‘Divê binpêkirina mafan bê bidawîkirin, girtiyên nexweş bên berdan’

  • 09:08 30 Îlon 2021
  • Rojane
AMED - Xizmên girtiyan diyar kirin ku divê dawî li binpêkirina mafan bê û girtiyên nexweş demildest bên berdan.
 
Li girtîgehên Tirkiye û herêmê rewşa girtiyan her diçe giran dibe, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi Vîrusa Koronayê re zêde bûn. Hejmara girtiyên nexweş ku ji ber nayên dermankirin û nikarin xwe bigihînin mafê tenduristiyê, roj bi roj zêde dibe. Li aliyê din girtî di bin tecrîda giran de dimînin. Li gorî rapora ÎHD’ê ya 2020’an li Tirkiyeyê 604 jê giran bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene. Tevî raporên nexweşxaneyê yên nikarin girtî bimînin jî nayên berdan.
 Endama Komeleya Alîkariya Malbatên Girtî (TUAY-DER) der barê rewaşa girtiyan de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Girtî kelepçekirî tên dermankirin’
 
Xizma girtî Hazal Yildirim destnîşan kir ku binpêkirinên mafan ên li ser girtiyan zêde bûne û wiha dirêjî dayê: “Divê girtiyên nexweş demildest bên berdan. Gelek girtiyên nexweş hene. Yên temenê wan mezin û yên rewşa wan giran hene. Binpêkirina mafan li ser girtiyên nexweş jî tê kirin. Girtî nayên dermankirin. Girtiyên divê bên dermankirin jî bi kelepçeyê dibin. Em dixwazin ku girtiyên nexweş ê giran ne li nexweşaneyan li malên xwe bên dermankirin.”
 
‘Ji ber Kurdî axivî cezayê dîsîplînê dayê’
 
Hazalê di berdewamiyê de daxuyakirin ku girtiyên nexweş yên cezayê wan qedyane jî tevî vê pêvajoya cezayê wan tê dirêjkirin û wiha bi lêv kir: “Girtiyên divê bên tahliyekirin tevî serlêdanan nayê qebûlkirin. Ji ber pandemiyê du sal in me zarokên xwe nedîtine. Çalakiyên grevên birçîbûnê qediyan, em rewşa zarokên xwe mereq dikin. Di vê mijarê de em tu agahiyê nagirin û em zarokên xwe nabînin. Em bi telefonê diaxivin. Ji ber em Kurdî diaxivin cezayê dîsîplînê didin zarokên me. Bila êdî pandemiyê nekin hincet. Her der vebûye. Salonên dawetê, kafe, malên sersaxiyê. Divê hevdîtin jî êdî pêk bên.”
 
‘Hewl didin girtiyên nexweş bernedin’
 
Kiymet Çoreşoglu jî berteka xwe wiha anî ziman: “Girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi vî awayî dixwazin gelê Kurd tune bikin. Zilmê li gelê Kurd dikin. Dixwazin heta dawî girtiyên nexweş dîl bigirin.Em rewşa girtiyên nexweş dipirsin, dibêjin giran in. Bi binpêkirinan her tim zextê li zarokên me dikin. Gelo wê ev heta ku derê bidome? Em vê qebûl nakin û divê demildest bên berdan.”
 
‘Ceza dirêj dikin’
 
Gulek Yuksekdag jî balkişand ser reşa girtiyên rewşa wan giran û got ew nikarin bi tena serê xwe hewcedariyên xwe bînin cih û wiha daxuyand: “Divê demildest bên berdan. Bi hezaran girtiyên nexweş hene. Tevî nexweşiya giran cezayên dîsîplînê didin û dikin hucreyan. Rewşa wan giran e. Girtiyên cezayê wan kêm mane nayên tahliyekirin. Înfaza wan dişewitînin û cezayên wan dirêj dikin. Ev nayê qebûlkirin. Divê demildest wezaret û rêveberiya girtîgehan berpirsyariya xwe bîne cih.  Divê qedexeyên ji ber pandemiyê bên rakirin, hevdîtin bên destpêkirin.”