Aysel Avesta: JIN TV çepera parastin û deşîfrekirinê ye

  • 10:20 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
Sema Çaglak 
 
NAVENDA NUÇEYAN - JIN TV bi bernameyên cuda dest bi weşana xwe ya dema nû kir. Pêşkeşvana JIN TV Aysel Avesta diyar kir ku JIN TV, çepera parastin û deşîfrekirinê ye û got: "Em hertim dibêjin, JIN TV çeper e. Li hemberê hemû zihniyetên ku jinê biçûk dixe, li hemberê zimanên zayendparêziyê, li hemberê kuştina jinan, li hemberê hemû rêbazên ku di navenda xwe de êrîşê jinê dike bû çeper."
 
JIN TV bi îdîaya ku di her qada jiyanê de keda jinê bide nîşandan di 8'ê Adara 2018'an de dest bi weşana xwe ya ceribandinê kir û di 30'ê Hezîrana heman salê de jî dest bi weşana xwe ya asayi kir. Dema JIN TV dest bi weşanê kir, pirzimanî, pirçandî, piralî û pirrengî esas girt. JIN TV ev sê sal in bi dirûşma "Dengê jinê rûyê jiyanê" bi bernameyên cuda hewl dide bibe deng û rengê  hemû jinan. Di 4’ê Cotmehê de JIN TV dest bi weşana xwe ya nû kir. Pêşkeşvana JIN TV Aysel Avesta derbarê serdema weşana nû ji ajansa me re axivî.
 
‘Tevî navende li 5 qadan me xwe bi rêxistin kir' 
 
Aysel, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser taybetmendiya weşana televîyonê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ev 3 sal in em weşanê dikin û weşana JIN TV li hemû xebatkarên televîzyonê, kedkarên çapemeniya azad û ji jinên rojnameger pîroz dikim. Ji ber ku JIN TV di heman demê de ji bo wan jî wek deskeftiyek e. Bêguman JIN TV ji roja avakirinê pê ve li ser esasên pirzimanî, pir çandî û pir rengî hat avakirin. Li gorî wan perspektîfan bernameyên xwe pêşkeş dikin. Me dest bi weşana dema ya nû kir. Di dema weşana nû de tevî navende li 5 qadan me xwe bi rêxistin kir. Hem di aliyê siyasî, civakî, çandî, ekolojî, aborî û hem ji bo zarokan de bernameyên me cûrbicûr hatin amadekirin. Li navendê jî bernameyên aktuel a serekê  nûçeyên kurdî, tirkî û erebî hatin amadekirin. Em dibînin ku li hemberî pêwistiyan hin zêdetir pêdivî bi mezinkirin û berfirehkirinê vê xebatê heye."
 
'Di hemû qadan de em hatin astekî' 
 
Aysel diyar kir ku hemû rojevên ku bi gelemperî di sala derbasbûyî de pêk hatin bûn mijara JIN TV û got: “Hem rewşa Rojhîlata Navîn a ku gelek bûyer tê jiyîn hem jî pirsgirêkên jinên ku li Ewropayê dijîn û ligel wan pirsgirêkan têkoşîneke mezin a jinan jî hebû. Em bûn dengê wan jinan. Me texrîbata xwezayê, kuştina jinan, rewşa Efganîstanê, bidestxistina mafê kurtajê û dikarim bêjim ku mijarên me yê sereke bûn, me wan mijaran ragihand. Li Kurdistanê şerekê dijwar heye, her wiha li Rojhîlata Navîn bi her cûreyê krîz heye. Ew hemû krîz bandorê li ser civakê dike. Her wiha hêzên hegemonîk di nav şerekê berjewendiyê de ne. Ev şer bêguman zêdetir bandorê li jin û civakê dike. Ew bûn mijarên sereke ya ya JIN TV yê. JIN TV berpirsyariya xwe tîne cih. Di nava salê de hedefên ku me dabû pêşiya xwe kêm zêde lawazî derketin lê belê me di mijarên civakî, çandî û jinê de astekî wergirt. Bi vê dema xwe ya nû de jî bawer dikim ku hem bi ekîbek profosyonel, bi rûyên nû bi bernameyên cuda weşana xwe berdewam bikin."
 
'Jin Tv bû çeper'
 
