Rihan Loqo: Li beramberî her cure êrîş û komployê têbikoşin

  • 09:07 14 Sibat 2022
  • Rojane
 
Gulîstan Şahîn
 
QAMIŞLO - Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Rihan Loqo komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê wiha nirxand: "Komployek mezin li dijî Rêber Apo pêk hat, lê tu hêz nikare gel û Rêber Apo ji hev qut bike."
 
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15'ê Sibata 1999'an de di encama komploya navneteweyî de hate dîlgirtin. Ji wê rojê heta niha gelê kurd her li qadan in û vê rojê bi çalakiyên cur be cur şermezar dikin. Her wiha bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" gelê kurd û dostên gelê kurd li tevahî qadan li ser piyan in û vê rojê şermezar dikin. Têkildarî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, Endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava, Rihan Loqo nêrîna xwe parve kir.
 
'Kes nikare roja me tarî bike'
 
Rihanê di destpêkê de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û wiha got: "Em di serî de komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêber Apo pêk hatiye, şermezar dikin. Em dikarin bêjin ku tu kes nikare îradeya me bişkîne û roja me tarî bike. Rojhilata Navîn cihê tarîtiyê bû, Rêber Apo ronahiya wê bû. Rêber Apo ji bo tevahî çand, ziman, nasname, wekhevî, azadî, aştiyê, neheqî qebûl nekir û xwest civakek azad û aştiyane ava bike. Kesên desthilatdar û xwe li ser keda civakê didin jiyîn, Rêber Apo dîl girtin. Rêber Apo ji bo tevahî gelan zanist ava kir û rêya hemû netewan ronî kir. Rêber Apo perwerdekirina civakê li ser bingeha çareserkirin, wekhevî û demokrasiyê ava kir. Ji ber vê yekê armanca dewletên navneteweyî ew bû ku, çawa civakan ji hev qut bikin û bikin bin berjewendiyên xwe."
 
'Gelê kurd li hember zilmê li ber xwe dide'
 
Rihanê da zanîn ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan îradeya azad di nava civakê de zindî kir û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ji dîrokê bigire, heta roja îro êrîşên pir dijwar li ser civakbûnê heye û ji wan gelan yek jî gelê kurd e. Xwestin kurdan qir bikin û nasnameya wan ji pişaftinê re derbas bikin. Rêber Apo derket û bi zanist û perwerdeyên xwe li hember hemû zilmê têkoşiya. Rêber Apo îradeya azad di hundirê civakê de zindî û xurt kir. Heta roja îro jî gelê kurd li hember zor û zilmê li ber xwe didin û rêya azad û aram ji xwe re bingeh digirin û ev yek jî bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêş ket."
 
'Gel bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve girêdayî ne'
 
Rihanê diyar kir ku bi komploya navneteweyî re xwestin gel ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan qut bikin û wiha dom kir: "Rêber Apo her dem bi perspektifên xwe yên hêja me perwerde kir. Dewletên desthilatdar xwestin li Rojhilata Navîn desthilatdariya xwe û hişmendiya xwe li ser Rojhilata Navîn ava bikin, lê projeya wan têk çû û neçû serî. Ji ber dîtin civaka Rojhilata Navîn zane û perwerde dibin. Ev hêzên navneteweyî loma komployek pêk anîn û Rêberê Gelê Kurd dîl girtin. Xwestin bi vê komployê re Rêber Apo û civakê ji hev qut bikin. Lê ev hêzana bîr kirin ku ev gel bi fikir û felsefeya Rêber Apo hatiye perwerdekirin, loma gelê têkoşer û berxwedêr in. Ji lewra em dibêjin kes nikare roja me tarî bike û wê îradeya me her dem xurt be."
 
'Fikrê Rêber Apo ji bo çareseriyê ye'
 
Rihanê bal kişand ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: "Îro gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi projeya netewa demokratîk xwe bi xwe bi rê ve dibin. Hemû netewên ku li vir dijîn wekheviyê esas digirin. Hemû pêkhateyên ku li vir dijîn çi ereb, kurd, asûr û suryan bin fikir û felsefeya Rêber Apo girtine, hez dikin û pêk tînin. Fikrê Rêber Apo ji bo çareserkirin, avakirin, wekhevî û aştiyê ye û em dibêjin îro jî gelek êrîş li beramberî vê yekê heye. Îro dewleta tirk, hêzên faşîst û desthilatdar êrîşî projeya me dikin û naxwazin kurd bibin xwedî statu."
 
'Li dijî komployê têbikoşin'
 
Rihanê destnîşan kir ku ew ê li beramber êrîş û komployê têbikoşin û wiha vegot: "Rêber Apo li Rojhilata Navîn weke rojê derket û wê her daîm ew ronkayî dewam bike. Komployek mezin li dijî Rêber Apo pêk hat, lê tu hêz nikare gel û Rêber Apo ji hev qut bike. Rêber Apo di dilê me de dijî û em ê heta dawî jî li beramber her cure êrîş û komployê têbikoşin. Her ku destkeftiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mezin dibe, rêbazên çareseriyê xurt dibe, gelê herêmê hîn bêhtir baweriya xwe li netewa demokratîk tînin, hezkirina projeya me li tevahî cîhanê mezin dibe û dibe mînak. Li beramberî vê yekê êrîş hîn xurtir dibin. Li her çar aliyên Kurdistanê êrîşek dijwar heye. Armanca van êrîşan hemû, nexwestina belavkirina fikrê Rêber Apo ye. Rêber Apo herdem teqez dike ku hebûn û azadî bi hev girêdayî ye, ger em hebûn, ziman û çanda xwe biparêzin, wê demê em dikarin bêjin ku em azad in."
 
