Endama meclîsa ciwanan a HDP’ê serî li ÎHD’ê da

  • 09:10 16 Kanûn 2021
  • Rojane
 
WAN - Endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Wanê Rojîn Varhan, diyar kir ku bi hewldana lêxistin, revandin, tehdîd, lêgerîna tazî, binçavkirin û girtinê re hatiye rû hev û piştî ji girtîgehê derketiye zextên polîsan berdewam kiriye û serî li ÎHD’a Wanê da.
 
Zextên li hemberî endamên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didin. Yek ji van jî endama Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Wanê Rojîn Varhan e. Rojîn di pêvajoya ku xebat meşand de hatiye binçavkirin, lêdan xwariye û piştre jî hatiye girtin. Rojîn ku nû tahliye bû, diyar kir ku zextên polîsan didomin û serî li Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê da.
 
Rojîn dema xebatên kampanya "Em tirkyakbûnê bişkînin jiyana nû ava bikin’" de sê caran tê binçavkirin. Herî dawî di 16’ê tebaxê de tê binçavkirin û bi îdiaya xebatên li dijî hişbir û fuhuşê sûc in tê girtin û dişînin girtîgeha Tîpa T a Wanê.  Rojîn diyar dike ku wê pêvajoyê polîsên sivîl wê dişopînin û hewl didin wê birevînin. Rojîn 13’yê mijdarê de tahliye bû lê dîsa bi zexta polîsan re rûbirû ma.
 
Lêxistin, lêgerîna tazî û tehdîd
 
Rojînê diyar kir ku her cara hatiye binçavkirin bi gotinên "em ê we tune bikin", "Hûn kî ne li dijî dewletê radibin" hatiye tehdîdkirin û bi erdê re hatiye kaşkirin, lêgerîna tazî lê hatiye ferzkirin û di bin navê sohbetê de sîxurî lê hatiye ferzkirin. Rojînê got sohbet qebûl nekiriye û polîsan ew tehîd kiriye û wiha  got: “Gelek hevalên me hatin revandin. Heta çek dan serê wan. Sîxurî li hevalan hatin ferzkirin. Me tu carî tawî neda sîxuriyê. Ev pêkanîn dijqanûnîne. Em endamên partiya meclîsê ne. Em ji bo jiyaneke wekhev têdikoşin.”
 
Li dijî fuhuş û hişbirê têkoşîn
 
Rojînê daxuyakirin ku li dijî fuhuş û hişbirê xebatek berfireh meşandine û ev tişt bi lêv kir: “Me bi şîara ‘Tirkbûnê parçe bikin’  turnuvaya futbolê ya Ozan Yildiz pêk anîn. Bi taybet jinên ciwan tevlî bûn. Lê di pêvajoya ku bazirganên hişbirê û fuhuşê hatin berdan, ji ber me turnuva pêk anî em hatin girtin. Hincet jî wêneyên di turnuvayê de hatibûn kişandin bûn. Ev kirin dosya me. Em sê mehan girtî man û piştre em hatin berdan.”
 
‘Malbatên me jî tehdîd dikin’
 
Rojînê bi lêv kir ku dema xebatan de kesên bi wesayîtên sivîl hewl dane wê birevînin û ev tişt daxuyand: “Ev pêkanîn li hember jinên ciwan bi taybet tê meşandin. Hevalên me hatin revandin, lêdan xwarin û îşkence dîtin. Di bin çavan de diranên min şikandin. Em her tim di bin şopandinê de ne. Ji ber vê malbatên me jî bi bandor dibin. Têkoşîna me ya li dijî fuhuşê desthilatdariyê nerehet kir. Ji têkoşîna em dimeşînin nerhetin. Ji ber vê zextan dikin. Em ê tu car li dijî van zextan tawîz nedin. Em bang li hemû jinên ciwan dikin ku tevlî bernameyên me bibin û bibin endam. Em jiyana xwe bixweşikbûna xwe ava bikin.”
 
Lêgerîna tazî
 
Rojînê balkişand ser pêvajoya di girtîgehê de û got tevî karantîna 10 roj bûye 25 rojan di karantînayê de maye û piştre birine koxuşa edliyan û wiha   balkişand ser: “Ji ber koxuş tijebûn gelek kes li erdê radizan. Di îtîrazek biçûk de gardiyan girtî tehdî dikin. Li rêvebera berê ya HDP’ê Herdem Acar lêgerîna tazî ferzkirin, ji ber destûr nedayê, der barê wê de girtek girtin. Me ji aktîvîteyên civakî fêde nedigirt. Me daxwazname dinivîsî bersiv nedidan. Pavîzîk Demîr ya 80 salî nexweş bû. Ez birim koxuşa wê. Nexweşiyên wê cidî bûn lê rêveberên girtîgehê bêperwa tevdigeriyan.”
 
Rojînê dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku li dijî zextên polîsan serî li ÎHD’a Wanê daye û got wê têkoşîna wê bidome.