Li hemberî kamera danîna li koguşan bertek

  • 09:50 30 Îlon 2021
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Girtîgeha 2'yemîn a Tîpa F ya Kiriklara Buca li koguş û hawadariyê kamera hatin bicihkirin. Girtiyê bi navê Firat Yagmekan ji ber ku bertek nîşanî rayedarên girtîgehê da derbarê wî de doz hat vekirin. Dayika wî Sultan Yagmekan, da zanîn ku rêbazeke îşkenceyê ye û ne tenê malbat divê herkes bertekê nîşan bide. 
 
Li girtîgehan her roja ku derbas dibe binpêkirina mafê girtiyan zêde dibin. Niha li girtîgehan rêbazek din a îşkenceyê tê pratîzekirin. Li Girtîgeha 2'yemîn a Tîpa F ya Kiriklara Buca li koguş û hawadariyê kamera hatin bicihkirin. Girtiyên bi navê Îbrahîm Tîkan û Firat Yagmekan li dijî vê yekê derketin û bi îşkenceyê re rûbirû man koguşên wan hatin guhertin. EGE TUHAY-DER jî derbarê mijarê de daxuyaniyek dabûn û bertek nîşanî danîna kamerayan a li koguş û hawadariyê dan û bang li Wezareta Dadê kirin. 
 
'Firat û Îbrahîm ji koguşê hatin derxistin'
 
Dayika Firat Yagmekan Sultan Yagmekan, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa kurê xwe: "Di 28'ê îlonê ango du roj beriya niha kurê min telefon vekir û got 'Hevalê min ê koguşê Îbrahîm Tikan ji hêla 25 gardiyanan ve bi îşkenceyê birin koguşek din a bloka B'yê'. Rayedarên girtîgehê xwestiye ku kamera li koguş û hawadariyê bi cih bikin. Kurê min û Îbrahîm li dijî kamera danînê derketine û ji ber vê jî bi zorê ji koguşê hatine derxistin."
 
'Her tim cezayê disîplînê didin girtiyan'
 
Sultan, da zanîn ku 13 sal in Firat girtiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di salên dawiyê de bêtir mafên girtiyan hat îhlalkirin û Firat jî wê yekê qebûl nedikir. Ji ber vê sedemê jî her tim cezayê disîplînê hat dayîn û ev demek pir dirêj e ku em hevdû nabînin. Her wiha ji ber ku li dijî pergala kamerayê derketine derbarê wan de doz hatiye vekirin. Ez di vê baweriyê de me ku dê li hemû girtîgehan heman tiştî bikin. Divê dayikên girtiyan baş bizanin ku dilê min qet rihet nîne. Divê parlamenter, parêzvanên mafên mirovan û parêzer ji vê mijarê re eleqedar bin. Dixwazin vê tiştî li hemû girtîgehan pêk bînin." 
 
'Em ji rewşa girtiyan bi fikar in'
 
Sultan, destnîşan kir ku piştî tayînkirina midûr Alî Haydar Ak, li Girtîgeha Kiriklarê bêtir mafê girtiyan hat îhlalkirin û got: "Piştî Alî Haydar Ak zextên li hemberî girtiyan zêde bû û ji ber vê jî girtî di nav fikaran de ne. Niha rewşa girtiyekî jî baş nîne. Em ji rewşa wan bi fikar in. Divê çi ji destê me bê em bikin. Heke niha tedbîr neyê girtin dê li koguşên din jî heman tişt pêk bê." 
 
'Divê em dengê xwe bilin bikin'
 
Dayika Firat Yagmekan Sultan, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarokên me niha li girtîgehê ne û ne tenê ji bo malbata xwe ji bo herkesî û ji bo gelê xwe hatine girtin. Divê hemû malbat xwedî li girtiyan derkevin. Ji bo girtiyan divê em dengê xwe bilind bikin."