'Tecrîdê kûr kirin'
 
Rihanê bal kişand ser tecrîda girankirî ya li dijî Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan û wiha pê de çû: "Dewletên desthilatdar li dijî azadî, serxwebûn û aramiya civakê ne. Divê komplê de xwestin tecrîdê hîn zêdetir li ser Rêber Apo kûrtir bikin. Her ku projeya me berfirehtir dibe, hêzên desthilatdar cureyên êrîşên xwe diguherînin. Tecrîd ewqas giran kirine ku heta nahêlin parêzer û malbat jî biçin serdana Rêber Apo. Heta niha jî agahiya me ji Rêber Apo nîne, di şexsê Rêber Apo de dixwazin tevahî gelên herêmê bimeşînin. Em bêdeng namînin û em ê ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin. Rêber Apo ew bû ku ronahî da tarîya ku em dijîn. Rêber Apo hişt ku em kêliyên azad bijîn û xwe bi xwe bi rê ve bibin. Di hemû kar û xebatan de dereceya yekem ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo ye. Ev 23 sal in Rêber Apo dîlgirtî ye û ji biçûk bigire heta mezinan li ser piyan in. Her dem helwesta gel li dijî dîlgirtina Rêber Apo zelal e û nerazîbûna xwe nîşanî herkesî didin. Banga me jî ew e ku bila êdî ev tecrîd bisekine û jiyaneke rast û demokratîk bi Rêberê xwe re bijîn."
 
'Fikir û felsefeya Rêber Apo belav bikin'
 
Rihanê bal kişand bandora komployê ya li ser jinan û wiha qal kir: "Rêber Apo bi têkoşînek mezin me anî vê astê û em dikarin bêjin ku em deyindarê Rêber Apo ne. Divê em fikir û felsefeya Rêber Apo belav bikin. Em dikarin bêjin ku bandora komployê li ser jinê jî kir. Civak tama azadiyê bi Rêber Apo re girt. Dema ev komplo pêk hat, hemû gel bi andor bû. Komplo rojek reş bû û bandora jin û civakê kir. Em çima dibêjin roja reş, ji ber Rêber Apo kedek mezin ji bo tevahî civakê da. Li beramberî Rêber Apo neheqiyek pir mezin pêk hat. Em vê komployê bi tundî şermezar dikin. Ger wicdana mirovahiyê hebûya, ev komplo pêk nedihat. Hemû cîhan li beramberî vê komployê bê deng in. Em jî dibêjin êdî bes e ji wijdanê we yê razayî û bêdengiya ku hûn raber dikin. Dem dema azadiya Rêber Apo ye û em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Pengava 'Dem dema azadiyê ye' di meha mijdarê de hate ragihandin û di tevahî cîhanê di saet di 11.00'an de ji bo azadiya Rêber Apo li ser piyan bûn û ev peyam her tişt radixist li ber çavan."
 
'Çalakiya Dem dema azadiyê ye dom dike'
 
Rihanê bal kişand ser çalakiyên 15'ê Sibatê û wiha got: "Pêngava me îsal jî bi dirûşma 'Dem dema azadiya Rêber Apo ye' bi reng û rêbazên çalakiyan dom dike. Ji bo 15'ê Sibatê jî wê konê gireva birçîbûnê, meşên girseyî û dewreyên pewerde wê bê şermezarkirin. Her wiha li tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komplo bi semîneran tê parvekirin. Me daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo ji (UN) bi rê kir lê heta niha jî bersiv nehatiye. Ji bo azadiya Rêber Apo bi hezaran îmze hatiye komkirin, lê heta niha cardin bersivek nehatiye. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo gelek çalakî tên meşandin û bersivên me jî nayên, lê ruxmê wê jî em dev ji daxwazên xwe bernadin, wê her dem çalakiyên me dom bikin. Yê ku Rêber Apo azad bike jin e û em ê bi têkoşîn, berxwedan û belavkirina fikrê Rêber Apo azad bikin."
 
'Azadiya Rêber Apo azadiya me ye'
 
Rihan Loqo herî dawî da zanîn ku divê di vê rojê de tevahî gel rabin û nerazîbûnên xwe nîşan bidin û wiha bi dawî kir: "Pêngava me ya 'Dem dema azadiyê ye' wê heta Rêber Apo bi fizîkî rizgar bibe her bidome. Banga me li tevahî jin, ciwan û dayikan ew e ku em bi hev re di roja 15'ê Sibatê de li qadan bin û vê rojê şermezar bikin. Her wiha divê em asta xebatên xwe berfireh bikin û bersiva komployan bidin. Divê tevahî gelê kurd destê xwe bike yek û ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî têbikoşe. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye û heta Rêber Apo azad nebe em tu azadiyê ji xwe re nabînin. Wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bangawazî û xebatê me ji bo azadiya Rêber Apo be."