Ji ber Girtîgeha Tekîrdagê bang: Girtî ne di ewlehiyê de ne

  • 14:29 21 Sibat 2022
  • Rojane
 
TEKİRDAG - Malbatên girtiyên ku li dijî binpêkirina mafan a li girtgîehan di grevê de ne ji herêmê çûn ber Girîtega Tekîrdagê. Malabatan li ber girtîgehê daxuyanî dan, banga hestiyariyê kirin û gotin daxwazên girtiyan mirovî ne û binpêkirina mafan li girtîgehan hatiye asta îşkenceyê. 
 
Malbatên Girtiyên ku li dijî binpêkirina mafan a li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne ji herêmê çûn ber Girtîgeha Hejmara 2 a Tekîrdagê û daxuyanî dan.  Di daxuyaniya ku rêveberiya girtîgehê hat şermezarkirin de li gel xizmên girtiyan parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  a Stenbolê Oya Ersoy jî cih girt.   
 
Di destpêka daxuyaniyê de Parlamentera  HDP'ê  Oya Ersoy, axivî. Oya diyar kir ku ew li dijî binpêkirina mafan hatine ber girtîgehê û berdewam kir, "Li vê girtîgehê di demek nêz de kesekî jiyana xwe ji dest da û kesek jî hewl da întîhar bike.  Gardiyanan li girtîyekî jî îşkence kir." Oya anî ziman ku malbatên girtiyan û parêzerên wan xwestine bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin lê ev daxwaza wan hatiye redkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Li vê girtîgehê niha 12 gitî di greva birçîbûnê ya bê dorveger de ne. Tenê daxwazeke girtiyên di çalakiyê de heye û ew jî ew e ku bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin û pirsigrêkên wan bên çareserkirin. Wezareta Dadê û rêveberiya girtîgehê ji ewlehiya girtiyan berpirsiyarin û divê vê erka xwe bi cih bînin. Li vêderê îşkence li girtiyan tê kirin û êrîşî wan dikin."
 
'Erka dewletê ye ku rê li ber mirinê bigire'
 
Oya anî ziman ku Wezareta Dadê ji ewlehiya her kesekî ku digire dike girtîgehê berpirse û di berdewamiyê de ev tişt got, "Niha li girtîgehan bi hejmareke zêde gitiyên nexweş hene û ev gitiyên nexweş li girtîgehê jiyana xwe ji dest didin. Erka dewletê ye ku rê li ber mirina di girtîgehan de bigire." 
 
'Bila girtiyên nexweş  bên berdan'
 
Dayika Mehmet Yildirim ê girtî Aslihan Yildirim jî di axaftina xwe de diyar kir ku lawê wê 17 sal e di girtîgehê de ye û ev tişt got, "Lawê min 4 caran emeliyat bû. Dixwazim wî berdin. Bila dewlet vê çareser bike. Ez nexweşim û tevî nexweşiya xwe jî hatime hevdîtina wî. Bila dewlet girtiyên nexweş serbest berde. Daxwaza me ev e. Bila hesrtea di dilê dayikan de biqede."
 
Daxuyanî piştî axaftinê bi dawî bû.