'Cezayên li dijî Rêber Apo binpêkirina maf e, divê têkoşîn esas bê girtin'

  • 09:02 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Sîdra Mamo
 
ŞEHBA - Endama Yekîtiya Parêzeran a herêma Efrînê, Roşîn Hido têkildarî cezayên disîplînê yên ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye dayîn wiha got:"Di tevahî qanûnên dewletan de nabe parêzer ji muwekîlên xwe qut bibe. Ne mafê dewletan e ku ceza li Rêber Apo bibirin. Tecrîd li dijî qanûnê ye. Cezayên li dijî Rêber Apo binpêkirina maf e, divê têkoşîn esas bê girtin."
 
Parêzeran di 22'yê Mijdarê de bi daxwaza "Bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtina lezgîn" û ji bo girtiyên bi navê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di bin şert û mercên tecrîda giran de li Girtîgeha Îmraliyê tên girtin, serî li Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê dan. Parêzeran di serlêdana xwe de bal kişandin ser, ev 8 meh in agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 muwekîlên wan ên din nayê girtin. Serlêdana parêzeran carek din hat redkirin. Bi vê redkirina serlêdanê re derket holê ku derbarê Abdullah Ocalan de du cezayên nû yên dîsîplînê hatine dayîn. Dadgeha Înfazê hinceta redkirina serlêdanê, cezayê dîsîplînê ku di 12'ê Cotmehê de li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn eşkere kir. Her wiha dadgehê serlêdana daxwaza hevdîtina malbatan jî bi hinceta ku di 18’ê tebaxê de hevdîtina malbatê hatiye qedexekirin nîşan da. Di vê çarçoveyê de Endama Yekîtiya Parêzeran a herêma Efrînê Roşîn Hido ji ajansa me re axivî. 
 
'Cezayên li dijî Rêber Apo binpêkirina maf e, divê têkoşîn esas bê girtin'
 
Roşînê di destpêkê de da zanîn ku ev cezayê disîplînê yê nû yê li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye birîn li dijî qanûnên dewletan e û wiha dewam kir:"Girtina Rêber Apo ya di sala 1999'an de bi xwe berovajî zagonan e. Ji ber ku Rêber Apo bi navê gelên bindest bang kir û mafê wan gelên bindest xwest. Cezayên li dijî Rêber Apo binpêkirina maf e, divê têkoşîn esas bê girtin. Di hinek peymanan de hatiye gotin; divê gelê kurd xwe bi xwe bi rê ve bibe. Divê mafê biryardanê bi destê gelê kurd be. Ji ber ku kurd û Kurdistan heqîqet in. Tevgera azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd pê rabûye, heq e û ne li dijî tu zagonan e. Destpêkê dewleta tirk a faşîst cezayê mirinê li Rêber Apo birîbû. Ev hemû cezayên ku derheqê Rêber Apo de hatine birîn, li dijî zagonan e. Ne mafê tu dewletê ye ku cezayan derheqê Rêber Apo de bibirin. Ji ber vêya dema ku biryarek neheq be, wê demê ew ceza bi giştî li dijî zagonê ye."
 
'Nabe parêzer ji muwekîlên xwe qut bibe'
 
Roşînê diyar kir ku di tevahî qanûnên dewletan de nabe parêzer ji muwekîlên xwe qut bibe û wiha dom kir:"Ev 8 meh in parêzerên Rêber Apo bi daxwaza hevdîtinê bikin, serlêdana serdozgeriya Bursayê dikin lê bersiv tune ye. Serlêdanên parêzeran her car bi hincetên cezayên disîplînê tên redkirin. Vê carê jî bi hinceta ku nabe Rêber Apo bi parêzer û malbatê re hevdîtinê bike serlêdan red kirin. Mijara birîna cezayê dîsîplînê siyasî ye. Dewleta tirk a dagirker li gor zagon û heqîqetê ev ceza li Rêber Apo nebiriye. Di hemû qanûnên dewletan de cezayê qutkirina parêzer ê ji muwekîlê xwe, tune ye. Ev jî tê wateya binpêkirina mafên mirovan. Li dijî qanûnê ye ku dewleta tirk a dagirker di derheqê Rêber Apo de biryaran bide."
 
'Li Tirkiyeyê binpêkirinên mafan hene'
 
Roşînê behs kir ku cezayên derheqê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de bi giştî binpêkirinên mafan e û wiha pê de çû:"Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo, li dijî zagonên dewletên cîhanê ye. Weke pîvanên Nelson Mandela ya bi rewşa girtiyan ve girêdayî ye. Ev cezayên ku derheqê girtiyan de tên dayîn li dijî pîvanê Nelson Mandela ne. Tecrîda ku dewleta tirk a dagirker li ser Rêberê Gelê Kurd giran kiriye ne hiqûqî ye. Li dijî pîvanên bingehîn ên ku danûstandina bi girtiyan re tê kirin e. Ev bi giştî binpêkirinên mafê mirovan e. Di derheqê Rêber Apo û girtiyên siyasî de li zindanên Tirkiyeyê neheqî tên kirin. Her kes êdî dizane ku dewleta tirk ketiye lîsteya binpêkirinên mafê mirovan a di cîhanê de."
 
'Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin'
 
Roşînê bi lêv kir ku ew wek jin heta azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdulah Ocallan wê têbikoşin û wiha anî ziman:"Fikir û felsefeya Rêber Apo ketiye xizmeta tevahî cîhanê. Em dibêjin pêwîst e bi lez Rêber Apo di warê fîzîkî de azad bibe. Ji ber ku çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn bi fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Rêberê Gelê Kurd dibêje 'Ger jin azad nebe, civak jî azad nabe' . Ji ber vêya em wek jinên ku di bin bandora fikir û felsefa Rêber Apo de mane, em bang dikin ku bi lez Rêberê Gelê Kurd ji zindanê azad bibe. Em weke jin heta azadiya Rêberê me, em ê têbikoşin û li qada bin."
 
'Divê rêxistinên mafê mirovan bi lez tev bigerin'
 
Roşînê di dawiyê de bang kir ku bi lez Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji zindanê azad bibe û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em jî wek parêzerên herêma Efrînê bangawaziya me ji tevahî cîhanê re heye, bi taybet ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê heye. Divê Rêberê Mirovahiyê bi lez ji zindanê azad bibe. Çi ji me bê xwestin em ê bikin."