Zuleyha Gulum: Dadgeh dixwaze ser êrîşa nijadperest bigire

  • 09:10 17 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum yekemîn runiştina doza Malbata Dedeogullari nirxand û da zanîn ku daraz dixwaze ser êrîşa nîjadperest digire, hewl dide veguhere sûcê şexsî û got: “Ger ji sûcdariya ‘bi qestî kuştinê’ lêkolînek baş neyê kirin, wê gumanbar cara duyemîn jî heman tiştî bikin û kirin jî.”
 
Li navçeya Meram a Konyayê di 30’ê Tîrmehê de Mehmet Altun êrîşî Malbata Dedeogkulari kiribû û 5 kes ji heman malbatê qetil kiribûn û hem der barê gumanbar û ji malbata Çalik û Keleş jî bi giştî der barê 11 kesî de doz hat vekirin. 1'emîn yekemîn runiştina dozê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Konyayê di 14’ê Kanûnê de hat dîtin. Ligel heyetê, serdozgerê komarê yê Konyayê bi giştî sê dozgeran di runiştinê de cih girt û rûniştinê 11 saetan berdewam kir. Di runiştinê de derket holê ku gumanbar Altun beriya komkujiyê  li Enqere, Stenbol, Bursa û Eskîşehîrê li otelên luks maye,  piştî komkujiyê li 112’an geriyaye û gotiye ‘Ez 5 kesên din jî dikujim’ û tevgerên rehet yên gumabar bal kêş in.  Her wiha Mehmet Altun jî di îfadeyan de her tim îfadeyên binakok dan û vê jî rê li ber bertekan vekir. 
 
Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum ku doz şopand der barê dozê de axivî.
 
‘Dozê li gorî ku divê bi rêve biçûya dest pê nekir’
 
Zuleyhayê daxuyakirin ku  doza komkujiya Konyayê ku divê li gorî teşeyê darizandina bihata destpêkirin, bi wî rengî dest pê nekiriye û di dema lêpisînê de jî lêpirsînek bi bandor nehatiye meşandin. Zuleyha wiha berdewam kir: “Tevî gelek daxwaz hatin kirin, tevî hat xwestin ku delîl bên komkitin ku ev êrîşek nîjadperest e û êrîş bi pilan hatiye kirin jî , hemû daxwaz hatin redkirin. Îdianame bixwe ji me re wisa dibêje; Kesê ev komkujî kiriye, ji ber pirsgirêkên kesane kiriye. Navê wê jî pevçûna erd e’. Kuştinê wisa vedibêjin. Darizandin bixwe jî wisa tê meşandin.”
 
'Dadgeh qebûl nake ku êrîşeke nijadperest e’
 
Zuleyhayê daxuyakrin ku sedema redkirina daxwaza tevlibûna dozê, ev e ku dadgeh wek ‘cînayeteke şexsî’ bûyerê pênase dike û wiha dirêjî dayê: “Bûyerê wekî bûyereke şexsî pênase diki û ev di esasê de nîşan dide ku dadgehê ji destpêkê de biryar daye. Rehetbûna gumanbaran, pirsên dadgehê ji gumanbaran pirsîn, ev hemû nîşan didin ku wê doz çawa bimeşe. Bi îtîrazên parêzeran re serokê dadgehê pirsên xwe şûnde kişandin. Serokê dadgehê got ‘di navbera gûmanbar û malbatê de nîqaşa erd hebû’. Hîna lêpirsîna gumanbar neqedyaye, ji ber vê ev ne pirsa ku bê pirsînê ye.  Niyeta der barê dozê de li holê ye. Dadgeh qebûl nake ku bûyer êrîşeke nîjadperest e. Wek sûcê şexsî dibîne. Di hiqûqê de tê gotin ku di bûyerên bi pilan û nîjadperest de yên teşwîkî bûyerê dikin divê girtî bên darizandin. Divê doza Malbata Dedeogullari wek sûcê nefret û qirkirinê bê nirxandin û wisa des bi darizandinê bê kirin. Sê dozger anîne dadgehê. Wekê ku girîngî dane dosyayê. Lê me pêkanînek li gorî pêvajoya dozê nedît.”
 
‘Zemînek polîtîk heye’
 
Zuleyhayê destnîşan kir ku desthilatdariyeke ku dijminahiya Kurdan dike û êrîşên li hember Kurdan rewa dibîne heye û di êrîşên li hember Kurdan de mekanîzmayeke darazê ya pêk nayê û gumanbar tên xelatkirin heye.  Zuleyhayê wiha vegot: “Ev ne bûyera ewil e. Li hember karkerên demsalî yên kurd êrîş heye. êrîşa li Edîrne, Sakarya û Konyayê. Ger li vî welatî li hember gel êrîş wisa rehet pêk bên wê demê zemînek vê ya polîtîk heye. Daraz hewl dide ser êrîşên nîjadperest bigire.”