'Li dijî polîtîkayên şer ên li hemberî ciwanan têkoşîneke bi rêxistinkirî divê’

  • 09:02 30 Îlon 2021
  • Rojane
Sema Çaglak
 
ÊLIH - Endama Meclîsa Ciwanên HDP’yê ya Êlîhê Tuba Çelîk destnîşan kir ku daxwaza dewletê şikandina dînamîzma ciwan û jinên ciwan e û got: “Bi vê kampanyayê em hedef dikin ku polîtîkayên qirêj ên li ser ciwanan teşhîr bikin. Bi rêxistinî em ê li hemberî her cûreyên polîtîkayên şer ên taybet têbikoşin." 
 
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di 10’ê îlonê de starta kampanyaya "Em tiryakbûnê bişkînin jiyana nû ava bikin" dabûn. Meclisa Ciwanan bi vê kampanyayê hedef dike ku balê bikişîne ser bikaranîna hişbir û belavbûha fihûşê ya li herêmê. Ciwanên HDP’yî di çarçoveya kampanyaya xwe de bênavber xebatên xwe didin meşandin. Li Êlîhê jî starta kampanyayê li navçeya Hezoyê hatibû dayîn. Têkîldarî mijarê endama Meclîsa Ciwanên HDP’yê ya Êlîhê Tuba Çelîk ajansa me re axivî.
 
‘Li herêmê polîtîkayên taybet ên şer...' 
 
Tuba di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku ji sala 2014’an wê de li herêmê polîtîkayê çewisandinê tê meşandin û got: “Bi vê planê, polîtîkayên şer ên taybet li Kurdistanê ketiye lûtkeya herî jor. Di her tax û kuçeyên herêmê de tiryak, fihûş û torên sixuriyê zêde bû ye û êdî asayî bûye. Em wek ciwan li dijî van polîtîkayan kampanyayek da destpêkirin. Bi vê kampanyayê em hedef dikin ku ev polîtîkayên qirêj a li ser ciwanan teşhîr bikin. Her wiha em dixwazin ciwanan di vê warê de bi hişmend û bi rêxistin bikin.”
 
‘Em ê hilweşandina exlaqî bi dawî bikin'
 
Tuba, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser meşandina kampanyayê ya li Êlihê: "Me starta xebatên kampanyaya xwe li gundê Timoqê ya girêdayî navçeya Hezoyê ya Êlihê da. Ji bo em zêdetir xwe bigihînin ciwanan navçe bi navçe, gund bi gund xebatên xwe didin meşandin. Bi saya van xebatan me dît ku ciwanên êlihî çiqas xwedî rihekê berxwedêr û bi rêxistin e. Em ê di her xebatên xwe de ew rihê berxwedêr û têkoşer derxînin holê. Di xebatan de em dixwazin ku ciwanên di çarçoveya polîtîk û civakî de xwe bi rêxistin bikin. Armanca me ew e ku hilweşandina exlaqî ya li Kurdistanê bi dawî bikin."
 
‘Têkoşînek bi rêxstinkirî divê’
 
Tuba, da zanîn ku di xebatên xwe de malbatan jî agahdar dikin û bi lêv kir: "Em di çarçoveya xebatan de bi malbatan re jî hevdîtinan dikin û malbatên ku xwe digihînin me jî hene. Piştî ku ciwan dikevin rewşeke xeter piştre malbat lê agahdar dibin. Gava wisa dibe jî ji ciwan ji hêla malbatê ve bi tundiyê re rûbirû dimînin û herî dawiyê jî ciwan dawî li jiyana xwe tînin. Di vê mijarê de em dixwazin malbat ji destpêka pêvajoyê bên cem me û em bi hev re bikevin nav hewldanan. Polîtîkayên şer ên taybet tê wateya şerê li hemberê civakê. Civaka ku napirse, nafikire, bi polîtîkayên bişaftinê re dijî tê afirandin. Heke ciwan bi rêxistinî be nakevin rewşeke wisa."
 
‘Em ê polîtîkayên wan vala derxîn’
 
Tuba destnîşan kir ku daxwaza dewletê şikandina dînamîzma ciwan û jinên ciwan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewlet dizane ku ciwanên ku xwe bi rêxistinkirî çawa têdikoşe. Lewre hedefa wê ya bingehîn jî çewisandina wê têkoşînê ye. Li hemberê vê divê xwe bi rêxistin bikin û polîtîkayên li hemberê bi hewldanên xwe vala derxînin. Herî dawî jî ez bang dikim ku em ê li dora wê kampanyayê xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin.”