Dayikên li Hezexê di salvegera qedexeyan de: Xeyalên zarokên me nîvco man

  • 10:15 17 Sibat 2022
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Di 16'ê Sibata 2016'an de li Hezexê qedexeya derketina derve hat îlankirin û heta 31'ê adara 2016'an dom kir. Fatma Eraslan a 13 salî û Cebbar Acer ê 18 salî di vê pêvajoyê de hatin qetilkirin. Dayikên wan 6 sal in lêgerîna xwe ya pêkanîna edaletê didomînin û wiha gotin: “Em dixwazin kujerên zarokên me bên ceza kirin, ji ber vê jî em ê her tim di nav lêgerîna edaletê de bin" 
 
Qedexeya derketina derve ya li Hezexa Şirnexê di 16’ê sibata 2016’an de dest pê kir heta 31’ê adara 2016’an berdewam kir. 6 sal ji ser qedexeyê re derbas bû lê ew êş û şopên guleyan hêj jî wek rojên ewîlî ne. Di qedexeya ya 44 rojan berdewam kir de li gorî raporan 60 welatî jiyana xwe ji dest da û di nav van de gelek zarok jî hebûn. Li taxên Turgut Ozal û Yenîmahalleyê gelek mal hatin hilweşandin. 
 
Fatma Eraslan a 13 salî û Cebbar Acer ê 18 salî di dema qedexeyan de hedef hatin girtin û hatin qetilkirin. Di salvegera qedexeya derketina derve de, dayika Fatmayê Gulistan Eraslan û dayika Cebbar Şîrîn Acer ji ajansa me re axivîn. 
 
‘Ne Fatma ew Helîn e’
 
Gulistan, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewşa şêniyên navçeyê û got: "Dema qedexe dest pê kir gelek malbat ji neçariyê cih û warê xwe terk kir. Vê demê min jî zarokên xwe şand Stenbolê. Lê keça min Fatma nedixwest ku biçe û ji ber vê yekê ew li vir ma. Dema şer destpêkir keça min Fatma derketibû derve. Birayê wê hat got Fatma xûya nake. Qedexe hebû em nikaribûn derbikevin derve lê bigerin. Me digot li ku derê be jî dê bê malê. Şev saet 11’an de şer dest pê kir û şerekî gelek giran bû. Di nasnameyê de navê wê Fatma bû lê me di malê de jê re dito ‘Helîn’. Ew nedixwest ku em jê re bêjin Fatma, ji ber wê me jê re tim digot Helîn. Wê demê ji ber şer hîn cenaze biribûn Mêrdînê. Li wê derê nasekî li me geriya û got ‘cenazeyê keça te li nexweşxaneya Mêrdînê ye’. Me bawer nedikir ku keça min jiyana xwe ji dest daye. Piştre carekedin xizmekî li me geriya û heman tiştî got. Ji ber qedexeyê em nikaribûn biçûna. Li ser vê yekê me xwe gihand xaltîka wê û ew çû nexweşxaneyê cenaze teşhîs kir. Em wisa hîn bûn ku keça min jiyana xwe ji dest daye.”
 
‘’Ew şehîda vê axê ye’
 
Gulîstan, destnîşan kir ku wê demê gelek kes jiyana xwe ji dest da û wiha bi lêv kir: "Keça min di rêya dozê de jiyana xwe ji dest da û ji ber vê yekê ew şehîda vê welatî ye. Wê demê tevî keça min zarok jî navê de gelek kes jiyana xwe ji dest da. Ew hemû şehîdin. Dewlet zarokên me wek hedef girt û qetil kir. Em tu carî vê qebûl nakin. Em gelê vê axê ne. Keça min xwendekar bû û diçû dibistana pola 6’an.”
 
Berxwedana kurdan didome 
 
Gulîstan, diyar kir ku di ser komkujiyê re 6 sal derbas bû lê ew êş hîn di dilê wê de wek roja ewilî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Tu carî ew êş bi dawî nebe. 6 sal borî lê wek heman rojê ez vê êşê dikişînim. Piştî keça min hat qetilkirin şûnde jî zilma dewletê li ser me berdewam kir. Du sal beriya niha pêşî hevjînê min û piştre jî ez hatim binçavkirin. Lê em wek malbatê vê zilmê qebûl nakin. Her roja me di bin zilmê de derbas dibe. Ew zarok bûn û dewletê wan qetilkir. Daxwaza wan ew e ku kurdan tune bikin. Lê belê ew çi dikin bila bikin kurd bi kuştin û girtinê xilas nabin. Kurd dê her tim li dijî zilmê li ber xwe didin û dê bidin jî.”
 
'Wê di dilê me de helîna xwe çêkiriye' 
 
Gulîstan, da zanîn ku beriya keça wê bê qetilkirin wê tim kefiya spî dida serê xwe, lê piştî keça xwe ev 6 sal in kefiya reş dide serê xwe û ev tişt got: “Piştî keça min hat kuştin vir ve ez vê kefiya reş didim serê xwe. Ez nikarim kefiya spî bidim serê xwe. Ji ber ku ji bo keça min hîn edalet pêknehatiye. Di dema salvegerê an jî rojbûna wê de dilê min pir diêş e. Keça min tim dixwest di nasnameyê de navê wê bibe Helîn, ez niha ji bo keça xwe ya biçûk dibêjim Helîn. Ez naxwazim keça min bê ji bîr kirin. Her roj, her qede û her saniya ew di dilê min de ye. Wê di dilê me de helîna xwe çêkiriye. Em ê tu carî Helîna xwe ji bîr nakin.”
 
