'Hûn nikarin Rêberê me ji me qut bikin'

  • 09:05 17 Sibat 2022
  • Rojane
 
ŞEHBA - Jinên ji Efrînê yên ku koçî Şehbayê bûne têkildarî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan wiha gotin: "Em vê rojê şermezar dikin. Ev roj ji bo me weke rojek reş e. Di dîrokê de jî wek rojek reş  hatiye nivîsandin."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî hat girtin û heta niha ev 23 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê girtin. Tê zanîn ku ev 10 meh in tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin, her wiha hevdîtinên malbat û parêzeran hatiye qedexekirin. Têkildarî mijarê jinên ji Efrînê koçî Şehbayê bûne têkildarî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  ji ajansa me re axivîn.
 
'Em ê bi têkoşîna xwe van pilanên we vala derxinîn'
 
Yasmîn Qadîr di destpêka axaftina xwe de komploya navneteweyî şermezar kir û wiha pê de çû: "Ev roj ji bo me rojek reş e, di dîrokê de jî weke rojek reş hatiye nivîsandin. Ez ji dewleta tirk û hêzên navneteweyî dibêjim ji destpêka 1999'an heta niha ev komploya we berdewam e lê em li hember vê komployê serî natewînin. Em ê bi têkoşîna xwe van pilanên we vala derxinîn. Ji ber ku gelê kurd û Rêber Apo bûne yek, jinên kurd û gelê kurd bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatinê vê astê. Li ser vê fikir û felsefeyê jî dijî. Gelê kurd, gelêkî aştîxwaz e ji ber vê tu pilan û lîstok nikarin gelê kurd û Rêbertî ji hevdu qut bikin."
 
'Gelê kurd wê bi têkoşîna xwe bigehêje azadiya xwe'
 
Yasmînê da zanîn ku gelê kurd dê bi têkoşîna xwe bi ser bikeve û wiha pê de çû: "Ez dîsa vê rojê şermezar dikim û ji kesên dibêjin em mafê mirovan diparêzin re dibêjin êdî bes e. Li xwe vegerin çavên xwe vekin. Ewqas sal in ji ber van lîstokên dewleta tirk li Kurdistanê her roj jin û zarok tên kuştin. Di heman demê de heta niha li ser gelê kurd komplo berdewam e. Hêzên komploger her roj bi rêbazên cur be cur siyaseta xwe didin meşandin. Lê ev siyaset û lîstokên wan bi ser nakevin. Wê di dawiyê de gelê kurd bi ser bikeve. Ji ber ku gelê kurd azadiya hemû netewan dixwaze. Bi fikrê netewa demokratîk xwe bi rêxistin dike. Ji ber vê em ê bi têkoşîna xwe bi ser bikevin. Heta ku Rêberê me bi fizîkî di nava me de be. Em ê li berxwe bidin û bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' em ê çalakiyên xwe bidin meşandin. Heta ku heremên di bin dagirkiriyê dê em rizgar nekin û her çar parçeyên Kurdistanê em nekin yek em nasekinin. Di her demê de û bi har awayî e mê têkoşîna xwe berdewam bikin."
 
'Rêber Apo hişt ku jin ji mirinê xilas bibe'
 
Fatma Mihemed da zanîn wekî jin ew ê her tim li qadan bin heta ew Rêberê xwe di nava xwe de bibînin û wiha bi lêv kir:"Rêberê me di milê fikir de azad e, ji ber vê jî dewletên navneteweyî û dewleta dagirker a tirk bi salane Rêber Ocalan girtî hiştine. Hemû lîstokên xwe yên qirêj li ser Rêberê me dan meşandin û birin Îmraliyê. Her wiha Rêber Apo bi fikrê xwe hişt jin û civaka kurd bi hebûna xwe bihesin. Tiştê ku Rêbertî heta niha daye jinê kesekî heta niha nedaye jinê. Rêber Apo hişt ku jin ji mirinê xilas bibe. Dema ku hemû kesan dixwestin jinê tune bikin serok jin dida jiyîn. Bi fikrê xwe hişt ku jin di cîhanê de bibe xwedî îrade û fikir."
 
'Hûn nikarin Rêberê me ji me qut bikin'
 
Fatmayê diyar kir ku kesek nikare gelê kurd û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji hevdu qut bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê heta dawiyê bi fikir û felsefeya Rêberê xwe bimeşin. Ji ber ê ku hişt di jiyanê de jin biaxive, mafê xwe bixwaze dîsa Serok Apo bû. Ez ji dewletên navneteweyî û hemû cîhanê re dibêjim hûn nikarin Rêberê me ji me qut bikin. Em bi fikir û felsefeya Rêber Apo dijîn û her tim Serok Apo di dilê me û mejiyê me de ye. Hêviya me heye ku wê di demek nêz de Rêber Apo di nava me de be."