Feleknas Uca: Êrîşa li dijî Şengalê sûcê şer e

  • 09:01 13 Kanûn 2021
  • Rojane
 
AMED - Parlamentera HDP’ê Feleknas Uca êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Şengalê wek ‘sûcê şer’ nirxand û da zanîn ku bi êrîşên li pey hev tên kirin, dixwazin Şengalê vala bikin.
 
Tirkiyeyê bi wesayita Hewayî ya bi Çek (SÎHA) di 7’ê Kanûnê de li herêma Xanesor a Şengalê êrîşa hewayî pêk anî. Di êrîşê de wesayîta Hevserokê Konseya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Merwan Bedel hedef hat girtin û di êrîşê de Merwan Bedel hat qetilkirin. Du zarokên ligel wesayîtê jî sax xilas bûn. Di 11’ê Kanûnê de balafirên şer ên Tirkiyeyê Meclîsa Gel a Xanesor bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de avahiya meclîsê bi giştî hilweşiya û ji ber kes di avahiyê de tunebû, kesekî zerar nedît.
 
Çapemeniyên alîgir du zarokên ligel Merwan Bedel wek parêzvanên Merwan nîşandan û wêneyê Cigira Hevserokatiya ji Komîsyona Karê Derve ya HDP’ê berpirs, Feleknas Uca yê bi Merwan Bedel re li Şengalê hatiye kişandin serwîs kirin.
 Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca, êrîşa li hember Şengalê û qetilkirina Merwan Bedel ji ajanasa me JINNEWS’ê re nirxandin.
 
‘Hemû kesên di wêne de hatin qetilkirin’
 
Feleknasê êrîşên di 2014’an de DAIŞ’ê li hember Şengalê pêk anî jî bi bîr xist û got piştî vê êrîşê kes xwedî li Şengalê derneketiye û ji wê dîrokê şûnde siyasetek cuda li ser Şengalê hatiye meşandin. Feleknasê wiha dirêjî dayê: “Li aliyekê Neteweyên Yekbûyî (NY) li aliyê din DYA, Îran û Tirkiye, li aliyekê din jî hêzên koalîsyonê, li Iraqê li hember DAIŞ’ê projeyek têkoşinê dikin. Yekane sedema ku DAIŞ ket vê rewşê, bêrêxistinî bû.  parastina Şengalê divê ji alî gel ve bê kirin. Ev daxwaz bi salane tê ziman. Ji wê rojê şûnde, tiştên ku DAIŞ’ê nekir, dewleta tirk dike. Îsal ji aliyê Tirkiyeyê ve sê êrîşên mezin li hember Şengalê pêk hatin. Em wek HDP’ê di 3’ê Tebaxê de ji bo bîranîna Şengalê çûn Şengalê. Me li wir bi hêzên parastina Şengalê re bîranîn pêk anî. Li wir me wêneyek kişand û hemû kesên di wî wêneyî de hatin qetilkirin.”
 
‘Zarok bombebaran kirin’
 
Feleknasê destnîşan kir ku di salên borî de ev rewş li meclîse anîne ziman û wiha daxuyand: “Me wê demê got ‘kes nikare Şengalê bê  êzîdî bihêle’. Lê salek di ser re derbas bû. Li şûna birînên Şengalê bên kewandin, biryarên der barê êrîşa li hember Şengalê digirin. Çend hefte berê Seyît Hesen şehîd xistin. Lê Seyît Hesen yek ji kesên  parastina Şengalê dikir bû. Ev ne tesaduf e. Wê rojê serokwezîrê Iraqê çû Şengalê û hevdîtin kir. Roja din nexweşxana Şengalê hat bombebaranikrin. Piştre jî kesên diçûn ku xilas bikin ew jî  bombebaran kirin. Yên li nexweşxanê hemû sîvîl bûn. Lê ji bo berjwendiyên xwe qetil kirin. Di pêvajoya hilbijartinê de xwestin bi tank û çekên giran bikevin şengalê. Lê şêniyên Şengalê nehat van lîstikan. Herî dawî Merwan Bedel bi du zarokên xwe re di wesayîtê de hat bombebarankirin.”
 
‘Xwestin DAIŞ’iyan li dora Şengalê bi cih bikin’
 
Feleknasê bi lêv kir ku divê êrîşên li hember Şengalê baş bên dîtin û di rojên borî de ji Kampa Hol, çeteyên DAIŞ’ê anîn dora Şengalê û xwestin li wir bi cih bikin. Feleknasê ev tişt anî ziman: “Gelê Şengalê bertek nîşan da û destur nedan vê.  Ji ber vê jî Merwan Bedel xwest hevdîtinan bike û ji ber vê hat qetilkirin. Ev rewş ji hev ne serbixwe ne. Dixwazin Şengalê vala bikin. Me berê Şengal ziyaret kiribû. Şengal xwedî hêza ku dikare xwe bixwe rêve bibe ye. Em bi vê jî bawer dikin. Min wêneyên Merwan Bedel parve kir. Lê çapemeniya alîgir wekê ku wêne nû ye parve kirin. Tirkiyeyê Merwan Bedel wek terorîst îlan kir. Lê ew kesekî ku parastina gelê xwe dikir bû. Divê ev kes wisa bê zanîn. Heta îro ji aliyê Şengalê ve li hember Tirkiyeyê êrîşek pêk nehatiye.”
 
‘Her kevirekî wê bi lehengiyê hat heyîkirin’
 
Feleknasê di dawiya axaftina xwe de got êrîşa li hember Şengalê sûcê şer e û got wê êzîdî li dijî vê bê parastin nemînin. Feleknasê wiha dawî lê anî: “Êrîşên li hember Şengalê girêdayê êrîşên li herêmên din e. Ez ji malbata Merwan Bedel re sersaxiyê dixwazim. Ev şerma mezin e.  Êzididiyan çend sal e êşên mezin dîtin. Bi konseptên şer yên cuda re hatin rû hev. Her kevirê Şengalê bi xwînê hat şûştin. Ligel vê her kevirekî wê bi lehengiyê hat heyîkirin. Di her kevirekî de qêrîna jinekê heye. Behskirina wan qehremaniyan meh û salan digire. Jinên ji DAIŞ’ê xilas bûn, xwe perwerde kirin û parastina Şengalê kirin. Dixwazin Şengalê bê parastin bihêlin. Lê şêniyên Şengalê êdî ne yên berê ne. Dibêjin em hene û parastina xwe dikin.  Belê tiştên hatin jiyîn bû sedema birîna mezin. Lê wê ev birîn bi têkoşînê bên pêçan. Ev gotina Seyît Hesen û Merwan Bedel bû. Em ê vî sozî bînin cih. Ez carek din ji Civaka Êzidî re sersaxiyê dixwazim.”