'Hebûn û nasname, zimanê me ye'

  • 09:13 21 Sibat 2022
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
QAMIŞLO - Mamoste û xwendevanên bajarê Qamişloyê 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê pîroz kirin û gotin: “21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ye û em vê rojê li tevahî gelên ku xwedî li zimanê xwe derdikevin û bi taybet gelê kurd pîroz dikin.”
 
21’ê Sibatê roja ziman a cîhanê di mijdara 1999’an de di konferansa giştî ya Rêxistina Perwerde Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin. Ev roj her sal bi rengekî fermî tê pîrozkirin. Yek ji wan gelan gelê kurd e ku her roj bi tunekirinê re rû bi rû ye lê dîsa jî ji bo parastina ziman li berxwe dide. Heta roja îro jî zimanê Kurdî bi awayekî fermî nehatiye pejirandin û heta li Bakurê Kurdistanê di salên kevin de dema kurdî bihata axaftin cezayê wê hebû. Bi saya şoreşa Rojavayê Kurdistanê gelê kurd hebûna xwe mayinde kirin û ji wan yek jî şoreşa ziman bû ku heta zanîngeh hatiye avakirin. Têkildarî Roja Ziman a Cîhanê Mamoste û Xwendevanên bajarê Qamişloyê ya dibistana Brahîm Henano nêrînên xwe parve kirin. 
 
‘Zimanê me ji qirkirinê xilas bû’
 
Newroz Ehmed di derbarê Roja Ziman a Cîhanê de wiha got: “Ez di dibistana Brahîm Henan de beşa ziman didim xwendevanan. Beriya ku şoreşa Rojava pêk were, zimanê me ber bi qirkirinê ve diçû. Ji ber Rejîma Baas a faşîst dixwest zimanê kurdî qir bike. Kurd jî vê yekê dizanin û herdem zimanê xwe ji qirkirinê diparastin û pêş dixistin. Dema pîrozbahî mîna 8’ê Adarê û Newroz çêbûya me nedikarî ala xwe hilînin û cil û bergên xwe yên gelêrî li xwe bikin. Armanca Rejîmê ew bû ku hebûna kurdan tune bike. Paşê şoreşa Rojava pêk hat û zimanê me ji qirkirinê hate xilaskirin.”
 
‘Em bi awayekî azad i zimanê xwe dixwînin’
 
Newroz diyar kir ku bi saya bi hezaran pakrewanan îro ew bi kurdî diaxivin û wiha pê de çû: “Bi saya şehîdên me em îro zimanê xwe diparêzin. Piştî Rêveberiya Xweser hate avakirin gelek pêşketinên ber bi çav çêbûn û ji wan yek jî dibistan bû. Zimanê kurdî di sala 2014’an de li tevahî dibistanan dest pê kir û paşê di nava du salan de bû seretayî, paşê bû amadehî û herî dawî jî em gihîştin asta zanîngehê. Bi saya şoreşê em îro bi awayekî serbest zimanê xwe dixwînin. Ger îro me ziman bi ser xist, em dikarin bêjin ku em ê welat jî ser bixînin. Hebûn û nasnameya me zimanê me ye.”
 
‘Rêveberiya Xweser ji bo ziman mafê hemû pêkhateyan diparêze’
 
Newroz da zanîn ku hemû pêkhateyên herêmê bi zimanê xwe dixwînê û wiha domand: “Rêveberiya Xweser li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tu ferq û cudahî nexistiye navbera pêkhateyan. Di pergala Rêveberiya Xweser de ne tenê zimanê kurdî ye, hemû pêkhate bi zimanê xwe dixwînin. Rêveberiya Xweser mafê hemû gelan diparêze. Her wiha mamosteya hemû pêkhateyan heye. Ziman ji bo civakan pir girîng e û divê em bi zimanê xwe bixînin. Dema ziman hebe, wê hebûn jî hebe. Bi ziman mirov dikare doza welatekî bikin. Ger em xwedî li zimanê xwe derkevin em ê xwedî li welatê xwe jî derkevin. 21’ê Sibatê Roja Ziman a Cîhanê ye û ez vê rojê li tevahî gelên ku xwedî li zimanê xwe derdikevin û bi taybet gelê kurd pîroz dikim. Zimanê kurdî her ku diçe pêş dikeve û hêviya min ji gelê kurd heye ku xwedî li zimanê xwe derkevin û bi zimanê xwe bixwînin, binivîsînin û baxivin. Divê gelê kurd li ku derê be jî zimanê xwe ji bîra nekin. Li Bakurê Kurdistanê ji bo ziman êrîşek mezin heye û hatiye qedexekirin. Divê gelê me yê Bakurê Kurdistanê derfet nedin dijmin da ku zimanê wan qir nebe.”
 
‘Zimanê me nasnameya me ye’
 
Vîn Remo ya li dibistana Brahim Henan e û dibistana navîn dixwîne wiha dibêje: "Ez ji refa duyemîn de bi zimanê kurdî dixwînim. Bi zimanê xwe xwendin hestekî pir xweş û bi wate ye. Zimanê me nasnameya me ye û her civak bi nasnameya xwe tê nasîn. Kesên ku bi zimanê xwe nexwîne, nasnameya wê/î winda dibe. Îro mamosteyên me hemû kedek mezin didin me da ku zimanê me bê jiyîn. Herî dawî jî ez roja ziman a cîhanê li herkesî pîroz dikim."
 
‘Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin’
 
Silîva Ebdullah a li dibistana Brahim Henane hestên xwe di derbarê vê rojê de wiha parve kir: “Ez ji refa sêyan heta niha bi zimanê xwe dixwînim û ev hest pir xweş e ku ez fêrî zimanê kurdî dibim. Dema mirov bi zimanê xwe bixwîne xweştir û hêsantir e. Herkesî ku hînî zimanê xwe dibe, hînî kevneşopî, dîrok û hebûna xwe dibe. Daxwaza min ew e ku herkes xwedî li zimanê xwe derkevin.”