'Her êriş û komployê bi xwe re serhildanên nû afirandin'

  • 09:01 15 Sibat 2022
  • Rojane
Medya Uren
 
AMED - Siyasetmedarên kurd ên jin komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan weke roja reş bi nav kirin û gotin: "Dîrok wê hemû hevkarên komloyê bi navekî qirêj bi bîr bîne. Di 15'ê Sibatê de gelê kurd bi serhildanek mezin bersivek xurt da. Em dizanin ji ber ku komplo bi ser neket bi rêbaza tecrîdê berdewam dikin. Lê bila baş were zanîn wê her êriş û komplo bi xwe re serhildaneke nû biafirînin."
 
Di 15'ê Sibata sala 1999'an de li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan komloyek navneteweyî hat pêşxistin û teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Di heman demê de li Grava Îmraliyê bi awayekî ku ji civakê û her cihî were îzolekirin hate bicihkirin. Komplo bi rêbaza tecrîdê 23 sal in dewam dike.
 
Di salvegera 23'yemîn a komploya navneteweyî de jinên ku bûne şahidê wê pêvajoyê û di roja îro de jî di nava siyaseta kurd de cih digirin ji me re komplo nirxandin. Jinan diyar kirin ku li Kurdistanê bêdengiyek mezin û li gel wê jî serhildanek mezin a gel pêk hatibû. Vê serhildanê bandorek li ser jinan û civakê kir. 
 
'Li aliyekî bêdengî û li aliyekî serhildan'
 
Aktivîsta TJA'yê û Hevseroka HDP'ê ya dema berê ya Êlihê Fatma Ablay a ku di dema komployê de 8 salî bû tiştê ji wê rojê di hişê wê de maye wiha bi me re parve kir: "Rojên komplo pêk hat weke xewnekê tên bîra min. Di malê de televîzyon nedihatin vekirin, firoştgeh nedihatin vekirin, dawet nedihatin kirin, kes wek berê nîn bû û heta herkes li benda xeberekê bû. Bêdengiya wê demê gelekî di hişê min de maye. Bê guman ne tenê ev bêdengî hakim bû serhildanek mezin a gel jî hebû. Tiştê ku weke zarok gelekî bandor li min kir û di hişê min de xwe bi cih kir ev bû. Di malê de qal dihat kirin, gelek kesan bedena xwe dan ber agir û gelek kes rabûn serhildanê. Ev yek her tim di warê hestên kurdewarî de min kûrtir dikir û ber bi siyaseta kurd ve dikişand."
 
'Komplo û tecrîd li beramberî aştiyê asteng e'
 
Fatmayê bal kişand li ser sedema pêkanîna komployê û wiha got: "Projeya ku bi pêşengiya Birêz Abdullah Ocalan hatiye pêşxistin ji bo azadiya hemû gelan û wekheviya hemû zayend û nîjadan bû. Herçiqasî komplo pêk hatibe û ew di nava giravekê de hatibe tecrîdkirin jî Birêz Ocalan dev ji vê fikir û ramanên xwe berneda. Pêwîst e em pêvajoya aştiyê baş binirxînin û ber çav bigirin. Di hevdîtinek biçûk de jî gavên gelek mezin hatin avêtin. Di rakirina tecrîdê û azadiya Birêz Abdullah Ocalan de wê ne tenê pirsgirêka kurd, wê pirgirêka hemû Rojhilata Navîn were çareserkirin. Em di vê baweriyê de ne. Komplo û tecrîda ku weke berdewamiya wê didome li beramberî aştiya hemû gelan asteng e."
 
'Wê têkoşîna me mezintir bibe'
 
Fatmayê bi lêv kir ku sedema bijartina wan a siyaseta kurd bingeha xwe ji van encaman digire û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em di wan pêvajoyan re derbas bûn û wê komplo û serhildanê me ber bi siyasetê ve dehf dida. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û hemû gelan me jî xwe berpirsiyar dît. Armanca me jî aştî û wekhevî ye. Lewra li hemberî wê têkoşîna me her tim dibin asteng. Li dijî siyaseta kurd girtin, tecrîd û polîtîkayên bişaftinê bê navber dewam dikin. Lê çawa ku li dijî komployê bi milyonan kurd bûn yek li dijî hemû êrişan jî wê vê hêza xwe nîşan bidin. Her êriş wê bi xwe re serhildanek nû ava bike."
 
