‘Wan dîmenan di çapemeniya cîhanê de jî cih girtin’

  • 09:07 16 Sibat 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Dîdar Gul ku di çalakiya der barê Peymana Stenbolê de bi 17 kesî re hat binçavkirin û doz der barê wan de hat vekirin, diyar kir ku wê parastina peymanê û rewabûna çalakiyê bidomînin.
 
Di 5’ê Tebaxa 2020’î de li dijî daxwaza rakirina Peymana Stenbolê çalakî pêk hat û di çalakiyê de 17 jin û Îsmaîl Temel hatin binçavkirin û der barê wan de doz hat vekirin. Yekemîn rûniştina dozê di 10’ê Sibatê de li 44’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Bayrakliyê hat dîtin. Yek ji van kesên dihat darizandin Dîdal Gul e. Dîdarê da zanîn ku biryara ku wê rojê walîtiya Îzmîrê girtiye kêfî bû û got her ku faşîzm mayînde bibe wê serdestiya mêr jî mezin bibe. Dîdarê got wê parastina peymanê û çalakiyê bidomînin.
 
‘Wan dîmenan di çapemeniya cîhanê de cih girtin’
 
Dîdarê destnîşan kir ku Komara Kampanya Îzmîrê ya Em Dest ji Peymana Stenbole Bernadin, li dijî nîqaşên vekişandina peymanê li gelek bajaran hatiye avakirin û bi daxwaza peyman pê bê derketine rê û wiha got: “Li hemû bajaran platforman di 5’ê Tebaxa 2020’î de bi awayekî hevdem çalakî pêk anîn. Me biryar da em li ber OSYM'ê bên gel hev. Wê rojê polîsan bi awayekî kêfî mudaxale kir. Gotin cihê em lê ne ne cihê meşê ye. Me jî got ‘em bi biryar in li vir dipên’. Wê demê em bi îşkenceyê hatin binçavkirin. Ew dîmen di hemû çapemeniya cîhanê de cih girt. Em du saetan di wesayîtê de hatin sekinandin. Di saetên êvarê de em berdan.”
 
‘Îdianameya fezlekeya polîs e’
 
Dîdarê bi lêv kir ku îdianame fezlekeya polîs e û wiha dirêjî dayê: “Polîsê li dadgehê bi sifata muştekî hat guhdarkirin, îdia kir ku di dema binçavkirinê de birîndar bûye. Polîsê muştekî negot kê şîdet lê kiriye. Tevî vê got 18 kes ji vê berpirs in.”
 
‘Dixwazin kolanan bikin bin kontrolê’
 
Dîdarê anî ziman ku AKP-MHP demek dirêj e hewl dide kolanan bike bin kontrola xwe û dixwaze kolanan li karkeran û jinan bigirin. Dîdarê wiha anî ziman: “Desthilatdarî bi vî awayî hewl dide pêşî li hêrsa mezin dibe bigire. Lê tevî her tiştî em şûnde nasekinin. Di dozê de hîna gelek jinî îfade nedane. Yên dane jî rewabûna çalakiyê û peymanê diparêzin. Em ê li dijî vê zor û zextê rewabûna çalakî û peymanê biparêzin.”