Feleknas Uca: Dê tecrîd di rojeva AK'ê de be

  • 10:02 8 Kanûn 2021
  • Rojane
ENQERE - Cîgira Hevserokên Giştî yên HDP'ê Feleknas Uca ya ku biryara AK BK'ê ya Îmraliyê nirxand diyar kir ku îktidar li dijî siyaseta aştiyê di ya şer de israr dike û wiha got:"Kesên dibêjin 'pêvajoya çareseriyê me rakir sarincê' deriyê morgan vekirin. Li Ewropayê azadî tê xwestin lê Tirkiye tecrîdê diaxive."
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku ev 8 meh in xeber jê nayê girtin kûr dibe. Bi malbat û parêzerên xwe re nikare hevdîtinê bike. Li dijî şerdên tecrîdê yên giran Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) serî li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AK BK) dan. 
 
Tecrîda Îmraliyê heta îlona 2022'yan dê di rojeva AK BK'ê de be
 
Komîteya di 30'yê Mijdarê û 2'yê Kanûnê de li Strasbourga Fransayê kom bû di 3'yê Kanûnê de biryara "Öcalan-2" eşkere kir. Konseyê ji Tirkiyeyê derbarê hejmara "Kesên cezayê muebbetê girtine û girtî ne" agahî xwest. Her wiha konseyê derbarê pêşveçûyina pêkanîna tedbîrên giştî de herî dereng heta Îlona 2022'yan xwest Tirkiye agahiyê bide. Ev nîşan dide ku dê ev rewş heta Îlona 2022'yan di rojeva komîteyê de be. 
 
Cîgira Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca derbarê biryara "Ocalan-2" ya AK BK'ê de nirxandin kir. 
 
'Tecrîd biryareke siyasî ye'
 
Feleknasê da zanîn ku Abdullah Ocalan ne şexsiyetek bi serê xwe ye, ew îradeya bi milyonan e û wiha got:"Dewlet di wê ferqiyê de ye ku rol û misyona Abdullah Ocalan û gotinên wî tesîreke mezin li ser gel dike. 23 sal in tecrîda li Îmraliyê didome. Ev êdî tecrîdê jî derbas dike. Çalakiya grevên li dijî tecrîdê pêk hatin û piştre bi kurtasî be jî hevdîtinek bi Abdullah Ocalan re hat kirin. Lê piştre dîsa hevdîtin bi dawî bûn. Ev biryareke siyasî ye. Ev ne tenê biryara Wezîrê Dadê ye ev biryara siyaseta Tirkiyeyê ye. Sedema qeyrana Tirkiye niha di nav de ye jî ev e."
 
Kilîda çareseriya demokratîkbûyina Tirkiyeyê 
 
Feleknasê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya di 2013-2015'an de di navbera îktidar û Abdullah Ocalan de hatibû destpêkirin û wiha pê de çû:"Di wê pêvajoyê de rayedarên dewletê gotinên Ocalan cidî girtin. Ev gotinên rayedaran ne tenê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê ji bo demokrasiya Rojhilata Navîn jî girîng bûn. Birêz Abdullah Ocalan hêzek e. Di warê çareseriyê de xwediyê rol û mîsyonê ye. Kilîda çareseriya demokratîkbûyina Tirkiyeyê ye. Dewlet vêya baş dizane loma bi israr polîtîkayên tecrîdê derdixe pêş. Dayina cezayên dîsîplînê jî biryarên siyasî ne."
 
'Tecrîd li gor zagonên AK û CPT'yê îşkence ye'
 
Feleknasê bi bîr xist ku bi biryara AK'ê di 2009'an de di bin  navê "mafên girtîgehan" û "demokratbûyinê" Sîstema Girtîgehê ya Îmraliyê veguherî Tîpa F'yê û wiha domand:"Tecrîd dewam dike û tecrîdê halê "îzolasyonê" girtiye. Dora Birêz Ocalan girtine û hemû mafen wî ji destên wî hatine girtin. Ev hem di hiqûqa navxweyî de hem jî di hiqûqa navneteweyî de binpêkirina mafan e. Cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê tên dayin ne ji rêzê ne. Dewlet ne qanûn ne jî hiqûqê nas dike. Tê xwestin têkiliya Îmraliyê û derve bê qutkirin. Ev talûkeyeke mezin e. Bi mehan e ji Îmraliyê tu agahî nayê girtin. Kes nizane rewşa tendirustiya Birêz Ocalan çawa ye. Tecrîd li gor zagonên AK û CPT'yê îşkence ye. Ev qeyraneke mezin e û dewlet ji ser vê qeyranê di şexsê Birêz Ocalan de gelê kurd dîl digire."
 
