Rêvebirên MEBYA-DER’ê: Cenaze ji malbatan tên revandin

  • 09:06 7 Cotmeh 2021
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Rêvebirên MEBYA-DER’ê ya Şirnexê Asiye Arslan û Heznî Arslan bertek nîşanî helwesta îqtîdarê ku bêyî malbatan cenazeyan bi komî defin dike dan û gotin: “Li hemberî cenazeyan helwesteke hovane heye. Cenaze ji malbatan tên revandin û ev jî parçeyek ji îşkenceya li cenazeyan tê kirin e."
 
Li herêma Besta; li Çiyayên Gabar û Cudiyê yên Şirnexê, di enacam operasyonên ku berdewam dikin de şervanên HPG û YJA Strarê yên jiyana xwe ji dest dan cenazeyên wan li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tên sekinandin. Malbatên ku ji bo teşhîskirina cinazeyên zarokên xwe tên nexweşxaneyê xwînê didin bi mehan tên mijûlkirin û cenaze radestî wan nayên kirin.  Cenazeyên ku radestî malbatan nayên kirin piştî bi mehan li Goristana Bêkesan tên definkirin.
 
Hat aşkerakirin ku cinazeyên şervanên HPG û YJA Starê jî ji aliyê polîsan bi maşîneyên zirxî ji nexweşxaneya Şirnexê hatine wergirtin û li goristana bêkesan a li taxa Bahçelîevlerê ya Şirnexê hatine definkirin. Herwiha hat destnîşankirin ku goristana beriya niha 32 cinaze lê hatine definkirin niha hejmara cenazeyên lê defin kirine derketiye 69’an.
 
Rêvebirên Komeleya Çand û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe li Derguşa Şaristaniyê ya Mezopotamiyayê Winda kirine (MEBYA DER)  a Şirnexê Asiye Arslan û Heznî Arslan, têkildarî mijarê axivîn.
 
‘Dil û kezeba dayikan dişewitî nin’
 
Asiye Arslan a ku bertek nîşanî helwesta hikûmetê ya li hemberî cenazeyan da wiha got: “Bi sala ye li dijî Gelê Kurd êrîş tên kirin. Hem li ser Gelê Kurd û hem jî li ser gorên kurdan ev êrîş berdewam dikin. Dewlet hovanê nêzî cinazeyên me dibe. Cinazeyên me parçe parçe dikin. Gêrîlayên ku jiyana xwe ji dest dane bi komî tên definkirin. Bi taybet ji salên 90’î vir ve ev êrîş zêde bûne û li ser gorên kurdan berdewam dikin. Heta niha bi hezaran cenaze winda ne. Malbat nikarin xwe bigihînin cenazeyên zarokên xwe. Bi zanebûn cinazeyên zarokên malbatan radestî wan nakin, ji malbatan direvînin û vedişêrin. Malbatên ku cenaze radestî wan tên kirin jî piştî bi mehan mijûl dikin radest dikin. Dewlet bi vî awayî zilmê li malbatan dike. Dilê dayikan dişewitîne. Bi nedayîna cenazeyan re îşkencê li malbatan dikin. Berî niha jî êrîşî gorên gêrîlayên HPG’ê ku li Goristana Garzanê hatibûn definkirin kirin. Cenaze ji gorên wan derxistin û li Stenbolê dibin peyarêyê de defin kiribûn.”
 
‘Dawî li vê îşkece û hovîtiyê bînin’
 
Asiye, destnîşan kir ku niha jî li şirnexê heman tevgerîna li hemberî Goristana Xerzanê li Şirnexê tê jiyîn û wiha pêlda axaftina xwe: “Li vir bi mehanin cinazeyan nadin malbatan. Cinazeyên ku li morga Nexweşxaneya Şirnexê tên ragirtin bi şev nîvê şevê ji aliyê polîsan ve bi panzeran tên girtin û dibin Goristana Bêkesan komî defin dikin. Çi ji cinazeyan. Êdî bes e. dawî li vê îşkenceyê bînin. Bila cinazeyan bidin malbatên wan. Dewlet ji ber ku dizane dema cenaze radestî malbatan bên kirin wê bi girseyeke mezin bên definkirin vê dike. Ji ber vî yekê ye ku zilma xwe li ser malbat û civaka me zêdetir dike. Îqtîdar gelek zêde ji cinazeyan û ji malbatên wan ditirse. Îqtîdara ku naxwaze ji ser paldanka xwe bê xwarê êrîşî kurdan dike. Mînak li Cizîrê di jêrzemînan de gelek kes hatin qetilkirin. Cenazeyên hinn kesan nayê zanîn ku li ku derê ne. Di ol û ehlaqiyê de mînaka vî tiştî tune ye. Ev çawa wîcdan, ehlaq û ol e ku cenazeyan bi komî defin dike. Çawa wîcdana wan rehete. Bila êdî cinazeyên malbatên me bidin wan. Tu dayik û malbat li hember van zext û êrîşên îqtîdarê serê xwe natewînin.”
 
‘Dayik bi salane li cenazeyên zarokên xwe digerin’
 
Heznî Arslan jî destnîşan kir ku tim dil û kezeba dayikan dişewite û êrîşên li ser cenazeyan jî wek hovîtî bi nav kir. Heznî,  wiha domand: “Ev êrîşên ku li ser cenazeyan tên meşandin nayên qebûlkirin. Mafê hemû dayikan heye ku bibin gora zarokên xwe bizanibin. Êşa herî mezin dayik dikişînin. Dayik bi salane li cinazeyên zarokên xwe digerin. Ez jî wek dayik hêstên wan gelek baş fêm dikim. Dilê wan gelek diêşe Daxwaz û hêviya malbatan ew e ku bigihîjin cenazeyên zarokên xwe.  Mînaka vê di tu olan de tune ye.  Divê li hember cenazeyan rêzdarî  û wîcdan hebe. Ji bo me tu cenaze ferq nake. Divê îqtîdar jî bi vî awayî nêz bibe. Bila cenazeyên zarokên van malbata demildest radestî wan bên kirin. Cenazeyên zarokên me ji gorên wan derdixin dibin li cihek din defin dikin.  Tişta ku îro îqtîdar dike bê ehlaqiyek mezin e. Ew çi ji cinazeyan dixwazin?”
 
‘Cinazeyan ji malbatan direvînin’
 
Heznî, di dawiya axaftina xwe de di serî de dayik bang li hemû kurdan kir ku li hember van êrîş û hovîtiya li ser cinazeyan tê meşandin bê deng nebînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê wîcdana me vî tiştî qebûl neke. Cenazeyên zarokên malbatan tim cihê wan digûherînin. Malbatên ku bi salan e cenazeyê zarokên xwe wernegirtine hene. Mînaka herî dawî jî ew ê ku cenazeyên li peyarêyên Stenbolê hatin definkirin e. Bila cinazeyan ji malbatên wan nerevînin. Tu mafê wan tune ye. Em vê hovîtiyê qebûl nakin. Ev tişt li dijî mirovahiyê ye. Cinazeyan ji malbatan direvînin. Divê em li dijî vê destên xwe bidin hev û xwedî li cinazeyan derbikevin. Divê qada navneteweyî bêdeng nemîne. Divê mafê mirovan biparêzin. Em bi salane di bin vê zordestiyê de ne, lê belê tu kesî ji bo me tiştek nekir. Divê em xwedî li cinazeyên xwe derbikevin.”