wiha gelek girtiyên nexweş ên ku roja tahliye dibin jiyana xwe ji dest didin hene. Ev mirin jî di esasê de vê polîtîkayê aşkera nîşan dide. Nêzîkatiya desthilatdariyê zextê li ATK’ê dike. Aysel Tugluk bi salan siyaset kir. Bi nasnameya jin û hiqûqnasiyê di gelek qadan de rola çalak girt. Ji ber pirsgirêkên tenduristiya dijî divê demildest bê berdan.”
 
Banga hestiyariyê
Parêzer Mehtap Yurtluk jî bi lêv kir ku di serî de wezareta dadê û hemû saziyên berpirs ji ewlehiya canê girtiyên nexweş berpirs e û wiha anî ziman: “Ewlehiya canê mirovan, mafê herî sereke yê mafê jiyanê ye. ATK ya ku divê biryarên serbixwe û zanistî bidin, raporên weke ‘dikare girtî bimîne’ dide û ev bi rastî ne wijdanî û mirovahî ye. Ez ji bo nexweşan banga hestiyariyê li rayagiştî dikim. Divê her kes di vê mijarê de bi hestiyar tev bigere.”
 
 
‘Em ji ATK’ê ne merhemet,  peywirê dipên’ 
 
Parêzer Nuran Arslaner jî di axaftina xwe de balkişand ser rewşa Ayselê û wiha daxuyand: “Aysel cihekî wê yê girîng heye û di heman demê de endama baroya me û hevpîşeya me ye. Biryara hatiye dayîn û rapora hatiye dayîn mijara nîqaşê ya cidî ye. Hem di alî hiqûqî hem jî di alî tibî de. Daxwaz ne ku bi pêkanînek taybet pêk bê. Ne ku guneh pê bê ye. Divê ATK li rewşa Ayselê binêrin û biryarê bidin. Di rewşa heyî de Aysel nikare di girtîgehê de bimîne, nikare parastina xwe bike, nikare tenê bijî. Divê dermankirina wê baş bê kirin ku hinek be jî pêşî li nexweşiyê bê girtin. Ev pêkanîna li hember Ayselê ne di etîka hiqûq ne jî di ya tibî de heye.”
 
Ji bo yekîtiya baroyan bang
 
Nuranê di dawiya axaftina xwe de di alî berdan û pêkananîna şert û mercên jiyana Ayselê de bang kir û wiha got: “Em bang li Yekîtiya Baroyê ku em endamên wê ne, dikin ku tevlî rewşê bibin û hewldanên pêwist bikin.”