Çîroka şer, koçberî û penaberî ya M.H. ya Efrînê

  • 09:01 12 Kanûn 2021
  • Rojane
 
Guldem Dogan
 
STENBOL - M.H. ya Efrînê ku neçar ma koç bike, li Stenbolê bi malbata xwe re têkoşîna jiyanê dide. Her wiha tiştên li Efrînê tên jiyîn jî bi fikar dişopîne. M.H da zanîn ku ew niha naxwaze biçe Efrînê û got welatê wan qirêj kirine.
 
Hêzên çedkarî yên bi piştgiriya Tirkiyeyê dema êrîşê Sûriyeyê kir bi hezaran kes hatin qetilkirin û 5,6 mîlyon kesî neçar ma welatê xwe terk bike.  Jina bi navê M.H yek ji jinên ku ji şer reviyaye û hatiye Tirkiyeyê ye. M.H piştî şerê li Halebê neçar dimîne bi malbata xwe re koç bike û bi salan e li Tirkiyeyê têkoşîna jiyanê dide. M.H derbarê zor û zehmetiyên ku dijîn de axivî.
 
*Hûn beriya Tirkiyeyê li ku dijiyan? Hûn kengê hatin vir?
 
Ez li Halebê dijiyam. Ji Efrînê me. Piştî şerê Halebê ez çûm Efrînê. Mehek û nîv şûnde çûm Lubnanê. Sê sal û sê mehan li vir mam. Em vegeriyan Efrînê, lê hatibû talankirin. Em ji ser Efrînê hatin Tirkiyeyê. 7 sal in em li vir in.
 
*Hûn dikarin behsa jiyana li Halebê bikin?
 
Jiyana wir baş bû. Kêfa me cih de bû. Jiyan xweş bû. Derfetên me hebûn. Karê me hebû. Lê piştî şer her tişt serobino bû. Wekê din çare nema. Em li Efrînê bimana em ê bimrana. Ji bo zarokên me nemirin em derketin.
 
*Hûn çawa hatin Tirkiyeyê? 
 
Derbasbûna Tirkiyeyê zehmet bû. Ez û du kurê xwe li sînor hatin girtin. Rezîliyek mezin bû. Min ji bo zarokên xwe sebir kir. Em 30-35 kes bûn. Destûr nedidan em derbasî Tirkiyeyê bibin. Kal, pîr, jin û zarok hebûn. Dixwestin me bişînin nava şer. Em du caran hatin binçavkirin. Fermandar hat got ez berpirsyariyê nagirim wek dişînim Tirkiyeyê. Got ‘ez nizanim wê çi bê serê we’. Me sînor derbas kir. Kesên li wir bûn alîkar. Em kirin traktorê û birin termînala otobusê.
 
*Bajarê ewil hûn hatinê kîjan bû?
 
Bajarê ewil Stenbol bû. Birayê min xwişka min li vir bûn. Ez hatim gel wan. Xaniyê ez ketimê niha jî ew e. Ew çûn ez mam. Yek şehîd ket. Me tirkî nizanibû, me zehmetî kişand.  Kurdên vir gelek alîkarî dan. Wek malbata min bûn. Ez tenê nehiştim.
 
*Stenbol çawaye? Tu qet geriyayî? 
 
Na qet negeriyam. Li Tirkiyeyê jiyan bihaye. Hevjînê min tenê dixebite. Ez naxwazim tenê derkevim. Ji ber vê derfetê gerê tune.
 
*Têkiliya we bi kesên taxê re çawaye? Piştevaniya we dikin?
 
Piraniya şêniyên taxê kurd in. Lê Tirk jî hene. Her tim piştevaniya me dikin. Ez nizanim biçim cihekî. Dema diçim nexweşxanê li gel min tên. Em bi hev re diçin bazarê. Keça min çêbû, wê demê ez li nexweşxanê tenê nehiştim. Alîkarî dan min.
 
*Hûn pirsgirêka nasnameyê dijîn?
 
Nasnameya min heye. Xwediyê xanî alîkarî da min me derxist. Li Tirkiyeyê ji bo penaberan mafekî taybet tune. 
 
*Hûn rewşa Efrînê çawa dibînin? Têkiliya we bi xizmen we re heye an na?
 
Bêguman em agahî digirin. Jiyana wir ne wek berê. Efrîn qirêj kirin. Aborî, jiyan, xweza tune kirin. Efrîn mezin bû. Dema Efrîn dihat gotin çiya dihejyan. Welatê me mezin û bi nirxe lê kesên lêne qirêj û xerabin. Tiştek ji destê me nayê. Tenê wek derd dimîne. Me digot em ê vegerin Efrînê lê piştre me dest jê berda.
 