‘Xewn û xeyalên wê nîvco man’
 
Gulîstan, di dirêjiya axaftina xwe de behsa taybetmendiya keça xwe kir û got: "Zarokek gelek zîrek, zana û rêzdar bû. Bi mezinan re mezin, bi biçûkan re biçûk bû. Gelek zana bû û hemû tiştî zû fêr dibû. Hevaltiyeke baş dikir û tu carî nedixwest dilê hevalên xwe bihêle. Li nêzî mala me meydanek hebû bi hevalên xwe re tim li wir dilîst. Bejna wê dirêj bû, li ser hevalên xwe diket. Ger ku keça min hebûya dê îro 19 salî bûya. Xewn û xeyalên wê hebûn. Lê hemû nîvco man. Dibistanê heznedikir."
 
‘Bila kujerên wê bên darizandin’
 
Gulîstan, bal kişand ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê ku keça wê “terorîst” îlan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dewletê keça min terorîst îlan kir. Dibêjin keleşkof li ber serê wê bûye. Ew zarok bû, dê çawa çek bide destê xwe. Em tu carî vê qebûl nakin. Me carekedin serî li dadgehê da û serlêdana sûc kir. Dosyeya wê niha li AYM’ê ye. Ev 6 sal derbasbû jî hîn kujerê Fatmayê nediyare. Em vê bêhiqûqî û bê edaletiyê qebûl nakin. Em dixwazin kujerên keça min bên cezakirin. Fatma tu carî ji bîra min naçe. Heta dawiya emrê xwe ez ê tu carî wê ji bîr nekim.”
 
Cebbar Acer hêj 18 salî bû...
 
Cebbar Acer ê ku 18 salî ye di vê demê de bû hedef û hat qetilkirin. Dayika Cebbar Şîrîn Acer diyar kir ku ji bo me rojek reş bû û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Beriya 6 salan ango îro li vê derê hovîtiyek mezin pêk hat. Şer dest pê kir û her kesek bi cihekê ve çûn. Zarok û ciwanên me hatin kuştin. Xaniyên me hatin gulebarankirin û hatin hilweşandin. Gel neçar ma koç bike. Zarok, jin, ciwan, kal û pîr bûn hedef û hatin qetilkirin. Dayika Taybet jineke pîr bû. Hefteyekê cenazeyê wê li kolanê ma. Em tu carî wan rojan ji bîr nakin. Dayika Taybet mînaka vêkomkujiyê ye.”
 
‘Cebbar li dijî zilmê her tim serî radikir' 
 
Şîrîn, da zanîn ku Cebbar di nav xebatên ciwanan ên partiyê de cih digirt û wiha axivî: “Kurê min bêsûc û sedem hat kuştin. Kurê min birîndar bû û kesekî xwedî wî derneket û ji ber xwîn jê çû jiyana xwe ji dest dan. Gelek vê dozê hez dikir. Digot ‘tu carî dev ji vê dozê bernadim’. Em jî tu carî dev ji vê rêyê û şopa wî bernadin. Ew partiyê gelek hez dikir. Bi partiyê û dozê ve girêdayî bû. Kurê min 10 salî bû tevlî xebatên partiyê bû. Dibistanê nexwend. Hişê wî tim li ser vê dozê bû. Tim li ser rêya heqîqetê bû. Ji hevalên xwe re gelek baş bû. Her tiştê xwe bi hevalên xwe re parve dikir. Kurê min zarokekî rêzdar û zîrek bû. Tu carî dev ji rêya heqîqetê berneda. Digot ‘Ger ez nekim, tu nekî dê kê ji bo vê dozê xebat bike’ Ji ber vê yekê hertim di nava xebatan de bû. Daxwaza wî tim pêkhatina azadiyê bû. Neheqî û zilmê qebûl nedikir. Her tim li hember zilmê serê xwe radikir.”
 
‘Bila edalet pêk bê, kujer bên darizandin’
 
Şîrîn, destnîşan kir ku di ser qedexeya derketina derve ya Hezexê de 6 sal borî lê hej jî edalet pêk nehatiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tu carî em wê êşê ji bîr nakin. Nayê ji bîr kirin jî. Heta ku ez saxbim ew êş di dilê min de be. Em ê heta dawiyê li rêça rêya wî bin. Ji bo Cebbar edalet pêk nehat. Ne bi tenê ji bo kurê min, ji bo hemûyan edalet pêk nehat. Daxwaza me bi tenê edalet e. Heta edalet pêk bê em ê li ber xwe bidin. Em naxwazin ku êdî dayik rondikan bibarînin. Em jiyanek azad û wekheviyê dixwazin. Heta em li ser piyan bin em ê li ser şopa wî bin û jê venagerin. Heta kujer bên darizandin em ê daxwaza xwe ya edaletê dubare bikin.”