Besîme Konca: Tecrîd şerê topyekune

  • 09:10 9 Kanûn 2021
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera berê ya HDP’ê Besîme Konca tecrîda Îmralî û helwesta Ewropayê nirxand û got: “CPT tevî ku îşkenca li Îmraliyê qebûl dike jî tiştekî nake. Tişta ku em girîng dibînin; divê civaka Tirkiyeyê dengê xwe derxe. Ev şerekî topyekune.”
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in di bin tecrîdê de ye 9 meh in agahî jê nayê girtin. Di hefteyên borî de Buroya Hiqûqê ya Asrin serlêdan kir û di 22’yê mijdarê Dadgeriya Înfazê ya Bursayê di bersiva ku da de red kir û qedexeya hevdîtina 6 mehan a di 12’yê cotmehê de hatiye birîn û her wiha biryara Serokatiya Lijneya Dîsîplîna Midûriyeta Saziya înfaza Cezaya Îmraliyê ya di 18’ê tebaxê de sê meh cezayê hevdîtinê daye, hincet nîşan dan. Li aliyê din jî  Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) ku ji kontrolkirina biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) berpirse û sê mehan carê civînan pêk tîne ya îsal di navbera 30'ê mijdar û 2’yê kanûnê de pêk anî. Civînê sê rojan berdewam kir û komîteyê pêvajoya pêkanîna biryaran nirxand û  encamên hevdîtinê bi daxuyaniyekê ji rayagiştî re ragîhandin. 
 
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a berê Besîme Konca der barê tecrîda li Îmraliyê de nirxandin kir.
 
‘Peyamê didin civakê’
 
Besîmeyê diyar kir ku Tirkiye di alî Îmraliyê de agahiyê nade û got ev pêkanîna "Di nav tecrîdê de tecrîd e" û cezayê dîsîplîne ya ji ber avêta voltayê tê avêtin jî rêbazên şerê taybete û ev tişt anî ziman: “22 sal in Îmrali bi dijhiqûqiyê re rû bi rû ye. Tu car li wir hiqûq pêk nehat. Lê di salên dawî de ev bi aşkera pêk tê û ev jî rewşeke ku nêzîkatiya faşîzma AKP-MHP’ê ye.  Li dijî kurdan meşandina faşîzmê, qetilkirinê, dijhiqûqiyê û di nav ceza de ceza rewa dibînin. Di esasa polîtîkayên xwe de peyamê didin Gelê Kurd.”
 
Çalakiya ‘keştiya azadiyê’
 
Besîmeyê çalakiya ‘keştiya azadiyê’ ya ji aliyê Înîsiyatîfa Azadiya ji bo Abdullah Ocalan a Navneteweyî daye destpêkirin li bajarê Napolî ya Îtalyayê bi dawî bûye û çavdêriyên xwe wiha parve kir: “Înîsiyatîfa Ji bo Ocalan Azadî der barê Ocalan de xebatên xweş dimeşîne. Ji sendîkaya Îngîlîstanê bigirin, siyasetmedarên Latîn Amerîka, zanist, rêveberên hikûmeta kevn, jin, ciwan ji bo azadiya Ocalan xebatan dimeşînin. Bi xebatên tevgera jinên kurd û tevgera kurd re ji aliyê Însiyatîfa ji bo Ocalan Azadî di asta dîplomatîk de gelek xebat hatin kirin û Keştiya Azadiyê jî wek parçeyekê vê xebatê hat organîzekirin. Di 12'yê mijdarê de bidawî bû ev çalakî diyariyê roja ku Abdullah Ocalan çûye Romayê û pêvajoya komployê hat kirin. 22 sal berê rola Yewnanîstanê ya li dijî komployê çi bû? Li Atînayê çi hatin jiyîn. Li ser berpirsyariya hikûmeta Yewnan hat sekinandin.”
 
‘Mirov xwedî li Birêz Ocalan derdikevin’
 
Besîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di tecrîda ku 23 sal in bê navber tê meşandin de rolên cidî yên van hêzan hene û wiha berdewam kir: “Rola DMME, CPT, Komîteya Wezîran a Konseya  Ewropayê heye. Saziyên navneteweyî, qanûnên ku Tirkiyeyê îmze kirine hene. Tevî ku qanûnên hîn bi bandor yên destura bingehîn ya Tirkiyeyê ku li hiqûqê heye jî bêdeng dimînin. Daxuyaniya wan ya dawî jî di vî alî de bû. Ji Îtalyayê bigirin heta Latîn Amerîkayê, ji serkeftina Rojava bi bandor bûne. Dema mirov vê dibînin xwedî lê derdikevin. Mirov  xwedî li nirxandinên xurt yên Birêz Ocalan derdikevin.”
 
‘Gelê Kurd tecrîdê tehşîr dike’
 
Besîmeyê balkişand ser biryên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û ev tişt bi lêv kir: “Gelê Kurd xwedî li îrada xwe derdikeve tecrîda Îmraliyê teşhîr dike. Bi sekna xurt a Birêz Ocalan rastiyeke ku teşhîr bûye heye. Welatên Ewropa, NY, AK li dijî polîtîkayên Tirkiyeyê bêdengin. Herî dawî çekên kîmyewî hatin bikaranîn, Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî der barê vê de tiştekî nakin.  YE di alî pêkhatina edeleta ji bo Kurdan, ji Tirkiyeyê re krediyeke bi terza ‘dikarî bikî’ dide. Ev polîtîkayeke ku bi zanebûn tê tercih kirinê ye.
 
‘Divê ji CPT hêvî tunebe’
 
Besîmeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tevî vê pergala îşkenca li Îmraliyê CPT di nêzîkatiyek cuda de ye. Bi salane CPT bi rêk û pêk neçû Îmraliyê. Dem bi dem ji bo vê em çalakiyan dikin. Zehmet be jî dem bi dem raporên wan hebûn û ji ber destura Tirkiyeyê tunebû ev rapor nehatin meşandin. CPT ji bo îşkenca Îmraliyê tiştekî nake. Tevî îşkenca li Îmraliyê qebûl dike jî tiştekî nake. Divê ev rastî bê teşhîrkirin û ji CPT hêvî neyê payîn.  Hemû kesên demokrasiyê dixwazin divê ji faşîzmê re bêjin êdî bes e.”