Helîme Gezer: Garîbe hat kuştin, heta berpirs bê cezakirin em ê têbikoşin

  • 09:13 11 Kanûn 2021
  • Rojane
Derya Ren-Medya Uren
 
MÊRDÎN - Dayika Garîbe Gezer, Helîme Gezer a têkildarî mirina bi guman a Garîbeyê axivî diyar kir ku ew ê berpirsiyarên bûn sedema kuştina Garibeyê bê ceza nemînin û wiha got:"Dema keça min îşkence û êrişa wan a zayendî îfşa kir diyar bû ku wê bê qetilkirin. Lê belê çawa Garîbeyê bêdeng nema em ê jî bêdeng nemînin, ne jî bitirsin."
 
Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê ya Jimara 1'ê ya Tîpa F girtîbû bi îşkenceyek sîstematik û destdirêjiyê rûbirû mabû. Di hucreya tê de dihat girtin de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Encamên otopsiyê bêyî ku parêzerên wê û malbata wê werin hatin girtin û di raporê de jî sedema kuştinê nehat eşkerekirin. Dêya Garîbeyê, Helîme Gezer li ser mirina bi guman a keça xwe ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî. 
 
'Garîbeyê li hember zilmê tevlî bû'
 
Helîmeyê di serî de qala rewşa malbata ku Garîbeyê tê de mezin bûye kir û wiha got:"Jiyana me bi şer û pevçûnan re derbas bû. Her roj polîs li ber deriyên me bûn. Bi hincetên biçûk diketin malê û me aciz dikirin. Kurekî min hat qetilkirin û kurekî min jî dema li bersûcên birayê xwe digeriya polîsan ji paşve lêxist û felç hişt. Kurekî min jî niha di Girtîgeha Xarpêtê de ye. Garîbeyê di nava van şert û mercan de mezin bû. Piştre jî biryar da ku li hember rabe û serî rake."
 
'Garîbeyê rûyê wan îfşa kir'
 
Helîmeyê bal kişand ser pirsgirêkên ku Garîbeyê pê re rû bi rû maye û wiha got:"Garîbeyê tevlî partiyê bû. Piştî wê di demek kurt de hate girtin. Di girtîgehê de gelek zehmetî dikişandin. Herî dawî jî bi nameyek ku ji aliyê polîsan ve hatiye sansurkirin rewşa tê de bû ragihandibû. Hemû kiryar, îşkence û istismara li girtîgehan pêk tê îfşa kiribû. Çawa ku berê jê tirsiyan û girtin, wê demê jî jê tirsiyan. Dema ev tirs ket dilê wan jî diyar bû ku wê vê yekê bînin serê wê. Min jê re gotibû jî. Min got te wan aciz kiriye ew ê te rehet bernedin. Ew jî ji rêya dizanî şaş nebû û li ber xwe da."
 
'Garîbe hat kuştin, heta berpirs bê cezakirin em ê têbikoşin'
 
Helîmeyê da zanîn ew tu carî gotina xwekujiyê qebûl nakin û wiha berdewam kir:"Gotin me xwe kuştiye. Em vê gotinê qebûl nakin. 
Garîbe hat kuştin, heta berpirs bê cezakirin em ê têbikoşin. Ev rastî li pêş çavên me hemûyan e. Yê ku bixwaze rastiyan bibîne çavên xwe nagire. Me beriya niha jî qala îstismara li Garibeyê hatibû kirin, kiribûn. Weke we niha jî dît destûr nedan ku ne parêzer, ne parlamenter û ne jî hiştin malbat biçe otopsiyê. Encamek vale kirin destên me."
 
'Em ê li pey doza Garîbeyê bin'
 
Helîmeyê dubare bi bîr anî ku dewleta tirk keça wê kuştiye, herî dawî serhildana xwe wiha anî ziman:"Dibêjin qey em ê piştî Garîbeyê  bitirsin û bêdeng bimînin. Em natirsin. Em ê li pey doza Garîbeyê bin. Wan qetil kir û em ê hesabê wê bipirsin. Heta dawî jî ez li pey vê gotina xwe me. Wan îstismar kir, wan tundî kir û ne bes wan qetil kir. Dewleta tirko çi ji me dixwaze? Erdogan çi ji me dixwaze?"