'Kes nikare roja me reş bike'

  • 09:03 17 Sibat 2022
  • Rojane
 
Medya Uren
 
AMED - Muşer Ulker a ku piştî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê bi diya xwe re dikeve bin çavan û ji îşkenceyên giran re derbas dibin, qêrîna xwe ya ji bo roja reş ne tenê bi çalakiyan bi dengbêjiyê jî bilind dike. Muşerê dibêje:"Kes nikare roja me reş bike."
 
Serîrakirina ji bo nasnameya kurdbûnê her tim hate astengkirin û li dijî kurdan komployên weke komploya navneteweyî ya 15'ê Sibata sala 1999'an ku li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket meriyetê, pêk hatin. Lê belê bi komloyan re kurd tune nebûn û serî danenîn. Bi komploya navneteweyî re ji 7 salî heta 70 salî jin, zarok û mêr daketin qadan. Wan gotin 'Hûn nikarin roja me reş bikin'. Her çiqas kurd ji bo van çalakiyana bi êrişan rû bi rû man jî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bernedan. Kurdan ne tenê bi çalakiyan bi destanan, serpêhatiyan û kilamên dengbêjiyê komploya navneteweyî, di dîroka mirovahiyê de weke roj reş bi nav kirin.
 
Muşer Ulker a ku ji salên 1993'yan ve weke jinek siyasetmedar a kurd dixebite, bi diya xwe re di dema komploya navneteweyî de tevlî çalakiyan bû, hat binçavkirin û di bin çavan de îşkenceya giran lê hat kirin. Muşerê qêrînên xwe yên wê roja reş bi kilamên dengbêjiyê bi lêv dike.
 
'Ew roj tucar ji bîra min naçe'
 
Muşer Ulker hîna di 1993'yan de rêxistinê nas dike û di nava siyaseta kurd de erk digire. Niha jî di rêveberiya TUAY-DER'ê de cih digire. Têkoşîna Muşerê demdirêj û domdar e. Di pêvajoya erkdariya xwe de dibêje herî zêde ez ji roja komployê bi bandor bûme û wiha didomîne:"Ew roj tucar ji bîra min naçe. Dayik, bav, zarok û jinên ku di çavên wan de şikestinek bêhempa diyar dibû, dixwiya. Min bi bihîstina xeberê re xwe avêt avahiya partiyê ya li Rezanê. Li pêşiya min bi sedan kes li wir kom bûbûn. Diya min jî di nava wan de bû. Jixwe min diya xwe dît, digiriya û şînek mezin hildigirt. Derûniya min xirabû. Wê rojê diya min ket grevê. Leşkeran her deverên bajêr dorpêç kiribûn. Wê şevê jî polîsan bi ser avahiyê de girtine û diya min ku 75 salî bû binçav kiribûn. Ez jî di heman rojê de ketim grevê û bi heman şeklî bi ser me de jî girtin û me jî binçav kirin."
 
'Ez vêya ji bîr nakim û ez ê her di wê bîrê de têbikoşim'
 
Muşerê dibêje li pêş min li diya min xistin û min ji polîsan re got:"Ma ez ê çawa vê yekê ji bîr bikim. Ez ji bîr nakim û ez ê her tim di wê bîrê de têbikoşim. Ev weke çerxekê ye. Di bin çavan de ez 3 mehî dûcanî bûm. Tevî wî halî îşkence li min kirin. Li min dixistin û hindî pirça min kişandibûn, pirça min nedihat xwarê. Cilên min qetiyayî  û qirêj bûbûn. Bêhna gemarê ji me hemûyan dihat. 12 roj em di vê îşkenceyê de man. Dema ez derketim kesî min nas nekir. Hevjînê min li ber derî pirsa min dikir. Lewra wê demê zarokên min jî heman tişt ji min re gotin. Wan jî digotin em a ku li te hatiye kirin ji bîr nakin."
 
'Kes nikare roja me reş bike'
 
Ruxmê hemû gefan, îşkenceyan û nêzîkatiyên qirêj dayikan dev ji doza xwe bernedan. Muşerê jî ji bo heman armancê bi caran beşdarî çalakiyan dibe. Di 15'ê Sibata sala 2005'an de jî di çalakiyê de polîs êrişî wê dikin û çekê lê dixin. Di dema lêxistinê de diranên Muşerê yên pêşî tev dişkên. Muşerê dibêje bi gef û girtinan me tune nekirin û wiha pê de çû: "Ma di dîrokê de mînakek wek a kurdan heye gelo? Serokê gelekî bi komploya navneteweyî hatiye girtin û bi binpêkirina mafan rû bi rû mabe. Dîlgirtin, ji civakê îzolekirin û tecrîdkirin. Dawiya îşkenceyan neanîn. Her çiqas xwestin dengê me bitefînin jî dengê me bilindtir û gurtir derket. Em bi hêztir rabûn û me bi hêztir serî hilda. Kes nikare me bêdeng bike û kes nikare roja me reş bike."
 
'Em êdî bibin yek û li dijî rojên reş bibin ronahî'
 
Muşerê dibêje ma em ê rojên ji van rojan girantir bibînin gelo û wiha lê zêde kir."Min ji ber îşkenceyê derûniya xwe xirab kir. Zarokên min jî mîna min. Heta niha jî kurekî min çend caran hatiye revandin, gef lê hatiye xwarin. Keça min jî bi heman şeklî ceza jê re hatiye birîn. Yê min bi xwe çend dosyayên min hene û çend li îstinafê ne. Ez nizanim û pê re nagihêjim. Pêwîst e kurd bêdeng nemînin. Divê dev ji îxanetê berdin. Em êdî bibin yek û li dijî rojên reş bibin ronahî."
 
Muşerê herî dawî  jî bi vê kilama dengbêjiyê dawî li axaftina xwe anî:
 
Wey la lê dayê,
 
Wezê heya saxbin li dem û dewranê vê dinyayê,
 
Kula Serok Apo, şêrê kurda tucarî ji dilê min dernayê.
 
Lê lê dayê rebenê meyê ji xwe re serok dîtye bi mêranî.
 
Belkî kulkî bikeve mala dewleta Romî, mala vî Yunanî.
 
Çima sala 99’an komployek giran bi serê serokê min de anî.
 
Dayê rebenê xebera nexêrê çûye ji serok komarê Tirkiyê ra.
 
Gotin va min serokê kurdan girtiye ji we re anî.
 
Lê lê dayê serokên tirkiyê li hev civiyane, berê xwe dane meclîsê.
 
Hinkî dibên daleqînin, hinkî dibên parçe bikin û hinkî dibên em ê bixin nava çar dîwaran e.
 
Mala wan xira bibe çawa dil didin serokê kurdan dîl bigirin….