Hiqûqnasan ji ber edliyê bang kir: Girtiyên nexweş berdin

  • 15:06 24 Sibat 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Hiqûqnas ji bo siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku bi nexweşiya giran e hatin cem hev û xwestin ku diserî de Aysel Tugluk hemû girtiyên nexweş werin berdan.
 
Gelek hiqûqnas di Nobeta Edaletê ya, li ber avahiya Edliyaya Çaglayan a Stenbolê hatin cem hev û bal kişandin ser rewşa siyasetmedara kurd Aysel Tugluk ku li Girtîgeha bi hejmar 1 a Qandirayê girtî ye. Hiqûqnasan li ber deriyê edliyê daxuyaniya çapmeniyê dan. Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabibên Tirk (TTB) Prof. Dr. Şebnem Korur Fîncancî, Alîkarê Serokê Yekîtiya Baroyên Tirk (TTB) Gurkan Altûn û her wiha gelek endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) amade bûn.
 
Hiqûqnas Mebûse Tekay bi bîr xist ku Aysel Tugluk endama Baroya Stenbolê ye lê baro lê xwedî dernakevê û got ku ew ê vê bêhelwestiya baroyê ji bîr nekin. Mebuse got ku Aselê vîna bi milyonan miorv e, baro çavê xwe li vê digire û diyar kir ku heke Tirkiye dewleteke hiqûqê bûya wê Aysel bihata berdan.
 
Şebnem Korur Fînancî jî diyar kir ku girtiyên nexweş di hucreyên yek kesî de têne girtin, li gel ku nikarin li girtîgehê bimînin jî bi rapora Saziya Tiba Edlî (ATK) nayê hiştin ku girtî bêne berdan û bal kişande ser peywirdarkirina li ser ATK'Ê û got, ''Bi vê peywirdarkirinê derheqê Aysel Tugluk raporeke dûrî zanistî hate Amadekirin. Ev meseleya me hemûyan e. Divê em vê rewşa neheq û nehiqûqî berbiçav bikin û bilez divê girtî bêne berdan. ''
 
Gurkan Altun jî diyar kir 9 doktoran derheqê Aysel Tugluk de rapor amade kirine, di raporê de tê diyarkirin ku Aysel Tugluk nikare li girtîgehê bimîne lê ATK'ê ev rapor qebûl nekiriye.