'Em li hêviyên xwe digeriyan'
 
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Xelfetiya girêdayî bajarê Rihayê Fatma Korkmaz di dema komployê de 23 salî bû di destpêkê de qala pêvajoya komployê kir û wiha got: "Em di serî de wê roja reş şermezar dikin. Wan xwestin bi girtina rêbertî re kurdan tune bikin û rêxistina kurdan bibişkivînin. Ji bo berjewendiyên xwe êrişî têkoşîna azadiyê û xaka kurdan kirin. Armancên wan mezin bûn. Lê belê bi serhildana gel re ev armancên wan bi ser neketin. Bi sedan kesî canê xwe dan ber agir û bi hezaran kes daketin qadan. Serhildana gel a li dijî komloyê pêl bi pêl mezin dibû. Gel bi hêviyeke mezin bi Birêz Ocalan ve girêdayî bû. Ciwan, jin, zarok û kal meş li dar xistin, li her kolanî agir pê dixistin. Ew roj ji bîra me naçin. Di nava xembariyek mezin de em li hêviyên xwe digeriyan."
 
'Hêviya me azadiya rêbertî ye'
 
Fatmayê diyar kir ku her çiqasî bi awayekî fîzikî Abdullah Ocalan xistibin nava çar dîwaran û giravekê jî ew di aliyê fikir de mirovê herî azad bû. Fatmayê wiha pê de çû: "Ew sekna wî ji me hemûyan re bû mînak. Lewra beriya were girtin jî bi fikrên xwe bandoreke mezin li ser gelê kurd kiribû. Vê yekê rêbertî û me jî azad dikir. Bi vê hêzê jî kes nikare bi me. Ango pêwîst e gelên Rohilata Navîn tevahî bizanibin ku azadiya Birêz Abdullah Ocalan wê ji wan re jî azadiyê bîne. Projeya wî ji bo hemû gelên bindest bû. Tecrîdkirin û girtina wî wê hemû Rojhilata Navîn bandor bike. Ji ber wê yekê em dibêjin tecrîd berdewamiya komployê ye. Azadiya rêbertî azadiya me hemûyan e."
 
'Xwestin rojê gelekî reş bikin'
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Emîne Denîz a di dema komployê de 37 salî bû û tiştê bûye şahid wisa parve kir: "15'ê Sibatê ji bo me kurdan û hemû gelan jî rojeke reş e. Bi destê welatên navneteweyî  rêberê gelekî hate girtin û teslîmî Tirkiyeyê hate kirin. Bi vê re xwestin rojê gelekî reş bikin. Bê guman kesekî bi wijdan û bi hestên azadiyê jiyabe wê bikeve xema komployê. Em ji ber vê sedemê jî weke rojek reş şîrove dikin. Armanc bêdengkirina gelekî û tasfiyekirina projeya azadiyê bû. Lewra bi serhildana gel a çêbûye re komplo vala hat derxistin. Em gelek xemgîn bûn lê bi serhildanê re dilê me germ bû û me ji nişka ve got kurd tune nebûne û tune nabin. Ew hestên me yên azadiyê ji nû ve keliyan. Ev jî bû bersivek xurt."
 
'Komplo bi tecrîdê dewam dike'
 
Emîneyê da zanîn komplo bi girtina Abdullah Ocalan re bi dawî nebû îro bi tecrîdê re berdewam dike. Emîneyê wiha berdewam kir: "Ji cihê Abdullah Ocalan lê tê girtin heta şert û mercên tê de tê hêlan binpêkirinên mafê mirovan e. Di nava giravekê de, bi astengkirina hevpeyvînên bi parêzer û malbatê re ew ji civakê tê îzolekirin. Ev çend sal derbas bûn û heta hatiye wê astê ku em bi salan xeber negirin. Bi vê re gel tê çewisandin û tê xwestin ku bikevin nava derûniya binketinê. Ez li Kurdistanê bi awayekî azad nikarim bi zimanê xwe û çanda xwe bijîm. Ez weke kurdekî nikarim di nava axa xwe de bi awayekî azad bigerim. Çar hawirdorê me di nav dorpêça polîsan û panzêran de ye. Ev tecrîd e. Lê çawa ku komplo vala hat derxistin, wê tecrîd jî were şikandin. Bi yekîtiyê em ê bikaribin aştiyê û her serkeftinê bi dest bixin."