'Divê her kes li dora paragîdmaya Abdullah Ocalan bibe yek'

  • 09:08 16 Sibat 2022
  • Rojane
 
Derya Ren
 
AMED - Arzu Karman a li dijî tecrîdê di 2016’an de tevlî greva birçîbûnê bû der barê komploya navneteweyî de wiha got: “Di serî de jinên kurd û hemû jin, divê li dora paradîgmaya ku Birêz Ocalan daniye holê bibin yek. Ji ber ku ji bilî vê rizgariya me tune ye.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de bi komploya navneteweyî anîn Tirkiyeyê di bin şertên giran ên tecrîdê de tê girtin. Ji 1999’an heta îro, bi mîlyonan kesî komplo protesto kirin û gelek kesî bedena xwe da ber agir, çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ pêk anîn. Her wiha gelek kes ketin grevên birçîbûnê.
 
Di ser komployê de 23 sal derbas bû û tecrîd roj bi roj girantir bû. Li dijî tecrîdê hem li girtîgehan hem li derve gelek caran grevên birçîbûnê pêk hat. Yek ji van grevan jî ya di 5’ê îlona 2016’an de pêk hatibû. Piştî bidawîbûna pêvajoya muzakereyê pêkanînên giran ên tecrîdê pêk hatin û bi armanca protestokirina vê di nav de hevseroka KCD’ê Leyla Guven jî heye 50 siyasetmedarî li avahiya DBP’a Amedê çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin. Hevseroka DBP’a Amedê Arzu Karaman ku wê demê ew jî tevlî grevê bû der barê pêvajoya komplo û tecrîdê de axivî.
 
Arzu ku di 1999’an de 9 salî bû, da zanîn ku tevî zarok bû di berxwedanê de cih girtiye û wiha dirêjî dayê: “Li her derê mirov rabûn ser piyan. Di serî de dayik her kes ketin grevên birçîbûnê û beşdarî çalakiyên nobetan bûn. Çalakiyên ku dayikên me tê de cih digirin me kelecanî dikin. Di wî temenî de em bi rastiya xwe re hatin rû hev. Bi komployê xwestin gel tune bikin. Di dîroka şerên li cîhanê her tim hatiye xwestin ku berxwedan bên tunekirin û pêşengên gel hedef hatin girtin. Lê derfetek gelê kurd hebû. Xwedî rêberekî stratejîk û bi taktîk bûn.”
 
‘Rastiya gelekî ku xwedî li serokatiyê dertê heye’
 
Arzuyê bal kişand ser sekna Abdullah Ocalan a di wê pêvajoyê de û got vê seknê rê li ber vejîna gelê kurd vekiriye û wiha bi lêv kir: “Gelê kurd di 1999’an de li dora serokatiyê xelaka ji agir ava kir. Bi dehan kesî bedena xwe dan ber agir. Lê dewletê nedipa ku tiştek wisa pêk bê. Wê demê berxwedan hat destpêkirin. Rastiyeke gel ku xwedî li serokatiyê derket heye. Dewleta tirk xwest gelê kurd ji serokatiyê qut bike. Lê hedefa wan pêk nehat. Kes nikaribû bikeve navberê. Ev rewş îro jî didome.”
 
‘Rizgarî bi îdeolojiyê pêkan e’
 
Arzu li ser greva birçîbûnê ya 5’ê îlona 2016’an jî sekinî û wiha daxuyand: “Divê em li dijî tecrîdê di berxwedanê de bûna. Dixwazin di şexsê serokatiyê de gel tune bikin. Di serîde jinên kurd û hemû jin divê li dora paradîgmaya azadîxwaz ya jinê bibin yek. Ji ber ku ji bilî vê rê tune. Em ê bi îdeolojiya Birêz Abdullah Ocalan xwedî li destkeftiyên xwe derkevin. Jinên bi hezar salane wek alava zayendê tên dîtin bi saya îdeolojî û felsefa Birêz Ocalan di riya xwedawendiyê de pêş ketine.”
 
‘CPT ne serbixwe ye’
 
Arzuyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser tecrîda ku 23 sal in li ser Ocalan tê meşandin û wiha dawî lê anî: “Tecrîda li ser Birêz Ocalan di serî de li ser gelên Rojhilata Navîn û hemû gelên cîhanê pêk tê. Her kes divê vê bizane. Rizgarî ya me hemûyan e. Têkoşîna gelê kurd li dijî tecrîdê her tim didome. Di 2018’an de bi pêşengiya Leyla Guven greva birçîbûnê hat destpêkirin. Di enacama têkoşînê de 7 hevalên me şehîd ketin. Lê her tim berxwedan didome. Îro CPT ketiye bin kontrola zîhniyeta dewleparêziyê. Li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin. Lê vê nayne rojeva xwe. Ev jî vê nîşan dide CPT ne serbixwe ye.”