'Bi binçavkirinan dixwazin dengê girtiyên li girtîgehan neyê bihîstin'

  • 09:08 8 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên siyasetmedar ên bertek nîşanî binçavkirinên li Îzmîr û Manîsayê dan wiha gotin:"Armanc ew e ku dengê girtiyên li girtîgehan neyên bihîstin."
 
Do di saetên serê sibehê de polîsan bi ser Komeleya Malbatên Hukumxwar û Girtî ya Egeyê (EGE TUHAYDER), Komeleya Kesên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadoluyê (ANYAKAYDER) ya Îzmîrê, Komeleya Alîkariya Mêrên Oldar (ÎDAYDER) de girtin. Di serdegirtina malan a Îzmîrê de tevî Dayika Aştiyê Şukriye Kizildag a 70 salî 16 kes hatin binçavkirin. 
 
Jinên bertek nîşanî binçavkirinan dan diyar kirin ku tê xwestin bihîstina binpêkirina mafên li girtîgehan bê astengkirin. 
 
'Ji dayikên me ditirsin?'
 
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a navçeya Turgutluyê Naile Gumuştaş, bertekên xwe yên li dijî binçavkirinan bi van gotinana anî ziman:"Ji dayikên me ditirsin? Ger saeta îfadeyê bidana wê biçiyana îfade bidana. Dibêjin qey ew ê bi zextan serî bi me bidin tewandin. Ger xebera me jê heba em dikaribû biçiya û îfadeya xwe bida. Em nizanin dayika me di bin çi şerdî de birin. Ji ber biryara sînordarkirinê hebû loma me nedît. Me bidîta me yê dermanê wê bibira. Ne diyar e ew ê çend rojan di bin çavan de jî bimîne. Wateya wê tune ye ku jina 70 salî têxin zindanê. Nexweşî heye. Ne dereng e divê demildest bê berdan. Êdî bes e! Divê saziyên jinan jî li dijî vê yekê dengê xwe derxin."
 
'Dixwazin bi binçavkirinan jinan bitirsînin'
 
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad Hayat Îzgi da zanîn dixwazin bi binçavkirinan jinan bitirsînin û wiha got:"Dayikeke 70 salî dikin bin çavan û dibin. Ew di nava saziyên me de jî cih digire. Ev saziyana bêyî haya wan venabe. Li gor rêznameyê vedibin. Naxwazin jin di warê hişmendiyê de pêş bikevin. Çimkî jina bîrbir civaka bîrbir e. Jina di nava siyasetê de jî terorîze dikin. Jin bi salan e li kolanan li berxwe didin. Ew ê ev berxwedan bidome jî. Çi dibe bila bibe banga ji bo jinan ew e ku em bi hev re li nasnameya xwe ya jinê û têkoşîna xwe xwedî derkevin. Çimkî jin dema li kolanan be ev baştir e."
 
'Bi binçavkirinan dixwazin dengê girtiyên li girtîgehan neyê bihîstin'
 
Ji rêveberiya EGE TUHAYDER'ê Leyla Kaygisiz jî têkildarî binçavkirinan wiha got:"Bi êrişa li ser rêveberên niha û yên berê yên komeleya me dixwazin têkiliya malbatên girtiyan û gel ji hevdu qut bikin û vê yekê rewa bikin. Bi binçavkirinan dixwazin dengê girtiyên li girtîgehan neyê bihîstin. Lê em yek kes jî bimînin em ê bibin dengê girtiyên di zindanan de. Her kesên ku ji xwe re dibêjin em mirov in divê li dijî zextan deng derxin. Ne tenê malbatên girtiyan ji bo herkesî banga min ew e ku li dijî helwesta dijmirovî derkevin û bibin dengê girtiyên di zindanan de. "