‘Divê dawî li şertên tecrîdê bê anîn’

  • 09:06 7 Kanûn 2021
  • Rojane
STENBOL - Hevseroka MA-TUHAYDER’ê Esîn Çelîk da zanîn ku tecrîd û zexta li girtîgeha Îmraliyê dest pê kiriye, li hemû girtîgehan belav bûye û ji bo civak derkeve aramiyê divê şert û mercên tecrîdê demildest bidawî bin.
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyan didome. 8 meh in agahî ji Rêberê PKK’ê û girtiyên gel wî agahî nayê girtin û tecrîda li Îmraliyê li ser hemû girtîgehan bandor kiriye. Wisaye ku girtiyên divê bên tahliyekirin jî înfaza wan tên şewitandin û nayên tahliyekirin. 
 
Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Stenbolê, Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ya Stenbolê, Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Înfaza Cezayê (CÎSST), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyên Marmarayê (MATUHAY-DER) di 1’ê kanûnê de daxuyaniyek dan û binpêkirinên mafan yên girtîgeha Sîlîvriyê bi rayagiştî re parve kirin û diyar kirin ku li girtîgehan pêkanînên tecrîdê her diçin giran dibin.
Hevseroka MA-TUHAYDER Esîn Çelîk, der barê binpêkirinên mafan de ji ajansa me re nirxandin kir.
 
Beyî sedem înfaz tên şewitandin
 
Esînê destnîşan kir ku wezareta dadê di 2020’an de pakêta înfazê derxist û  raye dewrê Rêbazên Şopandina Gîrtîgehê kir, piştî vê gelek binpêkirinên mafan hatine jiyîn. Esînê ev tişt anî ziman: “Netahliyekirina girtiyên cezayên wan temam bûye ji yek ji van e. Di vî alî de serlêdanên cidî hene. Gelek girtî beyî hincet înfazên wan ya hatine taloqkirin yan jî hatine şewitandin. Di prosedura normal de ev heyet divê bi girtiyan re hevdîtinê bike, di encama vê de nirxandinekê bike û encamê ragihîne.  Lê kesên di vê heyetê de li ser maseya rudinin nirxandinê li ser kes dikin û ya taloq dikin an jî înfazê dişewitînin.”
 
‘Tenê dadgeh kes didarizîne’
 
Esînê bi lêv kir ku bi pêkanînên kêfî înfaz tên şewitandin û wiha dirêjî dayê: “Bi hinceta ji pirtûkxanê pirtûkên naveroka wan olî nehaitne girtin û tevî ku cezayê dîsîplîn û hucrê tune jî Înfaz tên şewitandin. Her çiqas ev bi pakêta înfazê bê qanûnî kirin jî li dij hiqûqê ye. Li gorî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê tenê dadgeh dikarin kesên girtî bidarizînin. Kes an jî sazî nikarin ceza bidin bidarizînin. Ev nîşan dide ku ev li dijî hiqûqê ye. Divê demildest dawî li peywirdarkirina Heyetên Şopandina Girtîgehê bînin.”
 
‘Divê tecrîd bidawî be’
 
Esînê balkişand ser tecrîda giran ya li ser Abdullah Ocalan û daxuyakirin ku tecrîdê bandor li ser hemû girtîgeh û civakê kiriye û ev tişt daxuyand: “Binpêkirinên maf yên dijhiqûqî pêk tên demên dawî de veguherîn pêkanînên dijmirovahî.  Ev bandora tecrîda li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan e. Ev tenê li girtîgehan nayê jiyîn. Bandor li ser hemû girtîgeh û civakêkiriye. Heta tecrîda li ser Birêz Ocalan bidawî nebe ev pêkanînên dijhiqûqî jî  wê bidawî nebin. Ji bo civak aram bibe, Tirkiye bibe welatekî demokrat û azad divê ewil tecrîda li Îmraliyê bidawî be.”
 
Hevdîtinên vekirî dest pê kirin
 
Esînê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji adara 2020’an heta niha ku şertên pandemiyê dest pê kirin, hevdîtinên vekirî yên li girtîgehan hatin rakirin. Tevî ku bi mehane rewşa normal didome, li girtîgehan ev pêk nehat. Bi daxuyaniya dawî ya zanistê re ji 1’ê kanûnê şûnde biryara hevdîtinên vekirî hat dayîn. Lê hîna wê çawa be tiştek zelal nayê zanîn. Hevdîtina vekirî dikeve rewşa azadî û maf. Gelek girtiyên ku malbatên wan li derveyê Marmarayê ne hene. Ev du sale bi malbatên xwe re nikarin hevdîtinê bikin. Divê ev cudakarî êdî neyê kirin. Li girtîgeha Sîlivriyê xizmên girtiyan dema hevdîtinan de bi binpêkirinên dijmirovahî re tên rû hev. Di hevdîtinên vekirî de jî ev wê demên pêş de çawa be em ê zelal bibînin.”
 
Ferzkirina nasnameyê
 
Esînê daxuyakirin ku ferzkirina qerta bestik a demek dirêj bû pêk nedihat li girtîgeha Sîlîvriyê dîsa pêk tê û ev tişt diyar kir: “Niha li Hejmara 5 a Sîlîvriyê di 5 kampusan de li 5 girtîgehê hatiye veqetandn. Wek hejmar 2, hejmar 3 û hejmar 7 belav kirine. Ji hejmara 3’yan zêde daxwaz tên. Li ser qertê nav paşnav û îbara ‘teror’ cih digire. Ev hem rumeta mirovan dişkîne û hem jî bêrêzdariya li hember mafên kes e. Li Hejmar 5 a Sîlîvriyê girtiyên siyasi hene lê niha ji sûcên cuda jî girtî hene. Ev dibe ku bibe sedema êrîşan. Ev tê wateya teşhîrkirinê. Divê demildest dawî li vê pêkanînê bê. Mafê girtiyan hemû ji dest hatine girtin. Divê demildest dawî li van pêkanînan bê.”