*Li Efînê kî dimîne? 
 
Bavê min, damarî, amûjna min û zarokên wê li gundê Efrînê dijîn. Ji navendê dûr in. Ew jî bi qasî dibihîzin dibêjin. Hinek tişt hene ku divê bê gotin lê mirov nikarin bêjin. Betalî heye, jiyan biha bûye û tiştên dijahlaqî tên kirin.
 
*Gelek jin ji aliyê çeteyan ve tên revandin û tecawizkirin. Hûn di vê mijarê de çi difikirin?
 
Amûjna min got li gundê bavê wê du mamosteyên jin ji aliyên kesên çedkarî ve hatine revandin tecawizkirin û piştre kuştin. Li gundê bavê min wan tiştên wisa nayên jiyîn. Di kontrola YPG’ê de ye. Amûjna min bi wan re dixebite. YPG her tim hewcedariyên wan dipirse û gundê wan diparêze. Gundî kesên biyanî nahewîne li gund. Bûyerên wisa piranî li navendê tên jiyîn.
 
*Gotinên wekê ku serokomar Tayyîp Erdogan penaberan li dijî Ewropayê wek koz bikar tîne, çi bi we dide hîskirin?
 
Me xemgîn dike, nerehet dike. Rewşa me veguheriye lîstika futbolê. Yên lingê xwe davêjin gogê dibêjin me qezenc kir. Em li Tirkiyeyê ne lê em nikarin tiştekî bikin. Ya rast tirs heye. Em her gava davêjin bi tirs davêjin. Nûçeyên wekê kesên Sûriyeyî hatine revandin em dibîhizin. Ev me ditirsîne. 
 
*Li dijî penaberan nefretek heye. Ev nefret rê li ber êrîşan vedike. Hûn wek kurd, jin û penaber ji van pêşketinan bi bandor bûn?
 
Em carna li bazarê rastî gotinên giran tên. Lê ji ber em biyanî ne em tiştekî nabêjin. Gotinên wekê ‘Sûriyeyî hatin em ji karê xwe bûn’. Em van gotinan davêjin dilê xwe. Çavê me ne li malê kesiye. Me jî nedixwest em warê xwe terk bikin. Lê çareya me tunebû. Li welatê me konekê me jî hebûna ji qesra vir baştir bû. Her kes dibêje dewlet alîkarî dide Sûriyeyiyan. Lê tiştekî wisa tune. Em bixwe dixebitin û tu piştgiriya dewletê tune. Yekane tişta kirine, sînor vekirin. Em qebûl kirin lê wekê din tiştek nekirin. Her tiştê xwe em dikin. 
 
*Zarokên we diçin dibistanê bi zimanê xwe yanî bi kurdî dikarin perwerdê bigirin?
 
Li dibistanê mamosteyên erebî dizanin hene. Lê min nexwest, ji ber ez jî dikarim erebî fêrî zarokên xwe bikim. Kurdî qedexeye, tenê tirkî digirin.
 
*Te dixwest ku kurdî perwerdê bigirin?
 
Bêguman dixwazim. Ez dixwazim gelek zimanan bizanbe. Her zimanek miroveke. Lê dilê me de tirs heye, ji ber kurdî qedexeye. Em biyanîne. Ez ji ber zarokên xwe bifikarim.
 
*Ji bo pêşerojê planên we hene, hûnê li vir bimînin an jî hûnê derbasî Ewropa an jî Sûriyeyê bibin an na?
 
Ez bi hêviya ku wê salek du salan şûnde şer bidawîbe û wê vegerim welatê xwe, hatim vir. Ji bo Ewropayê ji min re destûr derket. Lê min dixwest vegerim Sûriyeyê. Ji ber vê neçûm Ewropayê. Bavê min li Efrînê ma. Min dixwest biçim cem wî. Lê çawa bavê min bihist li min geriya got ‘tu çima naçî Ewropa’. Lê min got ez naxwazim biçim. Niha ez poşmanim. Li Tirkiyeyê her roj li hember Sûriyeyiyan êrîş hene. Ez jî matmayî mame. Ez teslimê qedera xwe bûm. Yekane daxwaza min vegera Efrînê ye. Lê bavê min dibêje ‘ferqa wir ji Tirkiyeyê tune, jiyan zehmet bûye, venegere, şer didome. Ya li Tirkiyê bimîne yan jî biçe Ewropayê. Ji ber vê jî min biryar da ku li vir bimînim.”