6’emîn salvegera komkujiya Garê: Me xwest em biharê bijîn

  • 09:03 9 Cotmeh 2021
  • Rojane
Oznur Deger 
 
ENQERE - Elîf Ozdemîr ya di komkujiya Garê de bi keça xwe Ozgecan Zavar re giran birîndar bû wiha got: “Sedema pêkanîna mîtîngê wehevî bû. Hesta herî xweş a cîhanê aştiye. Di aştiyê de, hezkirin, azadî, empatî û feraset heye. Gelek tiştî di hewîne.”
 
Şahida komkujiya 10’ê cotmehê ya Gara Enqereyê Elîf Ozdemîr da zanîn ku tevî 6 sal derbas bûye hîna pêşketinek tune. Elîfê ku di komkujiyê de hevalên xwe Berna Koç û Sevgî Oztekîn winda kir, bi keça xwe re bi giranî birîndar bibû. 
 
‘Me xwest em biharê bijîn’
 
Elîfê bi gotina "Me xwest em di 2015’an de biharê bijîn" û got: “Li qada mîtîngê bernameya aştiyê hebû. Her tişt baş pêş diket. Girê ket qirika me, 6 sal in ew girê hîna venebûye. Ez wê êşê hîna hîs dikim. Ji ber ew dîmenê xofê me dît.”
 
‘Gelo wê kengê ew girê vebibe’
 
Elîfê di berdeamiyê de destnîşan kir ku di teqînê de birîndar bûye, ji ber nikaribû alîkarî bide kesekî li xwe dixeyîde û wiha dirêjî dayê: “Gelo wê kengê ev girê vebibe? Belkî jî dema edelet pêk bê. Hêviya me di alî edeletê de nema. Di 6 salan de hinek ceza hatin dayîn. Lê ew ne tenê bûn. Yên ew anîn wir, yên bûn sedema komkujiyê, yên bûn wesîle. Tiştek bi wan nekirin.Hewl dan serê bûyerê bigirin.”
 
‘Êşa me nedîtin’
 
Elîfê, da zanîn ku tevî agahiya emniyet û MÎT’ê hebû ku komkujî pêk bê jî serê wê digirtin û wiha bi lêv kir: "Yên bûn wesîleya komkujiyê hene. Ev bi belgeyan derketin holê. Tevî vê tiştek nekirin. Li dadgehan telek tişt hatin axaftin. Pêvajoyek dirêj bû. Me edelet xwest, wan êşa me nedît, tune hesibandin. Em hatin astek wisa ku em bêdeng kirin, nehiştin em biaxivin. Lê bi kesê ku îtîraf kir  navbera DAIŞ û leşkeran de navbeynkarî kiriye, nazik û kibar axivîn. Me ev heq nekir. Me tiştekî nebaş nekir. Me tenê aştî xwest.”
 
‘Hesta herî xweş aştiye’
 
Elîfê, di axaftina xwe de bal kişand ser windakirina heval û dostê xwe û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me dostên xwe hevalên xwe winda kirin. Bedena wan parçe bû. Ancax yên vê bijîn wê rewşê fêm bikin. Wek komkujiyên berê. Bedela Pirsûsê kê da? ya 12’yê îlonê tê da. Kesî neda. Ji ber pergal bi pirsgirêke em li qadan bûn. Sedema mîtînê aştî bû. Ew mîtînga aştiyê bû. Hesta herî xweş a cîhanê aştiye. Di aştiyê de azadî, hezkirin, empatî û feraset heye. Gelek tiştî dihewîne. Aştî pir girîng e.”
 
‘Dayê bû 6 sal?’
 
Elîf di berdewamiyê de bi lêv kir ku ne pêkane ew roj bê jibîrkirin û hestên xwe wiha anî ziman: “Em 4 kes çibûn. Ez, keça xwe û Serkan. Berna ji Îzmîrê hatibû. Me Berna winda kir. Min ji keça xwe re got 6’emîn salvegera komkujiyê ye. Wê li Îzmîrê abîdeyek hebe. Em ê biçin vekirina wê. Keça min got ‘Dayê bû 6 sal. Wek duh tê bîra min.’Ji bo me derbas nebû. Wek duhe. Ew dîmen ji ber çavên me naçin. Ne tenê Berna, Sevgî Oztekîn jî hevala min bû. Me bi hev re sifra xwe parve kir, em hevalê hev bûn. Ez Alî Kîtapçi, Mavîş û Îsmaîl Kizilçay jî nas dikim.”
 
‘Xeyalên wî bi bedena wî ya biçûk re çû’
 
Elîfê, zarokê bi navê Veysel Atilgal yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da bibîr anî û ev tişt bi lêv kir: “Hêviyên wî zarokê bi bedena wî ya biçûk re çû. Kê dizanibû wê hîna çi bibe, wê çi bibine. Keça min dema birîndar bû diket 17 saliya xwe. Keça min wê her tim bi wê travmayê bijî. Ji ber ku dengê bombeyê hîna tê bîra wê.”
 
‘Polîs gaz avêt’
 
Elîfê balkişand ser şîdeta polîs a piştî teqînê û daxuyakirin ku polîs gule reşandiye ser girseyê û gaz avêtiye û wiha ev tişt anî ziman: “10’ê cotmehê tu car nayê jibîrkirin. Dîrok wê her tim vê plana qirêj û bêbext binivîse. Yê paşerojê çawa hatin nivîsîn wê ev jî bê nivîsin. Yên aştiyê dixwazin tu car nabin terorîst. Yên hezkirinê dixwazin xerabiyê nafikirin. Li cihê aştî hebe azadî jî heye. 10’ê cotmehê ne ya dawî bû. Pirsûs û Amed ne dawî bû. Em 10’ê cotmehê ji bîr nakin. Ne pêkane bê jibîrkirin.”
 
‘Ev travmayeke û tu car naqede’
 
Elîfê destnîşan kir ku di 6’emîn salvegera komkujiyê de heman êşê dijîn û bi darizandina dikin jî dixwazin dozê bigirin û wiha dawî lê anî: “Gelo ev doz dikare bê girtin? Kes bi şewbê nemir, wesayît lê neket, ji cihekî de neket. Ew mirov parçe bûn. Ma ev dikare bê jibîrkirin. Ev travmayeke û tu car jibîr nabe, naqede. Li Îzmîrê abîdeyek hat çêkirin. Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane. Ez ê biçim vekirina vê abîdeyê. Bernayê di teqînê de li erdê destê xwe dirêjî min kir û got alîkarî bide min. Keça min li erdê bû. Çavên Bernayê şîn bûn. Ew rewşa wê li ber çavên minin.  Piştî vê jiyan ne hêsan bû. Ji bo yên man jî rewş pir zor bû.”