‘HDP ji bo gelan hêvî ye’

  • 09:05 14 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Jinên duh tevlî Kongreya Rexistina Navendî ya HDP’ê ya Stenbolê bûn diyar kirin ku bi hezaran kesên li salonê bûne bersiva ‘Kurd ji HDP’ê hez nakin’ û wiha got: “HDP ji bo gelan hêvî ye. Kongreyê carek din hêviya me teze kir.” Jinan bi gotina  ‘Hebûna me ya li qadan zora wan dibe’ bang li Suleyman Soylu kirin.
 
Rêxistina HDP’a Stenbolê bi şîara ‘Li Stenbolê dema HDP’ê’ li Kuçukçekmeceyê li Navenda Çanda Yahya Kemal Beyatli 4’emîn Kongreya xwe ya Asayî bi tevlibûna hezaran pêk anî. Jin, ciwan û ji her alî welatî tevlî kongreyê bûn û der barê gotina wezîrê karê hundir Suleyman Soylu ya li Meclîsê der barê HDP’ê de gotibû ‘Kurd ji we nefret dikin’ de bersiva xwe dan.
 
Jinên tevlî kongreyê bûn, diyar kirin ku dawiya AKP’ê hatiye û ji ber vê êrîşî HDP’ê dike û gotin ew wek jin wê tu carî serî netewînin û piştî êrîşan ew hîn bêtir xurt dibin.
 
‘HDP taca serê me ye’
 
Melîke Kartal gotina Suleyman Soylu ya  li meclîsê der barê HDP’ê de gotibû ‘Kurd ji we nefret dikin’ bi bîr xist û bal kişand ser atmosfera kongreyê û got: “Kurd ji HDP’ê nefret dikin, ji ber wê hatin kongreyê. Kurd berovajî vê roj bi roj zêdetir li HDP’ê xwedî derdikeve. HDP partiya demokrasî û aştiyê ye. Di heman demê de ne tenê partiya kurdan partiya hemû cîhanê ye. Ji bo HDP’ê biqedînin gelek hevalên me girtin û ew çiqas hewl bidin HDP’ê bigirin, partî mezin bû. Suleyman Soylu bê çare maye û dibêje ‘Kurd ji we nefret dikin.’ Yên ji HDP’ê nefret dikin kurdên ligel wî ne. Ew ji xwe ne kurdin, xwe firotine, ji kurdbûnê dûr ketine. Maf û hiqûq ligel HDP’ê ye. HDP heye û wê her tim hebe. Partiya me taca serê me ye.”
 
‘Dawiya wan hatiye’
 
Nîgar Dogan bi lêv kir ku HDP partiya jina ye û HDP wekheviya gelan diparêze, ligel bindestane û wiha dirêjî dayê: “Ji bo em pêşiya siyaseta Tirkiyeyê vekin, li kongreyê ne, hevîdar im bibe wesîleya aştî û wekheviyê. Em wek HDP’ê her tim ligel aştiyê bûn. Dibêjin kurd ji HDP’ê nefret dike, ya rast kurd ji wan nefret dikin. Em naxwazin gotinên wan bibihîzin. Dawiya wan hatiye, ew qedyane. Piştî hilbijartinê wê bibin partiya tabelayê. Ji ber vê êrîş dikin. Wan gelên vî welatî global kirine û HDP dixwaze vê globalbûnê veguhere aştiyê. Bêyî HDP’ê li Tirkiyeyê tu tişt nabe. Lê dema HDP bê wê her tişt hîn xweşiktir bibe.”
 
‘HDP ji bo gelan hêvî ye’
 
Fatma Yakoglu jî destnîşan kir ku ji aboriyê bigirin heta aştiyê ji bo çareseriyê HDP heye û ev tişt bi lêv kir: “HDP ne tenê partiya kurdan, partiya hemû gelan e. Suleyman Soylu dizane ku dawiya wan hatiye û bûye çop. Ji ber vê êrîş dikin. Dixwazin zilmê li gel bikin û li ser piyan bisekinin. Lê wê dawiya vê zilmê bê. Civak ji diziya wan, ji derew û hovîtiyên wan nefretê dikin. HDP ji bo gelan hêvî ye. HDP partiya jina ye. Jin di bin zilmê de ne. HDP ligel jina ye. Jin pir ji HDP’ê hez dikin.”
 
‘Kongreyê hêviya me teze kir’
 
Işil Karababa jî daxuyakirin ku HDP partiyeke rast û dirust e û wiha berdewam kir: “HDP li gorî esasên rêgez û baweriyan  tev digere. Êrîşên li hember HDP’ê pirsgirêkek sîstematîk e. HDP dibêje pirsgirêk di esasa rêgez û îdealan de dikare bê çareserkirin. Bi HDP’ê re hêviya me hemûyan teze bû. Kongre li gorî min gelek xweş û peyamek baş bû. Wek şexsî û wek rêxistinbûnî jî hêviya min teze bû.”
 
‘Dema me li qadan dibînin zora wan diçe’
 
Turkan Ozdemîr jî diyar kir ku HDP gelek rengan û aştiyê dihewîne û wiha anî ziman: “HDP aştî û azadiyê temsîl dike. Me îro salon bi reng û alên xwe tije kir. Me nîşan da ku em hene. Partiyê bigirin jî ji bo me ne girîng e. Em hene. Dibe navê partiyê biguhere lê mirov heman in. Çiqas pêşiya me bigirin jî em xurt bûne. Me jinên kurd bi coş û rengên xwe bersiv da Suleyman Soylu.”
 
‘HDP’ê wek tehdîd dibînin’
 
Şengul Ayaz jî wiha nirxandin kir: “HDP polîtîkayên ku dibe bersiva hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê û ji ber vê em HDP’ê tercîh dikin. HDP li dijî talanê pêşniyarên çareseriyê dike. Yên zext û zilmê dikin HDP’ê wek tehdî dibînin. Gotina Suleyman Soylu ya ‘Kurd ji we nefret dikin’ jî di civakê de beramberiyê nabîne. Kongre bû bersiva vê.”
 
‘Bila li qadan binêrin’
 
Ziynet Dayma jî nêrînên xwe daxuyand û got: “Em dengên xwe nafroşin. Ew her ku hewl didin me tune bikin em hîn bêtir xurt dibin. Em ji bo aştî, maf, hiqûq û demokrasiyê hatin kongreyê. Bila Suleyman Soylu çavên xwe vebike û li vir binêre. Bila li qadan binêre ka em nefret dikin an na. Gotin HDP nikare du kesan bîne gel hev lê di kongreyê de mîlyon anî gel hev. Em li her derê ne.”