'Ev 23 sal in AK rewşa Birêz Ocalan dişopîne'
 
Feleknasê bal kişand ser berpirsiyariya AK û CPT'ê û wiha got:"CPT dema herî dawî hat diyar kir ku mafên li girtîgehên din divê ji bo Îmraliyê jî bê dayin. AK'ê di 2019'an de diyar kir ku divê biryarên CPT'yê bên cih û demildest hevdîtin bên kirin. Di 2020'î de AK'ê dîsa rapora derbarê Îmraliyê de eşkere kir lê belê dîsa jî çareserî pêk nehat. Ocalan ji ber fikra xwe tîne ziman cezayên dîsîplînê ji bo wî tê dayin. Biryarên AK'ê yên ji bo Îmraliyê hatine dayin têr nakin. Tecrîda Îmraliyê divê di rojeva AK'ê de be. Ev geşedaneke baş e. AK heta Îlona 2022'yan li hêviya îzahekê ye. Piştî cezayê muebbetê yê demekê divê girtî derkeve derve. Lê li Tirkiyeyê ev sîstem pêk nayê. Ji 2009'an ve ye Ewropa dixwaze sîstema Îmraliyê biguhere. Lê Tirkiye di siyaseta xwe de bi israr e. AK jî êdî di mijara Îmraliyê de nikare bireve. Divê Tirkiye pirsên BK'ê bibersivîne. Tirkiye ji nava 46 welatên AK'ê jê yek e. Ger biryarên AK'ê pêk neyne dibe ku sepandin li ser werin ferzkirin. Niha ji bo biryarên derbarê Osman Kavala de pêk bên dem ji bo Tirkiyeyê hatiye dayin. Heman tişt ji bo Selahaddin Demirtaş jî derbasdar e. Heta adarê biryarên hatine dayin pêk neyên wê sepandinên cuda bên fezkirin. Êdî Tirkiye nikare ji vê mijarê bireve."
 
'Li Ewropayê azadî tê xwestin, Tirkiye tecrîdê diaxive'
 
Feleknasê diyar kir ku li Ewropayê rêxistinên civaka sivîl û dostên kurdan ji bo Ocalan azadiyê dixwazin, lê Tirkiye hîna bahsa tecrîdê dike û anî ziman ku  divê daxwaza bila CPT demek berî demekê biçe Îmraliyê bê kirin. Feleknasê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Siyaseta ku Tirkiye li Îmraliyê dimeşîne sûc e. Qanûn û rêgezên Ewropayê binpê dike.Tirkiye ji ber ku Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kiriye divê ku biryarên wan jî pêk bîne."
 
'Li Îmraliyê şerê aştiyê tê meşandin'
 
Feleknasê, diyar kir ku Erdogan xwe ji darazê berpirs dibîne û biryarên siyasî digire. Feleknasê got ku tecrîda li Îmraliyê jî encama van biryarên siyasî ye û bal kişand ser bandora Ocalan a di çareseriyê de û berdewam kir: "Erdogan ji ber ku naxwaze pirsgirêka kurd bê çareserkirin deriyên Îmraliyê girtine. Ji ber ku Erdogan û hevkarê xwe Bahçelî li ser înkara kurdan hebûna xwe berdewam dikin. Ji ber wê jî naxwazin ku pirsgirêk û qirîz bên çareserkirin. Li Îmraliyê şerê aştiyê tê meşandin. Erdogan di şer de israr dike lê Ocalan dibêje ku ew dikare di hefteyekê de pirsgirêkê çareser bike. Divê herkes bizanibe ku sedema krîza aborîyê şerê li hemberî kurda ye. Dizanin ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin wê pirsgirêka kurd di hefteyekê de bê çareserkirin. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."
 
'Kesên ku pêvajoa çareseriyê kirin sarincê deriyê morgê vekirin' 
 
Feleknasê diyar kir ku kesên ji Ocalan re berê silav dişandin niha pêvajoya çareseriyê nas nakin û wiha berdewam kir: "Kesên ku pêvajoya çareseriyê kirin sarincê deriyê morgê vekirin. Biryarên AK'ê dikaribûn baştir bi encam bibûna. Ewropa berpirsiyarê rewşa Erdogan a niha ye. Ger ku Ewropa dixwaze li Tirkiyeyê demokrasî hebe divê bi Tirkiyeyê gavê bide avêtin. Em ê jî vê mijarê bêtir bînin rojevê. Divê li hemberî tecrîda li Îmraliyê em bêdeng nemînin. Divê em berpirsiyariya  AK'ê û CPT'ê jî li ber çav bigirin û ji wan bixwazin ku biçin Îmraliyê. Divê CPT rewşa Oclana ji kesên ku azadiya Ocalan dixwazin re îzah bike."
 
'Divê ji Tirkiyeyê hesap bihata pirsîn'
 
Feleknasê diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê rojeva HDP'ê ya sereke ye, hemû kesên ku aştiyê dixwazin di ferqa rola Ocalan de ne, li hêviya ku Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê biryarên hîn girîng bigire de ne û berdewam kir: "Divê Tirkiye bêhetir bihata rexnekirin û jê bihata pirsîn ku çima biryarên AK'ê pêk nayne. Di vî warî de qels ma lê wê tecrîda li Îmraliyê Rojeva Lijneya Wezîran a Konseya Ewropayê be.  Divê em di vî warî de zêdetir hewl bidin. Li hemberî kesên ku dixwazin fikrên Ocalan asteng bikin em ê van fikrana zêdetir biparêzin û em ê ji bo azadiya Ocalan xebatên xwe bidomînin."