'Dayika Taybet bi berxwedan û tilîliyên xwe dihat nasîn'

  • 09:03 19 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Cenazeyê Taybet Înan ango Dayika Taybet di qedexeya derketina dervê de 7 roj û 7 şevan li kolanê ma. Çend 6 sal derbas bû jî ne dîmenê cezaneyê Taybet û ne jî tilîliyên wê yên berxwedanê hatin jibîrkirin. Keça wê Şaristan Alga, got: "Dayika min berxwedêr bû, bi tililiyên xwe hêzê dida mirovan û bi tililiyên xwe bersiv dida dijmin." 
 
Taybet Înan ango Dayika Taybet cenazeyê wê 7 rojan li kolanê ma û ev dîmen di bin hişê me de ma. Taybet, 2 zarokên xwe di sala 1993’yan de di encama têqina mayînê de winda kir. Li Silopiya Şirnexê di dema qedexeya derketina derve de Taybet Înan ji aliyê nîşangeran ve hat birîndarkirin, bi saetan li erdê birîndar ma û li ber çavên hevjîn û zarokên xwe jiyana xwe ji dest da. Her wiha tiyê wê Yusuf Înan dixwaze xwe bighîne cenazeyê hedef tê girtin û tê qetilkirin. Cenazeyê Taybet 7 roj û 7 şev li erdê ma. Piştî 23 rojan cenaze hat definkirin. Her wiha nehiştin ku kesek tevlî merasîma cenazeyê wê jî bibe. Li gel ku di ser qetilkirina Dayika Taybet re ev qas dem derbas bû jî hêj di hêla hiqûqî de pêşketinek derbarê dozê de nîne. 
 
Gotina herî dawî ya dayika Taybet a “Gelek dicemidim û tî bûme” hîn di bîra zarokên wê de ye. Keça wê Şaristan Alga (38) ji ajansa me re behsa dayika xwe kir.
 
‘Ji aliyê dijmin ve gelek zehmetiyê dît’
 
Şaristan, anî ziman ku jiyana dayika wê tim di nava zor û zehmetiyê de derbas bûye û got: “Dayika Taybet tim yekitî û wekheviyê dixwest. Ji cîran, zarok, gundî û hemû kesên derdorê re di nav têkiliyek gelek baş de bû. Hemû kesî wek zarokên xwe didît. Her wiha dayika min gelek zor, zehmetî û êş dît. Bi taybetî jî ji aliyê dijmin ve gelek zehmetiyê kişand. Di serî de kurê wê hat girtin. Piştre hevjînê wê hat girtin. Piştî çend salên din ew hatin berdan. Dayika min gelek êş kişand û jiyana wê tim bi êş bû. Dayika min ew qas zext, zordestî û zilm dît lê tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda.”
 
7 zarok û gorek!
 
Şaristan, diyar kir ku “Ev cara yekem nîne” û wiha behsa bûyera sala 1993’yan a kuştina Esmar a 12 salî û Botan ê 9 salî dike: “Di sala 1993’yan de 7 zarok di encama teqînê de mirin. Ji van 2 zarok, zarokên dayika min bûn. Zarokên dinên jî zarokên xizmên me bûn. Zarok derketibûn derve ji bo bilîzin. Wê demê dayika min vê bûyerê dibihîze û diçe li wir û dibîne ku zarokên wê ne. Cenazeyê 7 zarokan bêyî ku em bişon hatin definkirin. Her wiha wê demê leşkeran îdiakir ku 'PKK’ê wisa kiri ye'. Lê hemû kesan zanibû ku wan kiriye. Ew 7 zarokên ku jiyana xwe ji dest dan me wan di gorekî de defin kir. Ji ber mayinê bedenên wan parçe parçe bibûn. Ji ber vê yekê me hemûyan di gorekê de veşart.”
 
Keça wê di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest da
 
Şaristan, destnîşan kir ku keçeke dayika Taybet jî ji ber zilm û zordariya dewletê tevlî refên azadiyê bûye û wiha got: “Piştî 93’yan de jî jiyana jiyana dayika min gelek zehmet bû û bi zilmê re rûbirû ma. Piştre keçeke dayika min bû û me navê wê danî Heznî (Sozdar). Ew piştî ku mezin bû dît ku berê çiqasî zilmek mezin li me hatiye kirin. Sozdar zilm û zordariya dewletê dît. Ew keçeke gelek zanebû. Piştî ku zilma dewletê fêm kir, ew jî tevlî refên azadiyê bû. Piştî çend salan li çiyê ma, di dema qedexeyên derketina kolanan a Cizîrê de hat û li wir di jêrzemînan de jiyana xwe ji dest da. Dayik û xwîşka min jî di dema qedexeyan de jiyana xwe ji dest dan.”
 
