‘Ji bo zimanê kurdî divê têkoşîneke xurt bê dayîn'

  • 09:08 19 Sibat 2022
  • Rojane
AMED - Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray têkildarê 21’ê Sibatê bal kişand ser polîtîkayên bişaftinê û got: “Li ser vê axê 33 ziman hebûn û niha tene zimanê tirkî tê ferzkirin. Hemû ziman li ber tunebûnê ne û yek ji van zimanan jî zimanê kurdî ye.”
 
Dema Bangladeş di bin desthilatdariya Pakistanê de bû, bi darê zorê xwestin zimanê Urdû bibe zimanê Bangladeşiyan ê fermî. Bangladeşiyan ev yeka qebûl nekirin û daketin kolanan. Di çalakiya 21'ê Sibata 1952'yan de pênc xwendekarên Bangalî ku daxwaza zimanê xwe dikirin, ji aliyê polîsên Pakistanê ve hatin kuştin. Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Perwerde, Zanist û Çandê (UNESCO) yê, ji bo bîranîna ciwanên Bangladeşî, ev roja ango 21'ê Sibatê Wek Roja Zimanê Dayikê pejirand ku ji sala 2000'î û vir de tê pêşwazîkirin. Li gorî daneyên UNESCO'yê ji sala 1950 û heta niha 230 ziman mirine, 2.400 di bin xetereya tinebûnê de ne. Li Tirkiyeyê jî Ermenîkî, Asûrkî, Abazî, Pontusû zaravayê kurdî Kirmanckî (Dimilkî) jî di nav de 18 ziman û zarava bi tinebûnê re rû bi rû ne. 
 
Hevseroka Komeleya Wêjekarên Kurd Sultan Yaray têkildarê 21’ê Sibatê û polîtîkayên qirkirina zimanan bi ajansa me re axivî. 
 
‘Barê mezin dikeve li ser milê her ferdî’
 
Sultan di destpêka axaftan xwe de bal kişand ser girîngiya ziman û got: “Ziman ne tenê amûra ragihandinê, ziman nasnameye, hebûne û xwebûna gelan e. Her nîjad û netewe bi zimanê xwe heye û bi zimanê xwe hebûna xwe zindî dihêle. Ziman jî nasnameya gel e û pêwîste herkes xwedî li nasnameya xwe derbike. Ger ziman tune be ew netewe jî tune ye. Pêwîste her netewe bi zimanê xwe bijî û bi zimanê xwe perwerdê bibîne. Ev mafê herkesî ye.  Li vir ji barek mezin dikeve li ser milê hemû ferdên civakê. Her yek divê erka axaftina û pêşvebirina ziman hilgire li ser milê xwe. Herwiha divê ji bo bibe zimanê perwerdê jî em hewil bidin.”
 
‘Divê kurdî bibe zimanê fermî’
 
Sultan got ji salên 90’î ve polîtîkayên bişaftin û tunekirina ziman bi awayê herî dijwar tên meşandinê û wiha pêdeçû: “Zimanê kurdî hate qedexekirin, tune hat hesibandin û hat înkarkirin. Ji sîstema yek destî re jî ev êrişên li dijî çand û zimana kurdî zêdetirbûn. Em dibêjin ne tenê ji bo kurdî pêwîste ji hemû zimanan re azadî hebe. Gelek neteweyên din weke kurdan ango li gorî hinek daneyan bi giştî 33 ziman li ser van axan jiyane. Zêdetirînê van jî wendabûne û çend zimanên mane jî li ber wendabûnê ne. Êdî serdest ne bi êrişên fîzikî, bi êrişên çandî qirkirina civakî dikin ku ev bi dehan ziman û nîjad jî hatin qirkirin. Yek ji van zimanên ku hebûn wê di bin xeteriyê de jî zimanê kurdî û devokên wê ye.”
 
‘Divê têkoşîneke xurt bê dayîn' 
 
Sultan, destnîşan kir ku ji bo qirkirina kurdan hemû cure êrişan diceribînin û wiha bilêv kir: "Pêwîst bike wan ji axa wan dûrdixin, koçberdikin, wendadikin. Ji bo tunekirina bişaftina ziman û tunekirina nîjada kurdan hemû rêbazî bikartînin. Yek ji xalên ku herî zêde hebûna zimanekî bandor dike jî perwerde ye. Ango zimanê kurdî nabe zimanê perwerdê û ev jî hebûna wê bandor dike. Lê rûxmê van yekan jî kurd têkoşînek mezin didin. Rûxmê girtinan û gefan jî niha bi dehan komeleyên me hene. Em çanda xwe û hunera xwe li hercihî bicih dikin. Lewra êdî kurd ketine rewşa oto asîmlasyonê. Ev rewşeke xetere ji bo me.”
 
‘Bi dersen hilbijarte me dixapînin’
 
Sultan, diyar kir ku piştgiriyê didin kampanyaya dersa hilbijarte ya ziman û wiha got: "Heya ku em encam jî digirin em ê li ser rêya xwe berdewam bikin. Pêwîste em vê rastiyê jî berçav bigirin. Ew dixwazin bi van dersen hilbijarte re me bidin rawestandin. Dersa hilbijarte ji bo gelek zimanên din ên weke Erebî, Înglîzî jî dibe lê belê ji bo zimanê kurdî gotina zimanek hilbijarte şaşe. Zimanê bi milyonan însanan nabe zimanek hilbijarte. Pêwîste kurdî bibe zimanê fermî yê perwerdeyê. Ger zimanek nebe zimanê perwerdeyê ew ji xeteriya bişaftin û wedabûnê rizgar nabe.”
 
‘Li dijî bişaftinê li ber xwe didin' 
 
Sultan herî dawî bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ji avakirina Komarê ve li ser zimanê kurdî û çanda kurdî bişaftinek mezin heye. Lewra kurd rûxmê bişaftinan li berxwe dide. Herçiqasî ku ne zimanê perwerdeyê ye û li ber pêşketina wê astengî heye jî hilberînên mezin yê nivîskarên me ji hene. Divê em di vê rojê de bikevin ferqa girîngiya ziman û têkoşîna xwe bilind bikin. Ji ber vê sedemê jî ev roj girîng e.”