Aysel destnîşan kir ku JIN TV eleqeyek baş dibîne û axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Eleqeyek mezin ji bo Jin Tv heye. Êdî astekî hatiye girtin.  Qadekê ji bo îstîhdamê vekiriye. Jin li vir xwe bi xwe pêş dixin. Aliyê teknîkê de aliyê pêşkeşiyê de aliyê zanebûn û zanistiyê de pêş dikeve û pîşeyek wan çêdibe. Em carinan pirsgirêk dijîn lê dîsa jî jin hebûna xwe di vê qadê de hîs dikin û li gorî vê tevdigerin. Hinek di aliyê xwebawerkirinê de em pirsgirêkan dijîn. Gava dest bi kar dikin lê hêdî hêdî ew jî dişkê. JIN TV ji bo jinan bû cihê baweriyê. Ji aliye pîşeyî, kalîtê û naverokê de bi îstîkrar dewam dike.  Îdiaya me ew e ku em bi nerîna jin, bi perspektîfa jin û bi zimanê jinê bibin referans ji bo hemû televîzyonên kurdî re. Em hertim dibêjin, JIN TV çeper e. Li hemberê hemû zihniyetên ku jinê biçûk dixe, li hemberê zimanên zayendparêziyê, li hemberê kuştina jinan, li hemberê hemû rêbazên ku di navenda xwe de êrîşê jinê dike bû çeper. Çepera parastinê û deşîfrekirinê ye. Wê JIN TV li hemberê hemû êrîşên li ser jinê bibe mertal. Wê têkoşîn û keda jinê dîtbarî bike.”
 
‘Em ê bi rûyên nû bernameyên cûrbicûr weşanê bikin' 
 
Aysel wiha bal kişand ser dema weşana nû: "Em ê bi rûyên nû û bernameyên cûrbicûr weşana xwe bimeşînin. Em ê weşana xwe li gorî saeta Kurdistanê ji serê sibê saet 07.00'an heta saet 21.00'an bêdubare weşanê bikin. Di nava heftê de nêzî 101 bername wê bê weşandan. Ji her çar parçeyên Kurdistanê amadekarî dikin ku pêşkêş bikin. Em ê dîsa 3 ziman esas bigirin. Ligel vê hedefekê me jî ragihandina dengê jinên Emerîkaya Latîn e ku bi bernameyekê bînin ser ekranan. Her wiha jinên enternoyalîst rêxistinek xwe ava kirine ji bo ku piştgirî bidin şoreşa Kurdîstanê. Dengê jinên enternoyalîst û xebatên wan jî em ê bi bernameyekê bînin ser ekranê. Dîsa hedefekê me heye ku em ê nûçeyên cîhanê yê jinan jî binîn ser ekranê. Wê siyasetê ji jinan bipirsin û bi çavê jinê siyaseta rasteqîn bi we re parve bikin. Li dijî asîmlasyon û polîtikayên bişaftinê wê bi bernameyên xwe yên rengî bibe mertal. Dîsa li qadên wêje, werzîş, tendirustî û hemû qadên jiyanê wê deng bidin jinan. Hûnê karibin hefte 7 rojan agahî, nûçe û bûyerên aktûel bi nêrîn û perspêktîfa jinan ji navenda nûçeyan a JIN TV bişopînin. Ji navendê heta qadên weke bakur, rojava, başûr û rojhilatê Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê wê televîzyona we jinan ji bo we, rojeva jinan ango rojeva jiyanê ragihîne. Wê ji Amed paytexta Kurdistanê, Kobanê warê berxwedêran, Qamişlo, Şehba, Reqa, Mexmûr, Şengal, Silêmanî û Stenbolê bi bernameyên rengîn bi we re bin."
 
'Bernamek dê li ser jiyana dayikan bê amadekirin' 
 
Aysel diyar kir ku JIN TV bi dewlemendiyek mezin dê li hemberê temeşavanan be û wiha bi lêv kir: “Di bernameyên me de lawaziyek hebû ew jî bernameyên li ser zarokan bû. Di dema weşana nû de bernameyên me dê ji bo zarokan jî hebe. Dîsa bernameyek taybet li ser dayikên me wê çêbibe. Dayikên me yê ku ked û berxwedanek mezin dimeşînin di nava vê salê de gelekî ji wan jiyana xwe ji dest dan. Em ê dayikên têkoşer ku hem yên ku jiyana xwe winda kirine û hem jî yê ku hêj li berxwe didin portreyên wan çêkin. Ligel vê em ê jiyana wan wek arşîv tomar bikin û peyderpey wê biweşînin. Di weşana me ya nû de bernameyek taybet a ku di dawiya hefteyê serê sibê de bê weşandin tê amadekirin. Di vê bernameyê de dê mijarên curbicur bi pisporan re nîqaş bên kirin."
 
'Weşan dê ji sedî 70’ê bi kurdî be' 
 
Aysel di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku JIN TV wekî dirûşma xwe bibe "Dengê jinê, rûyê jiyanê" û got. "Me di destpêka weşana xwe de jî anîbû ziman ku JIN TV, pir zimanî, pir çandî û pir rengî ye. Lê em ê ji bo zimanê netewa xwe, zaravayên kurdî esas bigirin û weşana me dê ji serî 70’ê kurdî be. Her wiha me xwest rojeva rojhilatê Kurdistanê ku gelek dûr e û pir di bin zextekê mezin de ye jî bisekinin. Wê xebat û çalakiyên wan di hefteyekê de ew bi bernameyê aktuel bê dayin. Ango JIN TV ji îsal bi îdiayek mezin hemû qadên civakê analîz bike û wekî slogana xwe bibe dengê jinê û rûyê jiyanê bibe."