Alavên Mehmet Tûnç piştî 6 salan radestî malbata wî hatin kirin

  • 09:12 20 Sibat 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin
 
ŞIRNEX - Alavên Hevserokê Meclîsa Gelan a Cizîrê Mehmet Tûnç ê ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû qetilkirin, piştî 6 salan şûnde rasdestî malbata wî kirin. Dayika wî Esmer Tûnç, bertek nîşanê rewşê da û wiha got: “Dema eşyayên Mehmetê min anîn, wekî ku cenazeyê wî anîn. Êşa dilê min carekedin nû bû. Her wiha kurê min Mehmet û Orhan di vê mehê de hatin qetilkirin. Alavên di vê mehê de hatin rasdestkirin ne tesaduf e.”
 
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera salên 2015-2016'an de, di qedexeyên derketina derve de 177 di jêrzemînan de û bi giştî nêzî 300 kes hatibûn qetilkirin. Yek ji van kesên ku hatin qetilkirin Hevserokê Meclîsa Gelan a Cizîrê Mehmet Tûnç bû. Di ser qedexeya derketina derve de 6 sal derbas bûn piştre polîsan di 18’e Sibatê de “kompîtir, qasaya kompîtirê û hîn îmajên compîtirê” rasdestî malbata wî kirin.
 
Her wiha di qedexeya derketina derve de yek ji van kesên ku hatiye qetilkirin jî Agît Akil ê 16 salî bû. Swêterek, pantorek û kemberek ên perçekirî û şewitî bi tevî 52 lîre û 75 qirûş pereyê wî jî di 11’ê Çileyê de radestî dayika wî Guler Akil kiribû.
 
Dayika Mehmer Tûnç, Esmer Tûnç û hevjînê wî Zeynep Tûnç, tiştên hatin jiyîn qebûl nekirin û gotin careke din birînên wan hatine nûkirin.
 
‘Piştî 6 salan alavên Mehmet anîn’
 
Esmer Tûnç, anî ziman ku polîsan beriya du roj berê eşyayên Mehmet Tûnç teslîmê wan kiriye û wiha got: “Mehmet û birayê wî Orhan qetil kirin û destûrê nadin em birîna xwe derman bikin. Hikûmet hertim birînên dilê me nû dike. Di dema şer de beriya ku xaniyên me bişewitînin ev eşyayên wî ji malê derxistine û piştre agir bera mala me dan û şewitandin. Wê demê hemû alavên me şewitandin û bi tenê dest danîbûn ser alavên Mehmet. Wê demê tu tiştekî me nema, hemû şewitandin. Di ser komkûjiyê de 6 sal derbas bû, lê hîn nû alavên kurê min anîn. Ev 6 sal in alavên kurê min di destên wan de bûn. Hîn nû alavên wî anîn. Dema alavên Mehmet anîn, wekî ku cenazeyê Mehmetê min anîn. Alavên Mehmet anîn dan li ber min û gotin ‘Alavên Mehmet Tunç in.’ Min ji wan re got ji van re çi bikim. Ji min re gotin ferman wisa hatiye û gotin serê we sax be. Beriya sê meh berê jî zarfek hat malê û gotin 50 mîlyar deynê Mehmet heye. Beriya salek pêşî jî min çima gotiye Mehmet şehidê Kurdistanê ye, derbarê me de lêpirsîn vekir. Her carê birîna dilê me nû dikin. Piştî 6 salan îro alavên kurê min anîn û carekedin birîna dilê min nû kirin. Dema min ev eşyayên Mehmet dît, wekî ku cenazeyê wî anîn.”
 
‘Ev ne tesaduf e’
 
Esmer, bi lêv kir ku hemû dewletên navnetweyî çav û guhên xwe girtine û wan nabînin û wiha pêl da axaftina xwe: “Gelo ew ker in, çima me nabihîzin. Çima li hember ev qas zilm û zordariyê bêdeng dibînin. Em dibêjin êdî bes e. Bes e birîna dilê me kûr dikin. Çima vê zilmê li me dayikan dikin.  Dema van alavên Mehmet dibînim birîna dilê min kûrtir dibe. Ez ê tu carî van rojan ji bîr nekim. Heta ku em sax bin birîna me sax nabe. Birîna me kûr e, dermanê wê tune ye. Zarokên me bi zanebûn hatin qetilkirin, lê ev têra wan nake. Meha Sibatê mehek reş e. Di 7’ê Sibatê de Mehmet, di 13’ê Sibatê de Orhan hat qetilkirin û di 15’ê Sibatê de jî Serok teslîmê Tirkiyeyê hat kirin. Di vê mehê de alavên Mehmetê min anîn, lê ev ne tesadûfe. Xwestin birîna dilê me zindî bikin. Di salvegera meha wan de ev tiştê hat kirin ne tesaduf e.”
 
‘Destûrê nade em êşa dilê xwe sax bikin’
 
Hevjîna Mehmet Tûnç, Zeynep Tûnç jî ji ber piştî 6 salan alavên hevjînê wê anîne ji wan re bertek nîşan da û wiha domand: “Ez li ser şaneşînê bûm. Deriyê me xistin û sê polîsan di poşetekî de anîn. Gotin Zeynep Tunç tu yî, min got belê. Gotin me hîn alavên Mehmet Tunç anî. Dema wisa gotin dest û nigên min ricifîn û nizanibûm çi bi min hat. Min ji wan re got 6 sal borî we hîna nû alavên wî tînin ji me re. Dema ev alav anîn birîna dilê me kûr kirin. Jixwe em tu carî wan ji bîr nakin. Her roj, her saet û deqe di bîra me de ye. Ji ber zilma dewletê derûniya zarokên me êdî xirab bûye. Her carê bi tiştekî birîna dilê me nû dikin. Di serî de van eşyayan ji mal derdixin û piştre xaniyên me dişewitînin. Piştî 6 salan şûnde eşyayan teslîmê me dikin û birîna dilê me nû dikin. Mafê wan tuneye ku vî tiştî dikin. Em hewl didin ku birînên xwe sax bikin, lê ew kûrtir dikin. Lê ew çi dikin bila bikin heta dawiyê em ê li ser rê û doza şehîdên xwe bin. Lê dema ev alavana anîn em gelek xemgîn bûn. Piştî çend salan şûnde hin kincan teslîmê malbatan dikin. Lê hîn cenazeyên malbatan teslîmê wan nehatiye kirin. Ger ew kincên wan bin, cenazeyên wan li ku derê ye. Dewlet destûrê nade em êşa dilê xwe sax bikin.”