‘Zihniyeta serdest a mêr bandorê li ser raporên ATK'ê dike’

  • 09:07 20 Sibat 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum raporên ATK’ê yên demên dawî de der barê jinên întîxar dikin de, amade dike nirxand û da zanîn ku serdestiya mêr bandor li ser raporan dike û raporên ATK’ê jî wek daxistina tahrîkê mêran xurt dike.
 
Li polîtîkayên dijminê jinê yên desthilatdariyê, raporên ku Saziya Tipa Edlî didin jî zêde bûn. Di salên dawî de jinên ji katên bilind de tên avêtin û qetilkirin, jinên bi tecawizê re rûbirû dimînin, ji aliyê Saziya Tiba Edlî (ATK) ve nayên tespîtkirin. Yek ji biryarên ATK’ê, yek Şule Çet ya din jî Eda Nur Kaplan e. 
 
Di 29’ê gulana 2018’an de li Enqereyê Şule Çet ji aliyê Çagatay Aksu  û Berk Akan ve bi tecawizê re rûbirû ma. Di asta lêpirsînê de pisporê ATK’ê Mehmet Nurî Aydin rapora "Ger jinek bi mêrekî re li cihekî bêdeng alkol girtibe û hele ku çibû mala wî ya ku kes lê tune ev tê wateya ku têkiliya zayendî qebûl kiriye" da. Li ser bertekên rayagşî Mehmet Nurî Aydin ji pîşeyê hat menkirin. Her wiha di 17’ê tebaxa 2021’ê de li Enqereyê  Edanur Kaplan întîxar kir. Derket holê ku Mehmet Ardiçoglu Yusuf Guzelyurt tecawiz kirine Û Edanur çûye qerekolê gilî kiriye. Di rapora Edanur Kaplan de hat gotin ku daneyên tecawizê tune.
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê Zuleyha Gulum der barê raporên ATK’ê de nirxandin kir.
 
‘Rapor ne tesadufin’
 
Zuleyhayê bi lêv kir ku ATK bi zemîna îdeolojîk a desthilatdariyê tevdigere û ne tenê di dozê jinan de der barê girtiyên nexweş de jî biryarên wan balkêşin. Zuleyhayê wiha daxuyand: “Xuyaye ATK di bin zemîna desthilatdariyê de tevdigere. Kesên li wir li gorî wan tên tayînirin. An jî bi heman terzê amadekirina raporan ne tesadufe.  Desthilatdarî demek dirêje di mijara jinê de polîtîkayên ku mêran mezin dike bilind dike dimeşîne. Bi rakirina peymana Stenbolê jî ev baş nîşan daye.”
 
‘Zihniyeta serdest ya mêr bandor li ser raporan jî dike’
 
Zuleyhayê diyar kir ku bandora gotinên desthilatdariyê ne tenê li ser civakê li ser ATK’ê jî dike û wiha bi lêv kir: “Dewlet tenê bi gotin û qanûnên derdixin êrîş nakin. Bi saziyên xwe jî êrîş dikin. ATK û Diyanet ji van saziyane. Her tim gotinên dijminahiya jinan dikin bikar tînin. Daxuyaniyên ku jin li dijî şîdetê serî bitewînin didin. Dema nêrînek bê girtin ji Diyanetê digirin. ATK jî ji zîhniyeta mêr re xizmetê dike. ATK ya bi zîhniyeta serdest tevdigere bêguman rapor jî neyînî ne.”
 
Doza Şule Çet û Eda Nur Kaplan
 
Zuleyhayê mînaka Şule Çet wiha da: “ATK nêrînek wisa dibêje, lê mafê wan tune nêrînek wisa hebe. ATK alî teknîkî de nêrîna xwe dibêje. Tevî vê doktorek nêrînê dibêje û ev ne pêkane bê qebûlkirin. Ger jinek biçe cem heval an jî nasê xwe ev nayê wateya ku daxwaz heye. Lê zîhniyeta serdets ya mêr ev nêzîkatiya xwe di raporê de nivîsî. Ev doktor ji xwe ji aliyê TTB’ê ve hat cezakirin. Bi raporan hewl didin serê tecawizê veşêrin. Di mijara girtiyên nexweş dest jî biryarên siyasî tên dayîn. Herî dawî biryara der barê Aysel Tugluk de. Divê em van raporên ATK’ê bigirin rojeva xwe û divê di rojevê de bê hiştin.”