Parêzer û hunermend: Divê Aysel Tugluk serbest bê berdan

  • 11:47 7 Kanûn 2021
  • Rojane
Marta Somek
 
STENBOL - Parêzer û hunermend daxwaza serbestberdana Aysel Tugluk kirin û gotin: "Biryara ku ji bo Ayselê hatî dayîn siyasî ye. Ji bo Ayselê divê edalet pêk bê û Aysel di nav şert û mercên baş de bê tedawîkirin." 
 
Di sala 2016'an de li hemberî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) operasyonek pêk hat û di encamê de parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tugluk hat girtin. Aysel ji vê rojê heta îro li Girtîgeha Kandirayê ye. Demek dirêj e rewşa wê ya tenduristiyê xirab e. Ligel raporên ku nikare li girtîgehê bimîne nayê tehliyekirin. Her roja ku derbas dibe tenduristiya wê têk diçe. 
 
Bijîşkên pispor daxwaza betalkirina cezayê kirin 
 
Parêzer Reyhan Yalçindag, demên borî bal kişandibû ser rewşa Ayselê û wiha axivî bû: "Piştî ku dayika Ayselê jiyana xwe ji dest da tenduristiya Ayselê têk çû. Aysel êdî ne ser hişê xwe bû. Êdî nedikarî karê xwe yên rojane bike. 8 mehan Aysel ji hêla bijîşkên pispor ên li Serokatiya Beşa Tiba Edlî ya Fakulteya Tibê ya Kocaeliyê ve hat muayenekirin. Bijîşkan tespîta 'Nexweşiyeke kronîk e û pêşve diçe, di şert û mercên girtîgehê de nikare piştgiriya tibi bigire, ev tişt dê bibe sedemên nebaş. Divê cezayê Ayselê bê betalkirin' kirin." 
 
Hevalên Ayselê yên parêzer û hunermend bal kişandin ser rewşa Ayselê û daxwaza serbest berdana wê kirin. 
 
'Aysel divê serbest bê berdan'
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Eren Keskîn, diyar kir ku bi salan bi Ayselê re li korîdorên Dadgehên Ewlehiyê yê Dewletê (DGM) têkoşînek dane û got: "Aysel piştî ku dayika xwe winda kir rewşa wê giran bû. Aliyek me ya hevpar heye, em pir girêdayî dayikên xwe bûn. Mixabin, dema Aysel li girtîgehê bû dayika xwe winda kir. Goristana dayika wê bi êrîşa nîjadpertî re rûbirû ma. Ev tişt bandorê li Ayselê kir û travmaya ku jiyayî bandorê li hişê wê kir. Aysel mirovekê pir cudaye û naxwaze derkeve pêş û ji ber vê jî nexweşiya xwe demek dirêj veşart. Li gorî peymanên ku Tirkiye îmze kiriye divê Aysel serbest bê berdan." 
 
‘Hewcedariya Ayselê bi moralê heye'
 
Aysel Tugluk damezrînera Weqfa Lêkolîna Hiqûq û Civakê (TOHAV) ye. Seroka giştî ya TOHAV'ê Dîdar Erdem jî wiha bal kişand ser rewşa Ayselê: "Di meha îlonê de em çûn serdana Ayselê. Em ser navê saziya xwe çûn hevdîtinê û ji ber ku gelek ked dabû saziyê. Lê mixabin di nav salekî de wek 20 sal emrê wê derbas bibû. Me dît ku rewşa wê nebaş e. Ji ber vê nexweşiyê dermanên giran digire û ev tişt jî bandorê li rewşa wê dike. Bi serdanan û bi moralê dê rewşa wê baş bibe. Lê ji ber pirsgirêka çûn hatinê serdan pêk nayên. Xeynî parêzeran kesek din nagirin hevdîtinê. Lê hewcedariya Ayselê bi moralê heye. Em hevî dikin ku ATK'ê dev jî raporên xwe berde. Divê pevajoya tedawiyê dest pê bike."
 
'Divê di şert û mercên baş de bê tedawîkirin' 
 
Belgîn Şahîn a ku hunermendiya wênekeşiyê dike derbarê rewşa Ayselê de wiha nêrînê xwe anî ziman: "Birêz Aysel Tugluk ji sala 2016’an de heta îro girtî ye. Dema girtî bû dayika wê jiyana xwe ji dest da û piştrê êrişê cenazeya dayika wê kirin. Ev tişt bandorê li tenduristiya wê kir. Aysel bi vî rengî nikare jiyana xwe bidomîne. Divê Aysel demildest serbest bê berdan. Ligel raporên ku nikare li girtîgehê bîne jî nayê tehliyekirin. Divê Aysel di nav şert û mercên baş de bê tedawîkirin." 
 
'Biryara ku ji bo Ayselê hatî dayîn siyasî ye'
 
Derhêner û senarîst Yeşîm Ustaoglu jî banga serbestberdana Ayselê kir û got: "Divê Aysel bê tehliyekirin. Li mala xwe bê tedawîkirin. Divê edalet pêk bê. Her wiha biryara ku derbarê Ayselê de hatî dayîn siyasî ye. Divê siyasetê tevlî edaletê nekin."