Tugba Hezer: Li hember Semra Guzel pêvajoyeke plankirî xistin dewrê

  • 09:06 15 Sibat 2022
  • Ramyarî
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera berê ya HDP’ê Tugba Hezer, hewldana betalkirina parlamenteriya Semra Guzel a HDP’î nirxand û got ew ne biyariyên pêvajoya der barê Semra Guzel in û wiha hewlesta muxalefetê rexne kir: “Gelo bi dubarekirina polîtîkayên şaş yên rejîma Erdogan wê Tirkiyeyê demokratîk bikin.”
 
Nîqaşên derbarê betalkirina parlamenteriyê ya Semra Guzel a HDP'yî demek dirêje didome. Komîsyoan Tevlihev ya Destura Bingehîn- Edeletê rapor û şerha muxalefetê lêkolîn kir û ji bo Semrayê hefteyek pêvajoya ji bo parastina nivîskî û gotinî hat nasîn. Piştî parastina ku Semra bide wê Komîsyon wê ji bo rakirina destnedanê bide dengdanê. Ger biryara der barê destnedanê de bê dayîn, rapor wê hewaleyê Lijneya Giştî ya Meclîsê bê kirin. Di dengdana Lijneya Giştî de wê rakirina destnedanê diyar bibe.
 
Parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Tugba Hezer ku berê parlamenteriya wê hatibû betalkirin, der barê rewşa parlamenter Semra Guzel de axivî.
 
‘Em ne biyaniyên pêvajoyê ne’
 
Tugbayê da zanîn ku ji ser wêneyê 8 sal berê yê Semra Guzel êrîşkirin ji polîtîka dewletê ya nêzîkatiya hemberî kurd û pirsgirêka kurd cuda nîne û êrîşa li hember Semrayê gelek caran şahidiya wê kirine û wiha dirêjî dayê: “Ji ser gotinek parlamentera HDP’ê êrîş dikin. Bi vê êrîşê re darazê dikin dewrê û pêvajoyeke wek rakirina destnedanê dikin dewrê.  Dema vê dikin jî ji çapemeniyê bigirin heta darazê hemû derfetan dikin seferber. Dijminahiya li hember jinê û kurdan dikin dewrê. Bi hefteyane wêneyekê der barê Semrayê de serwîs dikin. Dema vê dikin jî mirovan ji rojeva rast dur dixin.”
 
‘Ji ser Semrayê pêvajoyek plankirî kirin dewrê’
 
Tugbayê der barê axaftina xwe de da zanîn ku ligel nûçeyên der barê Semra Guzel de tên serwîskirin, îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ jî raste dikin fezlekê û wiha dirêjî dayê: “Ev tenê nîşan dide ku rejîm di lîstikek çawa de ye. Wêneyê aydê 2014’an îro tînin rojevê. Wê demê Semra Guzel ne parlamenter bû û ne endama partiyê bû jî. Di 2017’an de jî ne parlamener bû, di 2018’an de tevî Semra Guzel hatiye hilbijartin jî lêpirsînek nehatiye vekirin. Lê di 2022’an de wêne tê serwîskirin. Ev pêvajoyek plankiriye ji aliyê desthilatdariyê ve tê meşandin.  Rejîm di her alî de krîzekê dijî. Di vê kîzê de jî êrîşên li hember HDP’ê bê navber didomin. Ji ser vî wêneyê li hember HDP’ê doza girtinê bikar tîne.”
 
‘Desthilatdarî dixwaze hişê civakê paqij bike’ 
 
Tugbayê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê pêvajoya ku wêne serwîsê çapemeniye hatiye kirin jî bê axaftin û wiha daxuyand: “Di 2014’an de wêne hatiye kişandin û wê demê şer hatibû sekinandin û pêvajoya çareseriyê bû. Di vê pêvajoyê de Erdogan jî cih girt. Di vê pêvajoyê de mirovan bi teşwîqa hikûmetê çûn zarokên xwe xizmên xwe dîtin. Di 23’yê tebaxa 2014’an de Cigirê serokwezîr Beşîr Atalay  got ‘Ez dixwazim raste rast hevdîtin bi Qendîlê re bê kirin’. Navbeta hikûmet û PKK’ê de pêvajoyek wisa hebû. Di vê pêvajoyê de Semra Guzel jî çû xizmê xwe dît. Wek îdia dikin rewşek rêxistinî tune. Di pêvajoya çareseriyê de ji sedî 84 piştgirî hat dayîn. Lê niha dixwazin hişê civakê paqij bikin. Bi sûcdarî û derewan dixwazin hişê civakê paqij bikin.”
 
Helwesta muxalefetê ya li hember HDP’ê
 
Tugbayê balkişand ser hewlesta partiyên muxalefetê yên di pêvajoya xistina parlamenteriya wê û hevalên wê de de û diyar kir ku ev helwesta partiyên muxalefetê nade qezenckirin û wiha dirêjî dayê: “Dema helwesta muxalefetê wisa be, gotinên li ser demokratîkbûna Tirkiyeyê jî wateya wê tune. Rejîma Erdogan bûye wek kalib. Di vê kalibî de tenê dijminahiya li hember kurdan tune. Muxalefet li dijî her tiştî disekine lê dema mijar dibe kurd û HDP bêdeng dimîne. Di 2016’an de dema destnedan hatin rakirin Kemal Kiliçdaroglu got ‘li dijî destura bingehîne lê em ê bêjin erê’. Ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) biryarek binpêkirinê hat û DMME’ê ne tenê Erdogan CHP jî mahkum kir. Di rojên borî de Kemal Kiliçdaroglu got ‘Ez bêm desthilatdariyê ez ê Qendîlê tarû mar bikim.’Wateya wê jî ev e; Erdogan tevî her tiştî biser nexist û ez ê vî welatî zêdetir xizan bikim û di pirsgirêka kurd e çareserî tune.”
 
‘Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka terorê ye’
 
Tugbayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku nêzîkatiya li hember HDP û kurdan ne di nokteyek rast de ye û bi vê helwestê ne pêkane demokrasî bê Tirkiyeyê û wiha dawî lê anî: “Sedsala polîtîka dewletê ya li hember kurdan encamek nedaye. Dewlet daxwazên Gelê Kurd dizane. Ji ber ne li gorî berjewendiyên netew dewletê ye li dijî vê ye. Bêdengiya muxalefetê ya li dijî qeyûman, erêkirina tezkereya şer, rakirina destnedanan, tenê hêrsê mezin dike, birînê mezin dike. Bi vê rêbazê encam nayê girtin û divê muxalefet êdî vê fêm bike. Pirsgirêka kurd ne pirsgirêka terorê ye. Divê muxalefet vê wisa bibîne û tevbigere.”