Girtiyên li Girtîgeha Tekîrdagê di grevê de ne: Dawî li vê îşkenceyê bînin

  • 11:26 22 Sibat 2022
  • Rojane
STENBOL - Girtiyên li Girtîgeha Hejmar 2 a Tekîrdagê ku ji ber xwe di ewlehiyê de nabînin diyar kirin ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe bidomînin û xizmên wan jî gotin, "Bila dawî li vê îşkenceyê bînin."
 
Piştî rejîma tecrîdê ku li Îmraliyê xisitn meriyetê û ev nêzî salekê ye ku ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Tecrîda ku li îmraliyê hat destpêkirin li hemû girtîgehan belav bûye. . Li Girtîgeha Tekîrdagê a Hejmar 2 ku Vedat Çemerkmen bi awayê bi gûman jiyana xwe lê ji dest da û Yasîn Enenç jî lê hat îşkencekirin û giran birîdar bû, 12 girtiyan ji 17'ê Çileyê de 12 girtiyan bi daxwaza ku bila binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin dest bi grevê kirine.  Çalakgeran diyar kir ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Malbatên ku duh ji herêmê çûn Girtîgeha Tekîrdagê û bi zarokên xwe re hevdîtin kirin, xwestin ku daxwazên zarokên wan bên bicihanîn. 
 
Li gel rê 20 saet e mafê hevdîtinê 30 deqe ye
 
Dayika Yakup Kaymaz ê ku 7 sale di girtîgehê de ye Perîşan Kaymaz, diyar kir ku rewşa lawê wê û gitiyên din gelek xirab e. Perîşanê got, "Giriyan ji ber tundiya ku rêveberiya girtîgehê li wan dike dest bi çalakiyê kirine. Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin. Bila bes dilê dayikan biêşînin. Em gelek zahmetî dikişînin em ji rêyeke 20 saet didome tên û tenê 30 deqe dikarin bi zarokên xwe re hevdîtinê bikin. Ew jî zû diqede."
 
Perîşanê bang li malbatên girtiyan jî kir û got, "Bila xwedî li zarokên xwe derên û bibêjin em vê zilmê qebûl nakin." 
 
'Girtî bi biryar in'
 
Dayika Tufan Yilmaz ê ku cezayê wî yê muebeta giran heye û di nav girtiyên di çalakiya grevê de cih digire Nesîbe Yilmaz, got ku daxwazên girtiyan neyên bicihanîn dê çalakiya girtiyan bidaome û got, "Girtî dibêjin ku ew ne di ewlehiyê de ne û bi awayê kêfî îşkence li wan tê kirin. Bila dawî li vê îşkenceyê bînin . Şert û mercên vê girtîgehê ji yê girtîghehên din zaimetirin .Lê zarokên me jî bi biryar in." 
 
Nesîbe diyar kir ku moralê zarokên wan li cih e û ew ê heta dawî xwedî li zarokên xwe derkevin û banga hestiyariyê li raya giştî kir.