Hevseroka DFG’ê Dîcle: Rojnameger li pey heqîqetê ne

  • 09:02 28 Sibat 2022
  • Rojane
 
AMED - Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu da zanîn ku çavkaniya êrîşên li hember rojnamegerên herêmê ji pirsgirêka Kurd diqewime û wiha got: “Kevneşopiyek rojnamegerên Kurd a ji Apê Musa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firatan tê heye. Rojnamegerên kurd mirinê didin ber çavan û li  pey heqîqetê diçin.”
 
Zextên li ser rojnamegeran roj bi roz zêdetir dibin. Ev rewş di raporên rêxistinên pîşeyî yên navneteweyî de jî tên dîtin. Lê li Tirkiyeyê di serî de serokomar hemû rayedar di mijara azadiya çapemeniyê de israra xwe didomînin. Rojnameger tên binçavkirin û girtin.
Komeleya Rojnamegerên Dîcle-Firat (DFG) li dijî binçavkirin, girtin û zextan bi daxuyanî û raporên amade dike hewl dide bibe dengê xebatkarên çapemeniyê.
 
Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu der barê zextên li ser rojnamegerên li herêmê rojnamegeriyê dike nirxandin kir.
 
‘Li Tirkiyeyê azadiya fikr û ramanê tune ye’
 
Dîcleyê da zanîn ku li Tirkiyeyê azadiya fikr û raman û demokrasiyê girêdayî hev pêş dikevin û bi vê re jî Tirkiye ne welatekî demokratîk e. Dîcleyê wiha dirêjî dayê: “Ji ber azadiya fikr û ramanê tune ye rojnameger tên binçavkirin û girtin. Li gorî daneyên DFG’ê niha 65 rojnameger girtîne. Li welatekî ne demokrasî binpêkirina mafan û cînayet pêk tên. Dewlet naxwaze civak van bibihîze. Ger rojnameger vê rewşê nenivîsin wê normal tev bigerin. Ji ber vê dewlet ditirse. Rojên borî Zeynep Durgut li Cizîrê hat binçavkirin. Cizîr yek ji cihên ku binpêkirin pir lê tên jiyîn e.”
 
‘Zeynep hedef girtin’
 
Dîcleyê destnîşan kir ku tiştên ku Zeynebê şahidiya wan kirine ne biçûk û hêsan in û wiha daxuyand: “Ji ber vê Zeynep hedef hat girtin. Zeynep ne cara yekem e tê binçavkirin. Der barê Abdulgaffar Dayan ê wesayîta zirxî lê xist û jiyana xwe ji dest da nûçe çêkir. Vê mijarê deng da. Midûrê emniyetê çû cem malbatê û got ‘bûyerê mezin nekin’. Zeynep ji ber van nûçeyan hedef hat girtin. Ji roja Tirkiye damezriye ji bo rojnamegeran bûye girtîgeh. Li Tirkiyeyê rojnamegerî tê wateya têkoşîna li dijî mirinê. Gelek rojnameger tevî hemû zextan dizanin dîsa jî rojnamegeriyê dikin.”
 
‘Nîjadperestiyê derdixe holê’
 
Dîcleyê di berdewamiyê de diyar kir ku rojnamegerên kurd nêzî 40 salî ne têkoşînê dimeşînin û ligel vê jî kevneşopiyek hat avakirin û wiha bi lêv kir: “Kevneşopiya çapemeniya azad. Ev ji Apê Musa, Gurbetellî Ersoz, Denîz Firatan heta îro hatiye. Rojnamegerên kurd mirin dan ber çavên xwe û meşiyan heqîqetê. Dema vê dikin mirinê didin ber çavan. Dema pîşeyê dikin bi nêrînek normal li binpêkirinan dinêrin. Di rayagiştî de li hember rojnamegerên kurd pêşdarazek heye. Di salên dawî de ev bê şikandin jî mixabin di çarçoveya ku deshtilatdariyê daniye holê de dinêrin.”
 
‘Piştevanî ji bo hemû rojnamegeran girîng e’
 
Dîcleyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku gelek rojnameger şahidiya şert û mercên xebata rojnamegerên kurd dikin û ev tişt daxuyand: “Rojên borî de rojnameger Bariş Peyhlîvan û Murat Agirel hat girtin û piştre bi kontrol hat berdan. Berdana du rojnamegeran di esasê de pêkhatina hiqûqê ye. Lê dema mijar dibin kurd terza nûçeyê dikin hincet û nayên berdan. Hem ji bo rojnamegerê kurd hem ji bo girtiyên siyasî heman tişt ne derbasdar e. Em wek DFG li gorî mîsyona xwe tev digerin. Em hewl didin binpêkirinên mafan ên li hember rojnamegeran bikin rojevê.  Em hem bi çapemeniya civakî û hem jî bi raporan didin bihîstin. Rojnamegerî ne sûc e, hewcedarî bi qîrînê heye. Em wek DFG hewl didin têkoşîna xwe mezintir bikin.”