'Ez dicemidim û ez gelekî tîbûm’
 
Şaristan, diyar kir ku ew rojên tarî û hovane jiyane û wiha behsa wan rojan kir: “Şer her ku diçû kûr dibû. Dayika min got zarokên xwe ji vir bigirin û biçin. Me got dayê tu jî were. Wê jî got ‘ma yê vir hemû ne zarokên min in. Ez çawa wan berdim.’ Dayika min hemûyan wek zarokên xwe didît. Nikaribû dev ji wan berde. Ji ber vê em derketin, ew û bavê min li vir man. Beriya ku bê qetilkirin du sê roj berê bi telefonê li me geriya û got 'Her du zarokên min emanetê we ye'. Wekî ku wesiyeta xwe kir. Lê dîsa jî kêyfa wê bi cih bû. Dayika min çûbû mala cîranê xwe. Di wê navberê de dibihîze ku agir li mala wê ketiye û li ber deriyê mala cîranê xwe mala şewitî dinêre. Piştre ji mala cîranê xwe derdikeve ji bo ku biçe mala xwe. Cîranê me serê sibêhê radibe dibîne ku dayika min birîndare û li kolanê ye. Telefona min lêda û ji min re gotin 'Dayika te birîndar bûye'. Ji bo dayika xwe em hatin Silopiyê. Me xwest biçin cem dayika xwe. Lê belê dijmin destûrê nedida û ku em biçin. Di navbera me û dayika min de 20 metre tunebû. Lê me nekarî em biçin. Bavê min çû xilas bike lê dayika min wî re got ‘neyê û dê te jî bikûjin’. Bavê min xwest bend bavêje gel dayika min û xilas bike lê dîsa gule barandin, bavê min jî birîndar bû. Dayika min herî dawiyê ji bavê min re got 'ez dicemidim û ez gelekî tîbûm.’ Xwîşka min jî ala spî rakir ji bo ku biçe wan bîne lê belê destûrê nedidan. Her wiha dema apê min jî derket derve çû dayika min xilas bike ev jî bû hedefa guleyan û hat kuştin.”
 
‘Cinazeyê dayika min 7 roj û 7 şevan li erdê ma’
 
Şaristan, bi lêv kir ku dayika wê 7 roj û 7 şevan li ber çavên wan li erdê maye û wiha pêlda axaftina xwe: “Cenazeyê dayika min 7 roj û 7 şevan li erdê ma. Destûrê nedidan ku em biçin dayika xwe hildin. Di tu dewletekê de nedîtiye ku mirovek 7 roj û 7 şevan einazeyê wê li erdê bimîne. Li Tirkiyê cara yekeme tiştek wisa tê jiyîn. Heta em, zarok û neviyên me saxbin em ê dayika xwe  ji bîr nekin. Zarokên me di dîwar de wêneyên dayika min dibînin û dibêjin ‘çima wêneyê dapîra me bi vir ve ye.’ Zarokên min mezin bin jî dê tu carî ji bîr nekin. Heta em saxbin em ê ser rêç û doza wan in. Piştî 7 rojan me cenazeyê dayika xwe ji wir wergirt. Cenazeyê dayika min ji me revandin. Cenazeyê wê revandin birin Şirnex, ji wir birin li ber Deriyê Sînorê ya Habûrê. Mirovekê bê qetilkirin, mirov çawa ji cihek birevîne cihekê. Cenazeyên me nedidan me. Destûrê nedan ku em dayika xwe bibînin. Destûrê nedan em bi girseyî cenazeyê dayika xwe defin bikin. Bi tenê çend kesan çû cenaze defin kir.”
 
'Dayika min her tim bi berxwedana xwe dihat nasîn'
 
Şaristan, bi lêv kir ku civak ji dayika wê serbilind bûne û wiha dom kir: “Dayika min bi berxwedan û axaftina xwe civakê radikir ser piyan. Dayika min morel dida civakê. Dayika min bi tililiyên xwe hêzê dida mirovan û mirov gelek kêfxweş dibû. Dayika min bi tililiyên xwe bersiv dida dijmin. Wêneyê dayika min li dîwarên malê de daliqandîne. Wekî ku dayika min saxe û bi me re ye. Cinazeyê mirovekê dema 7 roj û 7 şevan li erdê bimîne êşek mezin ji bo me. Em tu carî dayika xwe ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin. Em ê tu carî wan rojan ji bîr nakin.”
 
‘Daxwaziya me tim azadî û aştiye’
 
Şaristan, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaziya me tim azadî û aştiye. Em ê tim destên xwe dirêjî aştiyê bikin. Daxwaziya me ew e ku kesên cenazeyê dayika Taybet 7 roj û 7 şevan li derve hîştin bila bên darizandin û ceza kirin. Heta kiryarên dayika min neyên ceza kirin em ê nesekinin”